Koma Stranen Dicle

Koma Stranên Dîcle


Na na mero

Em G Em G D7

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

B D7 Em

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

Em G D7

Cîhan bê to kip û wêla

B D7 Em

Cîhan bê to kip û wêla

Em G Am

Na na mero na, min tom xoş ewê

Am D7 Em

La gişt cîhana temya tom ewê

Em G Em G D7

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

B D7 Em

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

Toy hiwayî şadî toy mayêy jîyan

Min çon etwanim bijîm bê jîyan

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

Na na mero mero mero cîyêm mehêle

Gotin-Muzîk: Gelêrî (Soranî)

Sazkirin: Koma Strana Dîcle


Kwêstanim

G C Am G C Am

Deçme Silêmanî, gayjem lê dîyara

G C Am D G

Be berzî goyje, xem lê dilim bara

Am D G Am D G

Kwêstanim xal xal, befrî na çêto

G Am G Am D G

Yarim torawew çî lê bikem aştî na bêto

Hey dad hey bê dad, xo min namawum

Wek cogeley aw xwên dê le çawum

Kwêstanim xal xal, befrî na çêto

Yarim torawew çî lê bikem aştî na bêto

Hey dad hey bê dad, lem derda dîla

Her gencek be dest kîjek zalîla

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)

Herêm: Kerkuk

Sazkirin: Koma Strana Dîcle


Roja biratî

Îro roja biratî ye

Roja aşitî û azadî ye

Welatê min bin destan e

Bê azadî bê ziman e

Sêwî ye û bê xwedî ye

Gelê wî jî bin tehdan e

Her roj kuştin û talan e

Jîyan ji bo me giran e


Armanc yek e xuşk û bira

Kar bikin ji bo duweroja

Êdî bese rabin pîya

Xilas bikin şerê bira

Yekbûna me ewe welat

Ji bo me û ji bo welat

Gotin û Muzîk: Dara (Koma Strana Dîcle)

Sazkirin: KSD



Inê can

Kuliyê berfê danîne

Ser serê te inê can

Her yek keserê e

Ewladê te inê can

Re çetinayî zef dîtin

Berf û baran inê can

Pişta te ça peyakim

Barê giran inê can

Êdî mezin im îro

Tu yî min ra inê can

Bextê min ra tu giro

Ruhî min ra inê can

Îro berf e û pûs e

Ser serê te inê can

Ka destê te ramûse

Eskerê te inê can

Helbest: Eskerê Boyîk

Muzîk: Dilbirîn

Sazkirin: Koma Strana Dîcle

Îs lo dilo

Îs lo dilo lo dilo, hay lo dilo lo dilo

Hay lo dilo lo dilo kul min girono dilo

Maşim warê Hêydero îs lo dilo lo dilo

Maşim warê Hêydero kul min girono dilo

Dewê ma ha persena îs lo dilo lo dilo

Dewê ma ha persena kul min girono dilo

Pencera sêra serî îs lo dilo lo dilo

Pencera sêra serî kul min girono dilo

Amnon waxtê warono îs lo dilo lo dilo

Amnon waxtê warono kul min girono dilo

Mastê sibay honiko îs lo dilo lo dilo

Mastê sibay honiko kul min girono dilo

Nonê korek peteko îs lo dilo lo dilo

Nonê korek peteko kul min girono dilo

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Zazakî-Bîngol)

Mêvan

Mêvan mêvan mêvana min

Tu ser serê min ra hatî

Mêvan mêvan hoy azadî

Tu ser çavên min ra hatî

Min xewna xwe da dîtibû

Welatê min rizgar bibû

Xelqê me pê mesûd bibû

Bêhnfirehî destpêkiribû

Azadî hat Kurdistanê

Rojên xirab tunin êdî

Li ser çiyan çîçek vebûn

Zarok, jin, mêr vî ra şabûn

Gava sibê bû şiyar bûm

Dawiya xewna şîrîn hat

Welat hê jî bin destan e

Rabe Kurdo dîsa xebat

Gotin û Muzîk: Dara (Koma Strana Dîcle)

Sazkirin: KSD

Lorî

Jîyan ne tenê dengê tembûrê ye

Ne tenê helbestek e yan çîrok e

Ne jî tasek av e yan pariyek nan

Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Jîyan dirêjtir e ji me hozanan

Jîyan mezintir e ji gund û bajêran

Jîyan kûr e wekî çema wek behran

Jîyan dijwartir e ji çandina hêviyan

Lorî lorî lorî lorî berxêm lorî, berxêm lorî

Helbest : Cegerxwîn

Muzîk : Hüseyin Aydin

Sazkirin : KSD

Pî gulê

Ha gula baxa lê ca gula baxa

Ez aşiqê lê herdu çava

Pî gulê lê pî gulê lê pî gulê yeman

Tu kulîlka lê dora çeman

Xel zewicî lê ez û tu man

Ha gula te me lo ca gula te me

Genimê sorê baxça we me

Min neçine lo ez gune me

Ha gula reza lê ca gula rêza

Te sûret sor kir lê da ber geza

Ha gula aşa lê ca gula aşa

Te sûret sor kir lê da ber maça

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)

Sazkirin: (KSD)