Fevzi Kılıç

FEVZi KILIÇ

Dayê

Çima durim ji te dayê

Va xerîbiya dawî nayê

Bi hesreta welatê xwe

Dikim nakim sebra min nayê


Lêlê dayê lêlê dayê

Dirêj bûn şev sube nayê

Tirsim bimrim te nebînim

Va xerîbya dawî nayê


Xwedîkirim şîr mijandim

Şev û rojan te ez hecandim

Rojek çê te nedît li dunê

Herdem hêsir te rijandin


Vê xerîbiyê em xapandin

Destê me ji hev û du qetandin

Bila korbe çavê xerîbiyê

Dil û cergê me helandin

Gotin û Musîk. Fevzî Kiliç


Kewê

Kewa mîna kebokî

Xew nakim şev û rokî

Ji bo kewê din bume

Birîna min merhem nakî


Ax lê kewê dijwarî

Jî cîgerê dinalî

Nalîna te min di helîne

Were em herin ji vî warî


Kewa mina ser sorî

Sîng zozana Çav morî

Were em bi destê hev bigrin

Em herin warê jorî


Kewê çima tu dinalî

Dilê te bi kul û jahrî

Hemu kewa helîn çêkir

Tu çima tenê mayî

Gotin û Musîk: Fevzî Kiliç



Evîndar

Evîndarê bejna te me

Takî rîhana li çavkaniya

Meriv bîhnke jê têrnebe

Li van deşt û van baniya


Te ez helandim ez helandim

Lê bi zerînê te ez helandim

Nav şîrînê te ez helandim

Te ez helandim ez helandim

Bejna zirav ez helandim

Çavê belek ez helandim


Evîn xweşe bi xortanî

Bi serxwebun û azadî

Ew dem xweşe evîndarî

Li zozana li Kurdistanê


Sîng û berê zerînamin

Belekiya berfa çiya

Meriv bixwe jê têrnebe

Li bilindan û li van çiya

Gotin û Musîk. Fevzî Kiliç


Te li min çikir

Te limin çikir te limin çikir

Binêr halê min te limin çikir

Dil û cergê min heliya

Min ji te hezkir te limin çikir


Dilê min hêlîna kul û xema

Kanê sozê te ji min ra da

Hiş û aqil ji serê min çu

Ez bum xwediyê kul û derda

Binêr porê min te sipîkir

Hêsir ji çavê minde rokir

Bi hesreta bejna zirav

Birîna min kure te derman nekir

Gotin û Musîk: Fevzî Kiliç