Xero Abbas

XERO ABBAS

Derdê dûrî

Xem û derdê min dinyayê birin

Roj û şevê min pêt û agir in

Heval û Hogir teva barkirin

Nizanim sax in nizanim mirin

Nizanim gunhê min çibû

Hey dunya yê hey dunya yê

Tev bûne rewî, ketin ser riyan

Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan

ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê

ez mame xerîb, li nav xwediyan

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê

Jiyana min bû, wek şevek tarî

Pişta min tewiya, ji bar Giranî

Hêstir ji çava, ser rû dibarî

Nebextê zemên, ku bimin dikarî

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê

Xew neket çava, dimînim şiyar

çav li riya wa, ji mir bûye kar

Havîn zivistan, nabê wa hat buhar

Xerîbî tucar ji mer nabê war

Nizanim gunhê min çîbû

Hey dunya yê hey dunya yê

Gotin û Muzîk: Xalid Zinal


Çima yarê

Çima yarê çima

Dil kirye bahra xema

Carek nadêm sozê

Her tim dibêjêm hema

Dînim gava tu dûrî

Nîvê emrêmi dibûrî

Dimrim ji ter nexema

Dimrim ji ter nexema

Wer dam biçin germavê

Nav çîmena û ber tavê

Ji zûva li benda tema

Ji zûva li benda tema

Ma gelo evîn wihaya

Hemû êş û belaya

Ti hêz diminda nema

Ti hêz diminda nema

Gotinû Muzîk: Peywan Arjîn

Evîna pêşî

Por berda wê li ser mila

Herdû çav tijî kila

Lêv sora weke gula

Lêlê lêlê lêlê

Derbasbû bilêva kenî

Kes nedît wê mi bitnê

Didilda migot tu ya minî

Lêlê lêlê lêlê

Derbasbû wek perîya

Meşek kir wek horîya

Min nasnekir ew kîya

Lêlê lêlê lêlê

Wêjî dît min lênerî

Rawesta hêdîperî

Têrnebûm ji dîtina zerî

Lêlê lêlê lêlê

Li xwe fitilî bimir kenî

Go bid pey min ez benî

Min bighê heya biderî

Lêlê lêlê lêlê

Me sozek bihevre da

Ku çênebê tu bela

Ewe bûk ez zava

Lêlê lêlê lêlê

Gotin: Husên Abbas.

Muzîk: Xêro Abbas.


Rêwî

Westîyabû ji rêka dûr

Dinalîya ji birîna kûr

Pişta xwe da dareke sitûr

Û distira û distira

Hey lêwayê li minê

Li min koçerê rîya mirinê

Li min hêsîrê destê nezanê dînê

Hey li minê !.........

Rîyê li ber min sisê û çarin

Rîya pêşî bitirse çete kozik têde vedane

Rîya diduwan diçê biber roma bê îman

Rîya sisîyan bi keleme û bikaş û newale

Hêz di çogê mide nemane

Rîya çara para mine ezê li dar û berê çîya

Bibim mêhvan heya mirinê.

Gotin û Muzîk: Hekîm Sefqan


Hatî birêve

Hatî birêvê bîhok û sêvê

Destê xwe da min ew şekir lêvê

Sînga sipî da..dabû alîyê xaç

Wekî mirîda mi çand hezar maç

Bisk didan alî ser rûkê min geş

Bihezar salê ez dimam nexweş

Ketim lehîya sor pêra diçim jor

Dar û av û çem ken li hawêrdor.

Helbest: Helîm Yûsif

Muzîk: Mustefa Kendeş


Dil şikestî

Bê evîna te li min çi sara

Çendî şikestî û dil bê wara

Çav pirsîyarî ji gul û ji dara

Ma gelo rojekê tê li min vegerê

xerîbê lê, vegera lê

wekî berê, wekî berê

Hê li bîra min hêsrê çavê ta

Gava tu çûyî te got bixatirê ta

Ez bihêvîma go bêma bîra ta

Bendewarim roja hatina ta

xerîbê lê, vegera lê

wekî berê, wekî berê

Gava ku roj herê ava

Pêra dimrê ronya tava

Çûk û bilbil vedigerin hêlînê

tu bitenê tê bîra min heyy lê şêrînê.

xerîbê lê, vegera lê

wekî berê, wekî berê

Gotin: Bextiyar Sefo

Muzîk: Xalid Zeynal

Sibe zû

Sibê zû hat ba min

Bêhna gula hate min

Dil sipî bû wek rokê

Dinya û alem bû li cem min

Sibe zû hat odê

Ruh û canêm şinda

Gava mi go tu ji kû tê

Go ez horîya xwedê da

Li bendî te mam ji mêjda

Hey kanîya jîyanê

Neçirvano qurbanêm

Hey xezala li berîyê

Sibê zû hat ba min

Bêhna gula hate min

Dil sipîbû wek rokê

Dinya û alem bû li cem min

Gotin û muzîk: Ciwan Şêxo

Sûnda min

Ka ew buhara xweş û Şêrîn

Ka ew gulên sor û rengîn

Dilêm tev bû kul û birîn

Ji xerîbîyê Hêsir digrîn

Kurdistana me jêra divê

Jêre divê, pir mal û xwîn

Ezê bidim ew dil û cerg û jîn

Ez sûnd dixum bişehîdê kurdan

Wan şehîdên ku didilde man

Ez sûn dixum bileyla hesin

Bileyla hesin û Leyla Zana

Ez sûnd dixum ku rizgarbikim

Welatê xwe kurdistan, ax...

Gotin: Feyrûşe Haco

Muzîk: Xêro Abbas

Şikrîya

Şikrîya Şikrîya

Eman neman şikrîya

Way eman neman şikrîya

Şikrîya Şikrîya

Eman neman şikrîya

Delala dilêm şikrîya

Ava serê kanîya

Eman neman şikrîya

Way ava serê kanîya

Şikrîya Şikrîya

Eman neman şikrîya

Delala dilêm şikrîya

Fîraqê ji bîr meke

Li vê dunyayê adete

Lo, vînî her adete

Şikrîya şikrîya

Eman neman şikrîya

Way eman neman şikrîya

Ava serê kanîya

Eman neman şikrîya

Delala dilêm şikrîya

Pirsa neke ez kîme

Ne mehkûm û xwînîme

Wez hêsîr û girtîme

Şikrîya şikrîya

Eman neman şikrîya

Way eman neman şikrîya

Ava serê kanîya

Eman neman şikrîya

Way ava serê kanîya.

Gerek em bihevrebana

Gerek dilê me yekbana

Dunya hingî wê ya me bana

Şikrîya şikrîya

Way eman neman şikrîya

Berfa bişev barîya

Li ser dev û lêvêm helîya

Way eman neman şikrîya

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Qamişlo)

Serpêhatiya nisran

Roj diçû ava...

Dikişand tirejên xweyî zêrîn.

Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan!

Car carna radiwesta li pişt xwe dimeyzand.

Hêdî hêdî xwe diveşart û dikete bextê girê tirban!

Go were Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman!

Mi go Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman!

Min jî da, rê ji dugirê, min berê xwe dida...

Nisran nisran.

Şevê bandikir... Go ho tu min nabê mêhvan.

Şev dikenî dirahişte heyvê û çend sitêrka Bisênga xweve daleqand.

Digo nexwe gelek xeman.

Piştî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran.

Lê min dixwest ji şevê bipirsim.

Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran?

Kete navbera min û şevê de.

Ewrina Reş û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran.

Min bandikir şevê.

Şevê, Şevê, Şevê...

Gotin: Husên Abbas

Muzîk: Xêro Abbas