KOMA AMED

KOMA AMED

Kulilka Azadî

E Am F

Kûça me kûr dişewite

Am F E

Tal û jahr dişewite

E Am F

Wê mirina te deng bide

Am F E

Çiya û zinaran bira


E Am

Tu kulîlka azadî yî

F E

Strana welatê me yî

E Am E F

Hespê şeh î dibezî

E F E

Çiya û zinaran bira


E Am F

Ez biçim yan bisekinim

Am F E

Pûç dibim yan zûwa dibim

E Am F

Ez bê te qet xwe nizanim

Am F E

Xem û xeyal bûme bira


E Am

Tu kulîlka azadî yî

F E

Strana welatê me yî

E Am E F

Hespê şeh î dibezî

E F E

Çiya û zinaran bira

Helbest: Muzaffer Îlhan Erdost



Hay nik na

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna


Qolo ketiye kîlerê

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna

Xwariye rûnê dîlberê

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna


Qolo nîn e, bela ye

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna

Xwariye rûnê dılberê

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna


Hevraz çûme Bedlis e

Berjêr çûme Bedlis e

Çı milletek temîz e

Kûsi kirine helîse

Hay nik na hay nik na

Niki niki nanna nik nanna


Hevraz çûme Leter e

Berjêr çûme Leter e

Çı milletek bêter e

Kûsi kirine deftere


Hay nik nana nim nanna

Kûştim helandim nanna

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)

Berhevkar: Koma Amed


Şemo

Wî wîwî wîwî, wî wîwî Şemo

Wî wîwî wîwî, heliyame bûme pemo


Gir xopanê bi nok e, wî wîwî Şemo

Gir xopanê bi noke, heliyame bûme pemo

Şivan a li hok e hok e, wî

Şivan a li hok e hok e, heliyame, bûme pemo


Gir xopanê bi sîr e, wî wîwî Şemo

Gir xopanê bii sîr e, heliyame bûme pemo

Şivan a li wîl e wîl e, wî wîwî Şemo

Şîvan a li wîl wîl e, heliyame bûme pemo


Wî wîwî wîwî, wî wîwî Şemo

Wî wîwî wîwî, heliyame bûme pemo


Gir xopanê bi nîsk e, wî wîwî Şemo

Gir xopanê bi nîsk e, heliyame bûme pemo

Şivan a li îsk e îsk e, wî wîwî Şemo

Şivan a îsk e îsk e, heliyame bûme pemo


Wî wîwî wîwî, wî wîwî Şemo

Wî wîwî wîwî, heliyame bûme pemo

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)

Berhevkar: Koma Amed



Çiyayê me

Çiyayê me berfê lêkir

Spî bûye, spî bûye

Ez ji te dûr im, tu ji min dûr î

Tim zivistan, spî bûye

Bihar hatiye gundê me

Sor û zer bûye çiyayê me

Ez ji te dûr im, tu ji min dûr î

Tim zivistan, spî bûye

Birîndar im ez wê nakim

Ez wê jînê qebûl nakim

Ez ji te dûr im, tu ji min dûr î

Tim zivistan, spî bûye

Zerî

Ha Zerî zalim Zerî lo, wey lo

Xwe medin rexê dêrî lo, wey lo

Ha Zerî Zerî Zerî, lê lê lê wey lê, lo lo lo wey lo

Du def hatin ber dêrî lo, wey lo

Defa lawikê Heyderê lo, wey lo

Ha Zerî Zerî Zerî, lê lê lê wey lê, lo lo lo wey lo

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)

Berhevkar: Sîpan

Sazkirin: Koma Amed

Seyran Mangî

Seyran Mangî Nîsan e qurban

Çimkî vade Gulan e

Were biçin bo seyran qurban

Bo ew bax û gulzar e

Nesrîn ewro Newroz ê qurban

Lê dibe cejna pîroz e

Malber ew ber ew ber e qurban

Xumnî kuşt ew dîlber e

Sew peî geî nehatî qurban

Kelîm û zer dibî were

Nexweş kewtim nehatî qurban

Wade can keşan were

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Berhevkar: Evdilmelîk Şêxbekir


Ronahi-Bêrîvan

Yek caran agir dibe mirov

Yek caran mirov dibe agir

Yek caran agirdibe ronahî

Yek caran Ronahî dibe agir

Yek caran dişewite pelên daran

Yek caran hesreta azadiya welat

Mezin dibe, dibe derdekî giran

Dişewite, diqîre, dibe Bêrîvan

Arê Newrozê, arê Newrozê

Bûye agirê serhildana Kurdistan e

Silav ji wan re, silav ji wan re

Silav ji agirê serhildana Kurdistan re


Rindê

Ware rindê rindê rindê

Rind rindê go

Wez heyrana bejna ziravim

Guharî bi guhvo

Were rindê rindê rindê

Rind rindê go

Wez heyrana bejna ziravim

Zerî bi bistûvo


Ger ez rinda xwe birevînim

Ger ez kewa xwe birevînim

Kesek tune ji min şîvo

Evîne hevo


Ware rindê rindê rindê

Rind rindê go

Ez heyrana bejna zirav im

Gorî guv guvo

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Herêm: Konya

Berhevkar: Ramazan Mercan

Destana Silopî

Na na Silopîyê ez j’bîrnakim ey heval

Çawa du caran me kuştin ey heval

Canrevanê wî welatî ne heval

Em karwanê di dinê de bûn ey heval


Xwîna me deştan bû qîrîn

Xwîna me çîyan bû teqîn

Hêsrên zarokê bêsuc in

Gulên sorî tim bilind in

Nîşana serhildanê ye

Berxwedan da ser çiyan

Na na heval em ji bîr nakin

Em ji bîr nakin ey heval


Dilên me hişk wekî pola ey heval

Ji wan re em nabin kole ey heval

Tirsa me ne cunta teres

Tirsa me ser axa bêkes

Na na Silopiyê ji bîr nakim

Ez ji bîrnakim ey heval



Qîza Helepçe

Çû me jiyanê kir girîn e

Çû me jiyanê kir mirin e

Bê suc wê ser jêkirine

Xana ku hat xana çû


Ew fermanê dil birîne

Ew dilorge bê qêrîn e

Wê jînê tev bidhêzîne

Xana ku hat îro çû


Wek rûkê zarê dikene

Lê dev lê ken hate kuştin

Ser juke dilek dil bi xwîn

Xana ku hat xana çû


Law ez bêm te li ber hew diçe

Ji bala qîza Helepçe

Dilê bûye perçe perçe

Xana ku hat çawa çû


Bala xwe da duru keyu

Qîza bû we qeru qeyu

Nîşana berxwedan eyu

Xana ku hat qey diçe


Qîza Helepçê tim geş e

Xemla serhildan û rewş e

Bûye hediya me gişa

Xana ku çû waye tê

Gotin: Evdilmelîk Şêxbekir

Muzîk: Savaş Çakmak