Reso

RESO

Zerdûşt

G

Erê Hurmuz tu hatî

G

Bi xêr û xweşî hatî

G

Li welatê şevêzeng

G

Tu roja nûhilatî

D Em

Îro pîr hate Laleş

D Em

Ronahî da şeva reş

D Em

Li asmanê çîk sayî

D Em

Cot xuya bû roja geş


Pîrê min Zeradeşt e

Şûn warê wî bihişt e

Hemî rûbar û kanî

Hemî seyran û geşt e


Îro şêrîn Newroz e

Pîrê min bi koloz e

Barê wî bi Laleşê

Bergeha wî pîroz e


Pîrê min çendî ciwan î

Pîrê hemî merdan î

Bi xemla xwe ya pîroz

Ronahiya çavan î


Erê Hurmuz bihar hat

Ehrîman çû ji welat

Bo welatê şevtarî

Tu yî roja nûhilatî

Helbest: Dildar Şeko

Muzîk: Reşo


Xanima Osmanliya

Keçê dînê ava Diyarbekir rabûye

Him û guma wê ye

Li ser serê min û te zalima qe rê nedaye

Qurban heta sala çûnê

Taximê bax û boxazê memkê te ye

Gul û mirwarî xweşikê min bû

Wê lê lê îro çend roje nizam kê konê xwe li ser dadaye

Ax de were lê lê

Ez aşiqê bejn û bala te me

Ax ji min ra bêje lê lê

Hay hay hay hay


Xanimê dev piçûkê

Wey xanimê dev piçûkê

Destê xwe bide destê mina

Herin xopana Dêrikê

Bavên eskerê gumrikê

Çû Midyadê gilî bike

Berê xwe da cem hakim

Bi ramûsankê razî dike

Xwe ji Rûto berdide

Li ser Xidirko qeyd dike

Derdê dila xanimê hay hay hay hay


Keçê dînê çiya li ser çiya dikir gazî

Qurban ji eşqa dilê min û te ra

Daran pelê xwe weşandin

Mane rût û tazî


Keçê te goştê laşê min helandî

Tu ji hestîkê min çi dixwazî

Ax lê de were lê lê

Wez meraqliyê te me lê lê

Wez aşiqê bejn û bala te me ax

Ji min re bêje lê lê hay hay hay...


Xanima Osmanliya

Wey xanima Osmanliya

Qirik dirêj, çar tilî ya

Dostê Xidirkê Omeriya

Ketim dilê min êşiya

Kabikê min l’rê heliya

Reha navê min qetiya

Derdê dilan xanimê

Gotin û Muzîk : Xidirkê Omerî

Aranje : Reşo


Xewna me

Xewn e hemî êşa me

Xewn e zîndan û kerba min

Çawan jî gîhîşte salan

Wek çarînekê dirêj serpêhatiya min


Nizanin ku çawa

Em li hev geriyan

Nizanin ku çawa

Me ji hevdu hezkir

Du keserên winda lo lo

Du parçe can

Helbest: Ahmed Arîf

Verger: Dildar Şeko

Muzîk: Reşo


Yar bêylim

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo


Dayê ev çi hat serê me dayê

Çend û çend salan berî wiyan

Li ser çiyayê me şerekî mezin hebû

Di wî şerî da kalik û bapîrên me serê xwe dan


Wext hate vî wextî...

Dîsa li ser çiyayên me kesk û zer şîn bû

Ji bo wê em jî ketin vî şerî

Êêê.. niha ji te ra dibêjim dayê

Mirin xweş e an jîyan

Bêje dayê bêje


Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo


Hat kerwanê kerwanê kerwanê

Hat kerwanê Gergeran

Hat kerwanê Hêrikan

Hat kerwanê Koçgîran bêlimo…


Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo

Yar bêlim bêlim bêlim, bêlim lo


Welle tu gunek î lawo lawo

Tu gunek î lawo lawo

Welle tu menale

Berxê min lo

Welle tu hesret î

Tu hesret î lawo lawo

Ar berdan canê we

Dijmin reş bû


Wî de malê malê malê...

Wî de malê malê malê...

Ne lê tu nedan Şayê dane kalê


Wî de mîran mîran mîran...

Nê le caran tirk ji me ra nebû cîran

Tu mala xwe barke were

Macîran

Li cem min bibe cîran

Wi de malê malê malê...

Wi de malê malê malê...

Ne lêê tu nedan Şayê dane kalê

Gotin û Muzîk : Gelêrî û Reşo


Gulfiroş

Ez ji xew rabûm

Min gulfiroşek dî

Pir gelek şa bûm

Gul bi dil didî


Hebû me yek dil

Tev jan û kul bû

Nebûme bawer

Gul bi dil didî


Bazar me kir go:

”Ser bi ser nadim”

Ê gulperest bî

Can bi dil didî


Min go kî didî

Can û gul bi dil?

Go ev bazar e

Dil bi gul didî


Min can û dil dan

Dil kiriye qêrîn

Go ho Cegerxwîn

Dil bi gul didî

Helbest: Cegerxwîn

Muzîk: Reşo


Yar gijlokê

Yar gijlokê gijlokê

Yar gijlokê baranê

Te digot pelkê darê

Yar gijlokê baranê

Xew xweş e li paşla yarê

Yar gijlokê baranê


Yar gijlokê gijlokê

Yar gijlokê baranê


Te digot pelkê guzê

Yar gijlokê baranê

Xew xweş e li paşla qîzê

Yar gijlokê baranê

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Aranje: Reşo