Kilamen Kurden Anatoliya Navin

Kilamên Kurdên Anatoliya Navîn

Zeriyê

Zeriyê gundê me yek e

Ew yeka gundda tek e

Ez hatim derî veke.

Zeriyê gundê me çar in

Herçar li mera yar in


Umre xortê me xwar in.

Zeriyê gundê me şeş in

Her şeş ji hev xweş in

Girêdan şarê reş in.

Her şeş hevra dimeş in

Di cî da

Ez bazdidim di cî da

Binî ningî min xu da

Hun li gewra digerin,

Gewrê wane di xêni da.


Du zeriyê têne jor da

Çi pençe di nav por da

Mal û male xorta ye

Dibin bervankê sor da


Dolabê

Werin minê vê yekê

Kêlek dane kêlekê

Pesîra sor û spî

Sêva sorê Antalyê.


Kundur kundurê pîrê

Pîl avêtî dor bîr ê

Berevkin lawno bîn in

Kundurî xwaşe bi sîre


Keqîk qûne gunîya

Ber gerîm mîna xwînîya

Keqîk qûne kivzana

Bergerîm mîna xizana


Here dolapê dolapê

Dolapa darî derê

Lê ristî purta ka ê

Dolapa dari merxê

Lê ristî liva berxê


Dolapa qastî mastî

Min dolap xwera xastî

Hey baran berf û baran

Lê xistî zengîye sîyaran

Te ez kuştim, ez helandim

Hay lê şewtîye va qaran

Ez jî wera vaz didim

Hûn keçîk´a naz didin

Ew çi keçîkê we pîrin

Tev xortê me baz didin.


Xwe hildin xwe hilnedin

Şorê xwe bi kalên medin

Xwe hinek notle medin

Ba li ser sîngê wan ramedin


Çi keçîk e kundur destta

Kundur destda bişkeşt a

Bavê bihata lêxist a

Minê ji xwe ra bixwest a


Senbol şîrîn şîy e

Têl hatî nizam çîy e

Ê dur çun nêzîk hat in

Ji xwe xaşe jina bîy e


Tenê narim qirşikan

Dest navêm wan memîkan

Di hîz da bune tirşu

Gune li stuyî keçîkân


Meyremê

Baranê çilke çilke

Dîlberê meyremê

Keçê rabe dilêm bike

Çav reşê meyremê


Meyrem rabe sibeye

Lê dîlberê meyrem ê

Denge dîkê kabêy e

Çav reşê meyrem ê

Baran barî erd şilkir

Xupik barî gelt qul kir

Xelkê cotê xwe ajot

Haso runîşt xwe cilkir


Cotkar notle te naw in

Geltê belek şa naw un

Rîşî pêda ba naw un

Notle ardî cê naw un


Tenê narim qirşikân

Dest navêm çiçikan

Hawar lê lê lê

Gune li stû keçîkan


Tanê narim gunîy a

Dest navêm gulîy a

Havar lê lê lê

Gune li stuyî zerîy a


Tanê narim avê

Dest navêm navê

Havar lê lê lê

Gune li stû bavê


Koşkaro

Koşkaro ha koþkaro

Digere ar bi aro

Were mala xwe rune

Çuka gundê bêyaro


Bazdin ba sol bidirin

Koşkar li gundan pirin

Çavê xortan birijin

Keçikan ra nakirin


Erê Mîro

Serê mîrê mala bavê min qumaş e

Elê Birê, bi Elê Ome va eynan kirne telaşe

Mîrê malê bavê minî ku hun diwenî

Bi Hecî Mûsê re dîn qardaşe


Erê Mîro, erê Mîro

Surfe giran e qawa tîro

Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne

Sed sal here mirnê xwe temel nare ji bîra


Mîrê malê bavê minî kinike

Rizê distîne bi kîlê

Qawe dikelîne dike rike

Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne

Şerbeta malê Mehmedê Xellê lê bû mitike


Erê Mîro, erê Mîro

Surfe giran e qawe tîro

Li ber kanî paş de bîro

Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne

Him axayî him weziro


Mîrê mer din Mîrê mer din

E pîştê tereblûse bi navê xwe din

Di serde rişîyo berdin

Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne

Na so dezindiyo di nav hîlodo herre

Enişîtyo malê bavê min ji hevre heldin.

Gordoxli


Şivano

Lê lê de min go komê şivanê li neqew ê

An anê di dorre çerx diwime mîna kewê

De min go heta ku yalan dûne xweş digerim

Ji te bîttir kesê di nav memikê xweyî gewrê

ser de nakime xewê

De here loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano


De min go an anê pezê şivên pezê qar e

Dê qurbanê min dutîyê bi tasa zer e

Ê ne min go lo hevalno loma mekin

De min go ez çir bikim va qeder e

De here loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano


De min go pezê şivên pezê zayî ye

Ne min go te rêşkir min av dayî ye

De min go lo hevalno loma mekin

De min go ez çir bikim vî şivanî

De here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano


Ananê de min go koma şivên ji malan wê da

Ananê de min go berf û baranê kete vir lêda

Ê de etê malik şewitê

Na şivanê vî ser pê bû bele vêda

De here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano


Lê lê de min go pezê şivên pezê qicix e

Şivanê hatê ber me da tarla qilçix e

Ê di naberê dilê min te da înşalla serê pêçî wan îlancix e

De here loy loy lo şivano canê ablê bîçûk qurbano


Ananê de min go serê min têşe diwêm can e

Dilem dieşe diwem tan e

Dixtûrê Konyê Hakîme Enqerê

Ê dixtûr hakim nafîle ye

Destê şivanê malê bavêm dermanê xwe ye

Ê de were loy loy lo şivano canê ablê biçûk qurbano


Birtê (Bertî)

Birtê birtê qurban Birtê

Xort malê kûmê min ra birtî

Ew çi sal bû min dilkî xwe girt

Kût orispêj dest min girtê

Lê lê de min go vê pîrikê ez xapandim

Tû qaw qacax nîştin bi min xoşandin

Malê Kût orispê ar vêkeve

Zîn zenge min şidandin

Lê lê de min go jêlda hatê xwe lê bakir

Dûmanê cixalê li xwe belav kir

Xelke go çî torê berduş e

Di qelbê xwe de sîûsê cara maşelle kir

Lê lê de min go baran barî erd mişmişî

Canî tor bû ning terişî

Xelke go çî turrî berduş e

De min go merkî cahîl bû di xwe qerişî

De min go baran barî erd şil kir

Hoste rabû yapi çêkir

Xelkê ji min ra qala dil kir

Min di vir de cîger kûl kir


De min go here bavo here bavo

Qelbe min lê bî xûna ava

De min go ez nedame lawkî bi dilo

Dane Bekê Osê yê dev kilavo


De min go xûde gundê me Mil Omer ê

Kevire ber camîye me mermer e

Qe tû sebaba dilê min te tûnebû

Sebaba dilê min te Kor Omer e


Lê lê min go hîvî ron e weke çira

Rahêla lawkê xwe ketim jê ra kilam sitra

Ez hatime dawîya gundê Ome şewitî

Wî go xongê min go bira


Lê lê de min go wextêk çîyakê ser min çîyakî pûşe

Terzeyo li ser rê xûş e xûş e

De min go ê yarê xwe nasneke

Ji Gundê Ome xarzî Mistefa Çavuş e


Lê lê de min go li pê birê li pê birê

Gelan gîdan li min re dibire

Ê ku bi dilê xwe zewicinê

Mîna zerkê qilê kîrê li paşilê


Lê lê de min go ava bîro germo kelî

Lê peya bû hezret Elî

Wextek dile min kete vî kalî

De go here ma sevda min te bime dûnya wî alî


De min go berê malê me oy erd e

Cilekê dînim tû xwe bi ser de

Wextak merê kotî hatî kelemîj bû

Eza bem tu deng meke min ra berde

De min go meke meke lawko meke

Pezê xwe wûni li ser sîngê min mexel ke

Cotê memik zozikê min were teve hev ke


Herçar malê di kortê da

Ma lê hata bi ortê da

Kî naberê dilê min û te keto

Ma ningê wan bîşkeşto di hortê da


Hîveron e weke çira

Rahêla lawke xwe ketim jê re kilam sitra

Ez hatim dîyarî gundê me yê hesûd û mesûd ketim

Ez bi te re bûme xang û bira


Kûndirîyê Kûndirîyê

Kêlo xweyî dayî sedûsî ye

Ma xûde dil mirade min-te bikira

Min bigoto Arîf e birangê teyî ramedîye li hepisxana Engûrû ye

Berdêla min dil gawir bû

Li re heft cara sere xwe qare min ra li ber nenikê giredaye

We pîrikê ez xapandim

Tû qaw qacax nîştin min xoşandin

Ê ku çavê xwe çave min açixtir

Kezeva lawik şidandin


Fat Qulotê

Hewîr mayê lê

Di teştêda lê

Bûkê mayê lê lê

Paş perdê da lê lê

Zawa mayê lê

Di xewnêda lê

Hespî mayê lê lê

Di terlêda lê lê

Hîlbad hîlba lê

Fat Qûlotê lê

Çîma tu natî kurbî kurbî

Bi eynatê lê lê

Çima tu natî lê lê lê

Bi eynatê lê lê

Malê hana lê

Malê menê lê

Ji wana hûwa lê lê

Mal tûnene lê lê

Ma kes xwe ser kesî ra nepesinê lê

Ji Fatom bîttir lê

Rind tinene lê lê

Hîlbad hîlba lê

Fat Qûlotê lê

Çîma natî lê lê

Bi eynatê lê lê

Baran barî lê

Li, herde ket lê

Sevda me ho lê lê

Bi dûne ket lê

Eşqa me oy lê lê

Bi dûne ket lê

Wextak Fatika min

Heynan birin lê

Silê Cutkî lê lê

Bi çolê ket lê

Hîlbad tuwe lê

Fat Qûlotê lê lê

Çîma natî lê lê lê

Bi eynatê lê lê


Gundê me

Gundê me devî newalê

Ez derketim hêşiya malê

Herkî çavî min li bejnê te ket

Min zor dayî ser cixalê


Rêye Polatliê, rêke duz e

Lê dibare berf û buz e

Ekî yarê xwe jî qîz e

Heta sibê pê dilîze


Erê bavo erê bavo

Qelingê min li te xwîn û avo

Te ez nedam xortî bejn ziravo

Te ez dayim kalî qumqumî dev kulava


Erê dayîk, te yê nezanê

Tu kor bibe her du çavanê

Tu kût bibê du junîyanê

Te ez nedam xortî bejn ziravo

Te ez dayim kerî bêr malênê


Li ser Kamîl

Zîya Zîya Kamîl Zîya

Dîya te nemir ne pêqîya

Bûm dêlgura serî çîya

Dahişt kerîye Çîmenliya

Hespî Kamîlî min rewan e

Tel û bûjî girêdane

Mal şewîtyê carê derê

Hespî wa ye, ka Xûdanê

Çîman


Xelo

Lawo lawo Xelo lawo

Dîwar bi ser de xalîya wo

Ela Musê ji bin revîya wo

Xelê min di binde ma wo

Neqaret(rewan)

Ewrekî reş î tarî

Ne girmişî ne jî barî

Xelî min tu derde xwe tunevun

Xelê min kuştin ji necarî

Li bana xelo li bana

Kerî yê Şukirê neman hatin dana

Kerî yê Xel î min di fêzeda mana

Dakê xwe qurban xuna

Meyî li dev û dirana


Şivano

Serî min diêşe nizam janê

Dili min diêşe nizam ta nê

Bijeşk doktor nafîleye

Destî şivanî, xelkê bû dermanê

Serî dişom bi ave gille

Gul berdane dorê milê


Şivanîye meke tu ye ker be

Heştiran mekşîne tu ye şevder be

Ser dili minda hespê kî xwe bikire

Kumandanê serleşker be

ji gundê Xelîkan nabim


Ez bûm berfa serî çîya

Ro bilind bû gîşt helîya

Rindê destî min bigirê


Klama Huseyenî

Çavê belek dikîn henga

Xwe heqandî tima şengê

Piyê qulot, bazin tengê

Lêv helîsê, xwaş e dengê


Keçik delal xastî çewî

Ser kanîye bêxut payî

Kulîlkê sor jîyan dayî

Çavê xestek li du mayî


Çav dikenin dilî zîz e

Ser govendê xwaş dilîze

Baran barî çilk erdê ket

Dengê defê bi ser gund ket

Tûr/Sîna Şuşê-Yunak


Aman lo

Hîv helatîyê çî ya bilind e

Şewqa xwe da bejna rind e

Her ku çavê min li bejna te ket

Ezî dînik bu me li nava gund e


Aman Elo aman Elo

Bejna zirav dîragê kela

Porê pirî li te bu bela

Xwedê emrekî pir bi min te da

Min bikişanda tela bi tela


(neqarat)


Ezo bi teva ezo bi teva

Nifira bikinî dê û bava

Destê xwe di destê min ke

Ma kûr biwin ji her du çava


Cindî cindî Elo cindî

Av li porê zer cemidî

Elo gidî Elo gidî

Av li porê zer cemidî

Gölyazı


Bendê dilê min qetiya

Çîyayên bilind bê dar nabin

Nawalên kûr, bê av nabin

Keçê destî min bigire

Tu dizane, bê te nabim


Ez derketim serî gira

Min bang dikir bav û bira

Rindê çavê te newînîn

Pişta min xistin, bi kevira


Af

Şev e şev e Efo şev e

Ma bayî berbangê li te nekeve

Ar di mala hekîm keve

Go efê bi çuk e li te nakeve

Ezo bi teva ezo bi teva

Kanî ya gundê me mermer e

Ef çî ya rind e tere sere

Bejna Efê dara ter e

Wirda wêda werdigere

Gölyazı


Sîna Şuşê

Li Haymanê Canimanê

Keçik revand Kurdîstanê

Dilî êvîn hîro şabû

Rikê neçê orte rabû


Gupê xwe sor, çavê xwaş kil

Bijang bûn tîr, avet ser dil

Porî zêrî, sipîye can

Hevalê wen bihuştê man

Bejnê dirêj, xotê fere

Can kalûgevr, bîn biharê

Rindê delal, tim êvîn xast

Tilîye zirav bedewîm dest


Pirtûk xwand, pelik vekir

Porî zêrî, tilya şehkir

Pirê cindî şox û şengê

Klam gotî xweş e dengê


Bejnê çeleng pirr olfazê

Pil vemaşîn dotî pezê...

Tûr/Sîna Şuşê-Yunak