Xemgin Birhat

XEMGiN BiRHAT

Bextê dinyayê

Milletên hevgir hemî barbar in

Ji bo zaliman heval û yar in

Milletên mazlum dibên terorin

Qeda û bela bikeve bextê dunyayê


Dunya bêbext e bê soz û qirar

Ji bo me Kurdan gellekî xedar

Ji ber me û paş me rabûne neyar

Qeda û bela bikeve bextê dunyayê


Rojkî ji bo me nebûye ew dost

Nebû ji bo me ne tac û ne post

Rezîl û qehpe dostanîya mêrê pûşt

Qeda û bela bikeve bextê dunyayê

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Binewşa min

Bihar e baranê dar û ber şuştin

Sosin û beybûn nergiz gehîştin

Wan bayiwan ji bera çexel derêştin

De vebe binewşa min tu vebe

De vebe sorgula min tu vebe


Bila bixwîne bilbil li ser te

De êdî vebe ez mame tenê

Dilşadî û kêfxweşîa me kanê

Ez mame bêpar lê evê dinê

De vebe binewşa min tu vebe

De vebe sorgula min tu vebe


Bila bixwîne bilbil li ser te

Eger tu webî dilê me xweş bî

Ev rengê me yê sor û zer geş bî

Bax û rezên me wê bi te nexş bî

De vebe binewşa min tu vebe

De vebe sorgula min tu vebe

Bila bixwîne bilbil li ser te

Gotin û Muzîk: Shahram Doustanî

Bêrya we dikim

Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim bêrya we


Ey çiyayên bi gulen sor

Xezalên geliyên meyî jor

Xula xula ava kanîya sar

Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim...


Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim bêrya we

Dengê bilurê van şivana

Dengê davul û zurnevana

Girtina govend û dîlana

Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim...


Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim bêrya we

Kela kela germa havinê

Şevên saî ronya heyvê

Bêhna gulên şîlanê

Bêrya we dikim bêrya we

Bêrya we dikim...

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Way lê

Way lê way lê way lê

Way lê Way lê Way lê

Ev çiye hatiye serê min

Eşqa te ketiye dilê min

Way lê way lê way lê

Way lê way lê way lê

Wer ji ter bêjim eşkere

Ez te nadim zêr û pera

Ezê bimrim ji tera

Way lê way lê way lê

Way lê way lê way lê

Wer ji ter bêjim bi dizî

Dilem ji eşqa tera rizî

çima tu nabi razi

Way lê way lê way lê

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Bajarê Dersim

Bajarê Dersim, way bajarê Dersim

Werê Berxwedanê, mêrxweş û egîdan

Çiyayê Munzur li dora te ye

Çemê Munzur bi xwîna te ye

Baba Duzgun ziyareta te ye

Dengê bilbilan xemgîniya te ye

Bajarê Dersim, way bajarê Dersim

Diroka dirêj e, herkes te dibêje

Seyît Riza berbanga teye

Ali Şêrê te hin li bîra me ye

Dengê mazluman hawara te ye

Dengê Zîlana qêrîna te ye

Bajarê Dersim, way bajarê Dersim

Dengek li te bu mîvan, dengê wan şehîdan

Ez bang û hawar gaziya te me

Sond û peyman ser rêka te me

Hişyar û xemgin ez awaza te me

Min çav li fermana biryara te ye

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Ey dilê min

Ey dilê min, ey dilê min

çi xweş ezeb e tu didî min

Te jan berdaye kezaba min

Nema tîne sebr û arama min

Ez nizanim, ez nizanim


Ji ber çiye ev êş û jana min

Tim hêjar e ev dilê min

Xemgîn bûye jiyana min

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Ez agir im

Ez agir im agir

Ez agir im venamirim

Ez agirê zerdeştim

Ji dîroka kevnarim

Ez agirim agir


Agirê doza we me

Kaniya jiyana we me

Ez agirim agir


Evîna dilê we me

Agirê hêviya we me

Ez agirim agir


Ez agirim diêwitim

Ez agirim diêwtînim

Ez agirim agir


Ez bayekî azadim

ji tîreja rojê me

Ez agirim agir

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Karvanê Helebê

Hat karvanê Helebê oy eman oy eman

Dani deşt û neqebê van zeriyan ez helandim

Van zeriyan ez helandim oy eman oy eman

Kirim dare lewlebê oy eman oy eman


Hat karwanek ji Muşê oy eman oy eman

Danîn li hember deştê van zeriyan ez helandim

Van zeriyan ez helan dim oy eman oy eman

Kirim darê derguşê van zeriyan ez helandim


Hatim gundê Tilbusê oy eman oy eman

Hatim gundê Tilbusê oy eman oy eman

Dikim keçekê ramîsim oy eman oy eman

Ketim derdê namusê van zeriyan ez helandim

Çavkanî: Mihemed Arif Cizrewî

Berhevkar: Xemgîn Bîrhat

Li gundê me

Li Gundê me li gundê me

Şehîd anîne gundê me

Binya malan li gundê me

Gorek kolan gundiyên me

Dayîka min bi hêsrên xwe

Av da gora mîvanê me


Ev şehidekî bê nav e

Kes nizane ji ku der e

Teyre ji refê xwe qetya ye

Di ser gundê me da firyaye


Nêçîrvana anîn xwere

Xwîn ji baskê wî rijyaye

Ev xortên me ev xortên me

Têne xwar ji çiyayên me

Rext pêçane li bejn û balê

Sond xwarine bi rengê alê

Bîr û bawer xurt kirine

Evîn xistine her mal e

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Zinarîn

Ez im li ser çiyan kevoka narîn

Difirim difirim li ser deşt û zozanan

Baskê xwe li bayê tenik dixînim

Difirim seranser welate şêrin

Zinarîn .....


Li nav wan ezmanên bê dawî de

Digerim digerim li stêrka digerim

Rûdinim li ser çiyayê Hemrîn

Bi hêz im bi hêz im wek baz û pilingan

Divêt dijmin per û baskên min şikestin

Min bişon min bişon bi ava welate min

Ez şehida evîna mezin

Wek Edulê Zîlan û Zînê

Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat


E� U�U��