Zinar Sozdar

ZINAR SOZDAR

Min digo melê

Min digo melê lê lê te digo me lê lê

Malan barkir lê lê çaydan (di)kelê


Navê yaram lê lê nav meleke lê lê

Bejn zirave lê lê por xeleke

Baran barî lê lê li Xwedê da

Av herikî lê lê ber malê da

Seredor


Baran barî lê lê erd şil nekir lê lê

Tu ya min bûy lê lê Xwedê nekir

Li dinyayê gellek yar dîn

Ser yarê ra yar hez nekir

Seredor


Payîze dibarî av li sere lê lê

Çi bostane bê çepere

Dinya alem tev zewicîn

Ew ê bêkar lê lê ez u ten e

Seredor

Herem : Karakoçan (Dep)

Berhevkirin : Zinar Sozdar

Ax lê Elif

wezî wî çaxa em ber karan

Kar mexelda binya daran

Me hevra kozik çê dikir

Em malkî dilîstin xwera


Ax lê elê lê lê elê

Zeman çiqas xweş bû belê

Axle elê lê Elife

Por orxane sîng balîfe


Xwezî wî çaxa arê çîyê

Em dilîstin ser kanîye

Me hevra kilam digotin

Hetta şev nivê tarîyê

seredor

Gotin û Muzîk: Gelêrî


Welat durêm

Welat ji min dure sebra min nayê

Dil bê hedûre xewka min nayê

Ax eman eman sebra min nayê

Ax limin limin xewka min nayê


Ew çi dikin dayîk û bawê min

Zimanê winda nakewî navê min

Xewn u xeyala wan tim ber çawên min

Qom u qewlo xade dikin kevran mêvên min


Delalîka dilêm çi dike

Ez (di)zanim çav rêye bîra min dike

Li jê ra bibejin îsal kû ez nehatim

Bila ser min nesekine here mêr bike


Welatê xelkê tim li min sare

Ne payîz ne havîn ne bihare

Evar dibe xewn û xeyala min digre

Îster çavê min da dayê hûr hûr dibare

Gotin û muzîk: Ozan Delal


Lê lê Qurban

Lê lê qurban min go navê te girane ez ban nakim

Xwedê arekî mala bavê te (bi)xinî xewda nakim

Hetta ku serê min û te neçûye ser balîfekî

Bila dinya alem bibêjîînam nakim


Lê lê hîva gundê me yo hîvek nu ye

Ji xwe ra her jî çûye bilind bûye

Lê lê delalîkê gotin dilê te nexweşe

(Limi kwîre bra hayjeciye) ???


Lê lê min go dilo dilo dil sisê ye

Dinya alem çarkoşe ye

Kî (li) vî dinya bi dilê xwe bizewicî padişahe

Gotin û Muzîk: Mesud


Erdê Depê (Karakoçan)

Erdê Depê erd ki dûze

Tava havinê qîje qîje

Hêkê daynin hêk dipêje


Erdê Depê erdki dûze

Ser dilîzin xort û qîze

Yara min ewa îşlig sîse


Deşta Depê deştki dûze

Van du siyaran vîz û vîze

Yara min wan ra war dilîze

Herem : Karakoçan (DEP)

Berhevkirin : Zinar Sozdar


Gula cîhanê

Hezar û çardeh sale em vê cîhanê

Azadîyê daxwez dikin ji boy Kurdistanê

2{ Dilê min ji te râ feda gula cihanê


Ey Mazlum û ey Kemal mizgîn li we be

Şerefa li dinya yê ser serê we be

2{ Radike koletîyê hat partîya me Nakarat


Welatê min darek bû ma li ser çiyayên te

Daxwezya min xwelî bû ma li ser erdê te

2{ Hîv û roj tarî bûye ji ber nûra te

Gotin û Muzîk: Zinar Sozdar


Çiya bilind in

Weylê dîne çîya bilindin te nabînim

Va Kurmance gul sorbune naçirpînim

Gundî ciranino min go ezê ser dile xwe da

Ne du dilan na hewînim nahewînim


Wa malino dîna min direvî wa direvî

Erê dîne tu wer rindî pirr bêdewî

Gundî malino min go ezê keleş kewa xwe bigrim

Ketin orta min û we da deşt u zevî

Çavkanî: Radyoya Yêrêwanê


Yar ha nîna

Yar hatime te bibînim yar ha nîna nîna nîna

Yar hatime te bibînim yar ha nîna çavreş nîna

Zerê serê te helbînim yar ha nîna nîna nîna

Zerê serê te helbînim yar ha nîna çavreş nîna

Pê nişana xwe datinim yar ha nîna nîna nîna

Pê nîşana xwe datînim yar ha nîna çavreş nîna


Yar hatime te bixwezim yar ha nîna nîna nîna

Yar hatime te bixwezim yar ha nîna çawreş nîna

Dêû bavê te cambazin yar ha nîna nîna nîna

Dêû bavê te cambazin yar ha nîna çavreş nîna

Qelindê pirro min dixwezin yar ha nîna nîna nîna

Qelindê pirro min dixwezin dost ha nîna çawreş nîna


Yar hatime te bi gul kim yar ha nîna nîna nîna

Dost hatime te bi gul kim dost ha nîna çawreş nîna

Te mayinê kiras û dil kim yar ha nîna nîna nîna

Te mayinê kiras û dilkim dost ha nîna çawreş nîna

Yar ha nîna nîna nîna yar ha nîna çawreş nîna

Dost ha nîna nîna nîna dost ha nîna çawreş nîna

Herem : Karakoçan (DEP)

Berhevkirin : Zinar Sozdar


Hoynar hoynar

Hoynar hoynar hoynarew narîna min

Hoynar hoynar hoynarew şîrina min


Navê yara min nazew narîna min

Navê yara min nazew şîrina min

Kember piştê gelbazew narîna min

Kember piştê gelbazew şîrina min


Navê yara min fatew narîna min

Navê yara min fatew şîrina min

Kember piştê duqatew narina min

Kember piştê duqatew şîrina min


Navê yara min zîne narîna min

Navê yara min zîne şîrina min

Kember piştê zêrîne narîna min

Kember piştê zêrîne şîrina min

Herem : Karakoçan (DEP)

Berhevkirin : Zinar Sozdar


Gula Baxçê min

Gula baxçêmin hêjare

Birina dilêmin xedare

Dikim gazî û havare

Ka welatê min Kurdistan


Buhara min bu zivistan

Ne gul maye ne jî gulistan

Çar havêr dor buye goristan

Ka welatê min Kurdistan


Ev çi heşme hat serê me

Qetilkirin bav û birême

Ka erdê me ka warême

Ka welatê min Kurdistan

Gotin û Muzîk: Koma Pêşeng


Birêye min

Rojek serê sibê têrê belek hatî

Li ber derême danî xeberek reş hanî

Dilême şevitî agir li ser denî

Gotin birayen min roniya çavêmin

Nava çemî pereda di şerek giranda

Bi penç re hevalan ketin dilê gelan


Dema ku bihartê li deşta depê

Kani rubar dertê ba bi pelbi pelte

Bihna te xweş jêtê


Ax birayemin Ayhan tev li pênç hevalan

Bun dermanê salan ji bo birina dilan

Li deşt u baxan wunin rengê gulan


Emji ve birnakin Ayhan Mehmet Celal

Axa welat jilbu bi xuna weyi zelal

Li peywe tên va bi hezaran heval


Ax biraye Ayhan tev li penç hevalan

Bun dermanê salan ji bo birina dilan

Li ser deşt u baxan wunin rengê gulan

Gotin u Muzîk: Diyar


Ziravê

Zirav çûye davatê

Kêf û şahi û muhbete

Ketye sêrê govendê


Ziravê lê lê ziravê lê lê..............

Ziravê lê lê ziravê lê lê ziravê

Bila bişewte mala bavê


Zirav çûye beriyê

Deşt havit ganî miyê

Miyê bazda çû siyê

Seredor


Zirav çûye beravê

Kinc şuştin avêt tavî

Nenik zer bû zeravê

Ziravê lê lê ziravê lê lê........

Seredor

Herem : Karakoçan

Berhevkirin : Zinar Sozdar


Derdê welat

Derdê welat birindar im

Bê hal û ez bê yar im

Weke pezê bê şivan im

Ji derdê welat, ji derdê welat


Evindarê welat im ez

Nexweşê bê derman im ez

Li xeribye bekesim ez

Ji derdê welat, ji derdê welat


Ey welat te ez gej kirim

Miriyê bê kefan kirim

Evindarê bê saz kirim

Ji derdê welat, ji derde welat

Gotin: Zinar Sozdar

Muzik: Diyar


Esmerxan

Ware esmaramin ware dilberamin

Demak ez te dibimin xweş dibe jiyanamin


Navê esmerê xane nêrgiza ser çiyane

Bejn zirav wek rihane lê lê eşqa dilê xortane

Seredor


Ez geriyam geriyam çuk û pêymin şikîyan

Waxtak ez te nebinim esmer tu bizane ez miriyam

Seredor


Dewer were esmer were

Ez hesreta axa teme

Ez evindarê bejn û bala teme

Ax dewer were esmer were

Gotin û Muzik : Zinar Sozdar


Lê gidyê

Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way


Te digo vi gudi mêrnakim lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Dilê lavan xirawnakîm lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way


2 { Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way


Çavête kanika kiliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Ezçibkim tu hjimin duri lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way


2 { Lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way


Delalê şêrinê hevaliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Esmerê rewşa navmaliyê lê gidyê lê gidyê lê gidyê way way

Lê gidyê lê gidyê lê lê gidyê gidyê way way

Lê gidyê lê gidyê lê lê gidyê gidyê way way

Berhevkirin: Zinar Sozdar


Çek û tembûr

Çek û tembûr destê min

Diçêm kêf û seyran ê

Diçim li vir naminim

Digerim li dilanê

Gundîno ji min re bêjin

Sebra dilêmin kanê


Şervanê Azadiyê me

Bilbilê serê çêyme

Ez aşiqê axême

Kulilka li nav deştê me

Deşt û zozan digerim

Sebra dlemin kanê


Malino wê çawa be

Ji xort û keçan rê dibêjim

Serbilind û azabe

Li deşt û çiyan dihêjim

Deşt û zozan digerim

Sebra dilê min kanê

Gotin û Muzîk: X.Xemgin


Hember malan

Hember gundan du dare

Ji derket çiftik yare

Derdê min ya kibare


Hember malan du guze

Jê derket çiftik kîze

Derdê min ya ezîze


Hember mussan du tuke

Jê derket çiftik bukke

Derdê min ya piçukke

Gotin û muzîk: Gelêrî

Berhevkirin: Zinar Sozdar


Dilê yarê

Dilêmin û dilê yarê

Avê vexum koka darê

Dilêmin û dilê kizê

Avê vexum koka guzê


Dilêmin û dilê berxê

Avê vexum koka derxê

Gotin û muzîk: Gelêrî

Berhevkirin: Xemgin Birhat

#