Hozan Miftefa

Hozan Mıstefa

AGİRÊ ÇARAN

Ez nexweşim ne Mehmud û Necmime

Di nav agir derhem derhem di helim

Gelkî têşêm dermanê min hekîme

Ne Mehmud û Eşrefim ez dinalim

Dermanê min heb û Şirup û merhem

Daxwazya wan Kurdîstan bo di herdem

Kerba da ser dilêm bo eş û elem

Ew çar can bon xwe dan agir min kir şerm

Zîndan teng bo rob roj li me fireh bo

Lê ci bikim bi wan bi vê xweşiyê

Zilm û zor îşkence li ser me rabo

Çar Kawa em deranin ji vê reşiyê

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozan Mistefa

ASTÎ Û WEK HEVÎ

Ferman kiriye xweda

Aşt bikin bawermenda

Gel zordara bi şer bin

Taku guh bidin benda

Ecem Tirk Kurd û Ereb

Em hemî çê kirin Reb

Em tev bi aştî bijîn

Besin ew zor û xezeb

Pir xweşe demokratî

Wek hevî û biratî

Werin desta bidin hev

Bi komar û civatî

şuna barût û xwînê

Bicînin gulên jînê

şer û cengê biguherin

Bi aştî û evînê

Li vê jînê hev beşin

Em tev bi hev du geşin

Me bihev ne dine kuştin

Ciwan bi hev dil xweşin

Hey bawermendê nezan

Guh bidin banga xweda

Bi wek hevî bi aşitî

Gel hev bijîn li Cîhan

Ev ramanên çawt û xwar

Me ji hevra dikin neyar

Bi wek hevî yek rastî

Em hemu dibin rêzgar

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozan Mistefa

AX DAYÊ DAYÊ

Dayê neh meha gel xwe jîyandim

Dayê bi şîrê xwe te ez mêjandim

Dayê bi destê xwe te ez hejandim

Dayê bi lingê xwe te ez gerandim

Ax dayê dayê

Ax dayê dayê

Ez ji te dûrim

Dengê te nayê

Dayê ez digirîm tu bê xew mayî

Te ez dişuştım tu ne westiyayî

Te ez têr kirim dayê tu birçî mayî

Li te digerim ax tu ne xwiyayî

Ax dayê dayê

Ax dayê dayê

Ez ji te dûrim

Dengê te nayê

Bi te navê min ma li Cîhanê

Bi te ruhê min ma li jiyanê

Bi te bum paydar li niştimanê

Ez winda nabim dayê li gorîstanê.

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozan Mistefa

BERXÊ MALA BIŞAR Û SEYDO

Dibê wayê wayê wayê wayê hey wayê…

Têlo dibê Beso rebenê de rabe payize li textê

Qereyazi’yê berfê li me lê kir…

Hele tu dên û bala xwe bidê berxê mala Bişar û

Seydo ji tirsa hukumeta Cumhûriyetê

Di binê erdê da gelo lexem lê xist lawo Mixare çê kir

Xedo Xwedê dizane îxbarcî bû leşker kire ser wan

Feyzo bavê Îpek’ê wê derê hate kuştin

Xedo ji bona gustîla zêr tiliya bavê Îpekê gelo kokê de jê kir.

Here wayê wayê wayê wayê hey wayê…

Lo lo Xedo lawo min ji te ra nego îşê te li berxê mala Bişar

û Seydo tune.

Here li mala xwe bi maqûlî rûne

bibe Xedoyê berê way.

Dibê wayê wayê wayê wayê hey wayê…

Ezê bejn û bala Xedoyê Sazlixê dinêrim fena bejna dîna

Ezê li rabun û rûniştina vî ne camêrî dinêrim fena kerê nav mehîna

Xwedê zane pozê wî bilinde weke qalpozê li ser zîna.

Derbekî dane bejn û bala Xedoyê Sazlixê bavê Mehmûd.

Cenazê wî ezîze mêjiyê wî çê ke nava bas balixa lêxin

Serê wî bidin ser tertê cot sergîna.

Min dî gava Xedoyê Sazlixê daxilî qebra sar kirin Xwedê dizane.

Li ser serê wî bûye dengê repê topizê zebaniyan

Her wekî cendirmê hukumetê dikevin pê berxê mala Bişar

û seydo gelo bêbextiya..

De gelî cimata hazir hetanî hunê sax bin li dinyayê

Hûnê terş û telaqê vî bê şerefî re bidin lawo dujun û çêran.

Here wayê wayê wayê wayê wayê hey wayê…

Lo lo Xedo lawo min ji te ra nego

îşê te li berxê mala Bişar û Seydo tune.

Here li mala xwe bi maqûlî rune

bibe Xedoyê berê way.

Gotin û muzîk: Gelerî-Berhevkar: Hozan mistefa

CIZÎRE

Cizîr e û cizîr e Mumanê Mumanê

Cizîr e û cizîr e wey taykê reş rêhanê

Te cizîr ava kir Mumanê Mumanê

Te cizîr ava kir wey taykê reş rêhanê

Kursî zêr şerap kir Mumanê Mumanê

Kursî zêr şerap kir wey taykê reş rêhanê

Cizîr kevrê reşe û Mumanê Mumanê

Cizîr kevrê reşe wey taykê reş rêhanê

Hur hur lê dimeşe Mumanê Mumanê

Hur hur lê dimeşe wey taykê reş rêhanê

Xwişkê pê kef xweşe Mumanê Mumanê

Xwîşkê pê kef xweşe wey taykê reş rêhanê

Cizîr kevrê spî ye Mumanê Mumanê

Cizîr kevrê spî ye wey taykê reş rêhanê

Govent li ser baniye Mumanê Mumanê

Govent li ser baniye wey taykê reş rêhanê

Xwîşkê tu bi gori ye Mumanê Mumanê

Xwîşkê tu bi gori ye wey taykê reş rêhanê

DELALA MINÎ

Kilên çavan pir tariye

Emam eman dilê minî

Dilê min ji ber wê heliyaye

Eman neman neman tu delala minî

Rewşê li gunde xwiyiyaye

Eman neman neman tu hevala minî

Keçê îşev were mala meye

Eman neman neman tu şîrîna minî

Gul danîne nava dilan

Gul danîne eman dilo

Gul bibîne gul şîrîne

Gul ya mine eman dilo

Rewşê li gunde meşiyaye

Emen emen dilê minî

Soz ji xortan re dayiye

Eman neman neman tu hevala minî

Heta ez bimirim te ji bîr nakim

Eman neman neman tu delala minî

Dilê min ji ber wê helîyaye

Eman neman neman tu şîrîna minî

Gul danîne nava dilan

Gul danîne eman dilo

Gul bibîne gul şîrîne

Gul ya mine eman dilo

DELALA MINÎ

Kilên çavan pir tariye

Emam eman dilê minî

Dilê min ji ber wê heliyaye

Eman neman neman tu delala minî

Rewşê li gunde xwiyiyaye

Eman neman neman tu hevala minî

Keçê îşev were mala meye

Eman neman neman tu şîrîna minî

Gul danîne nava dilan

Gul danîne eman dilo

Gul bibîne gul şîrîne

Gul ya mine eman dilo

Rewşê li gunde meşiyaye

Emen emen dilê minî

Soz ji xortan re dayiye

Eman neman neman tu hevala minî

Heta ez bimirim te ji bîr nakim

Eman neman neman tu delala minî

Dilê min ji ber wê helîyaye

Eman neman neman tu şîrîna minî

Gul danîne nava dilan

Gul danîne eman dilo

Gul bibîne gul şîrîne

Gul ya mine eman dilo

DÎLBER

Tu weke gulekê vebû di dilêmin

Erd ûi esmanê’m tu roniya çavê min

Xweşik bûna te bûye bela serê min

Ma ne bese Dîlber tu were ba min

Dîbera Dîlber dîlbera minê

Dîlbera Dîlbel evîna minê…hevala minê

Dîtina te hêjaye hemu cîhanê

Xemla te rengîne ji gulên biharê

Bejna te zirave wek tayek rêhanê

Ma ne bese Dîlber were dîlanê

Dîbera Dîlber dîlbera minê

Dîlbera Dîlbel evîna minê…hevala minê

Ezê te ji xwe re bikim bûka dilê xwe

Bixemilînim te li ser navê xwe

Bighêjim mexsedan ku bibim li ser xwe

Ma ne bese Dîlber can didim ji bo te

Dîbera Dîlber dîlbera minê

Dîlbera Dîlbel evîna minê…hevala minê

Gotin: Dilbrîn

Muzik: Hozan Mistefa

EY HEVALÊN BARÊ GIRAN

Ey hevalên barê giran

Egît û Mazlum Doxan

Barê girane Kurdîstan

Rahiştine wan li ser milan

Baxçê gulan te kir xeme

Feda kir can ji boy welat

Şehît bûn ji boy azadiyê

Egît û Mazlum Doxan

Baran dibare xum xume

Ew dimeşe ava çeme

Bimeşin îro dem deme

Pêy Egîd û Mazlum herin

Ey hevalên barê giran

Egît û Mazlum Doxan

Barê girane Kurdîstan

Rahiştine wan li ser milan

EZ GULUM

Ez gulim ez gulim kurko dîno ez gulim

Ez gulim ez gulim zalimo dîno ez gulim

Ez gulim qurnefilim kurko dîno ez gulim

Ez gulim qurnefîlim zalimo dîno ez gulim

Wê li bin siya kevirim kurko dîno ez gulim

Wê li bin siya kevirim zalimo dîno ez gulim

Xelkê ez ji xwe ra birim kurko dîno ez gulim

Xelkê ez ji xwe ra birim zalimo dîno ez gulim

Gul ji gula baharê kurko dîno ez gulim

Gul ji gula baharê zalimo dîno ez gulim

Rûniştî li binê darê kurko dîno ez gulim

Rûniştî li binê darê zalimo dîno ez gulim

Xew xweşe li paşla yarê kurko dîni ez gulim

Xew xweşe li paşla yarê zalimo dîni ez gulim

DDDDDDDDDDDDDDDDDDDD

Gul ji gula havînê kurko dîno ez gulim

Gul ji gula havînê zalimo dîno ez gulim

Rûnişt li binê Karçînê kurko dîno ez gulim

Rûnişt li binê Karçînê zalimo dîno ez gulim

Xew xweşe li paşla Zînê kurko dîno ez gulim

Xew xweşe li paşla Zînê zalimo dîno ez gulim

DDDDDDDDDDDDDDDDDDDD

Gul ji gula payîzê kurko dîno ez gulim

Gul ji gula payîzê zalimo dîno ez gulim

Rûniştî li binê gûzê kurko dîno ez gulim

Rûniştî li binê gûzê zalimo dîno ez gulim

Xev xweşe li paşla qîzê kurko dîno ez gulim

Xev xweşe li paşla qîzê zalimo dîno ez gulim

DDDDDDDDDDDDDDDDDDDDD

GULÊ MAHRÛMÊ

Lê lê gulê mahrûmê çiya bilinde hayê hayê....

Gulê bi darmazî.

Wele qazan û qumriyan hay hay …de hay hay …

Dikir gazî.

Wele Kurdîstan ya mi biya hayê hayê gulê ...

Tu çi dixwazî

Heta saxim bêjim welat welat ax welato

Te ne soze ne qinyato

Salihê mino gula Ertûşî bu sefer tirko hato…

Lê lê gulê mahrûmê çiya bilinde hayê hayê....

Gulê te çiş min kir.

Wele qazan û qumriyan hay hay …de hay hay …

Gulê hêlîn çê kir.

Wele Kurdîstan ya mi biya hayê hayê gulê...

Tırka dawa lê kir

Heta saxim bêjim welat welat ax welato

Te ne soze ne qinyato

Salihê mino gula Ertûşî bu sefer tirko hato…

Lê lê gulê mahrûmê çiya bilinde hayê hayê....

Gulê ez te nabînim.

Lê lê gulê mahrûmê mektûbekî binivîse hayê hayê...Gulê

De wez bixwûnim.

Eger bêjin gula min ne saxbe hayê hayê gulê

Wez nemînim.

Heta saxim bêjim welat welat ax welato

Te ne soze ne qinyato

Salihê mino gula Ertûşî bu sefer tirko hato…

HAY BÎYE BÎYE

Hay bıye bıyebıye lê lê lê lê lê lê Xanê lê

Hay bîye bîye bıye lê zava ji mala bavê min

Diçêrê berx û miye lê lê lê lê lê lê Xanê lê

Diçêrê berx û mıye lê zava ji mala bavê min

Derdam kecka gundiye lê lê lê lê lê Xanê lê

Derdam kecka hundıye zava ji mala bavê min

Hay şeve şeve şeve lê lê lê lê lê lê axanê lê

Hay şeve şeve şeve lê zava ji mala bavê min

Diçêrê berx û peze lê lê lê lê lê Xanê lê

Diçêrê berx û peze lê zava ji mala bavê min

Derdam kecka çerkeze lê lê lê lê Xanê lê

Derdam kecka çerkeze lê zava ji mala bavê min

HAY RÛVÎ

Hay rûvî ye rûviye , wêle bavo rûviye

Hay rûvî ye rûviye werne hêla rûviye

Serê dûvê wî spiye wêle ...............

Serê düvê wî spiye werne..............

Hatiye dizê lîsiye wêle...................

Hatiye dizê Iîsiye werne................

Mirîşka zer xwariye wêle..............

Mirîşka zer xwariye werne............

Hat rûviyê behra hincê wêle.........

Hat rûviyê behra hincê werne.......

Xwe tavêt finco fincê wêle..............

Xwe tavêt finco fincê werne...........

Goşt xweşe li ser brincê wêle..........

Goşt xweşe li ser brincê werne.......

Hat rûviyê van zinara wêle.............

Hat rûviye van zinara werne..........

Xwe tavêt guliyên dara wêle...........

Xwe tavêt guliyên dara werne........

Gost xweşe li ser savara wêle.........

Gost xweşe li ser savara werne......

HER WEYLO

Her weylo weylo neke

Kum sorê por hineke

Pasla xwe semamoke

Her weylo weylo neke

Ber keçkê wekî guzin

Ber keçkê wekî guzin

Dest bavnê ew ezîzin

Dest bavnê ew ezîzin

Ber keçkê wekî xettin

Ber keçkê wekî xettin

Dest bavne êmanetin

Dest bavne êmanetin

Der keçkê di qibleda

Te dil kir bavê neda

Bav bimre di pelikda

Keçik bimne ser bavê da

Dê bimre di cilê da

Bila here qeflikê da

Her weylo weylo neke

Kum sorê por hineke

Paş1a xwe şemamoke

Her weylo weylo neke

HOY ZEYNÊ

Hev ka penîrê spîme hoy hoy Zeynê Zeynê

Hev ka penîrê spîme kulîlka ev dil eynê

Hemayla dur cindîme hoy hoy Zeynê Zeynê

Hemayla dur cindîme kulîlka ev dil eynê

Xasinga ter û spîme hoy hoy Zeynê Zeynê

Xasinga ter û spîme kulîlka ev dil eynê

Hîvka penîrê sorim hoy hoy Zeynê zeynê

Hîvka penîre sorim kulîlka ev dil eynê

Hemayla dur bi durim hoy hoy Zeynê Zeynê

Hemayla dur bi durim kulîlka ev dil eynê

Xasinga te pisporim hoy hoy Zeynê Zeynê

Xasinga te pisporim kulîlka ev dil eynê

KELEŞO

Keleşo nubedaro wey lo lo lo wey lo lo lo

Lawiko nubedaro yar dilê min emrê te

De ji odê were xwaro wey lo lo lo wey lo lo lo

De ji odê were xwaro yar dilê min emrê te

Şev tarî diz hezaro wey lo lo lo wey lo lo

Şev tarî diz hezaro yar dilê min emrê te

Keleşo pirê çêke wey lo lo lo wey lo lo lo

Keleşo pirê çêke yar dilê min emrê te

Cut kevrê mermer çêke wey lo lo lo wey lo lo lo

Cut kevrê mermer çêke yar dilê min

Det navê min xwe lêke wey lo lo lo wey lo lo lo

Det navê min xwe lêke yar dilê min emrê te

Kuriko mele îsa wey lo lo lo wey lo lo lo

Kuriko mele îsa yar dilê min emrê te

Qeytana devê kîsa wey lo lo lo wey lo lo lo

Qeytana devê kîsa yar dilê min emrê te

Dest girtî rû ramuse wey lo lo lowery lo lo lo

Dest girtî rû ramuse yar dilê min emrê te

KOÇERÊ

Koçerê hey koçerê narînê narînê hey nar

Delalê hey delalê xwar bu li ser bejnê da

Koçera ji bêriyê tê narînê narînê hey nar

Koçera ji bêriyê tê xwar bu li ser bejnê da

Naxwazim kecka bê dê narînê narinê hey nar

Naxwazim kecka bê dê xwar bu li ser bejnê da

(Dîsgotin)

Koçera ji beriya bê av narînê narînê hey nar

Koçera ji berya bê av xwar bu li ser bejnê da

Naxwazim kecka bê bav narînê narînê hey nar

Naxwazim kecka bê bav xwar bu li ser bejnê da

Koçerê hey koçerê narînê narînê hey nar

Koçerê hey koçerê xwar bu li ser bejnê da

MERZIYA HEVAL NEBÎ

Felek îro xemgîne dil

Li baxê min Çilmisîn gul

Min wenda kir Nebiyê xwe

Li min şikestin pişt û mil

Ji dest firî bazê kedî

Min mezin kir min têr nedî

Felek ji min çi dixwazî

Ma tu nakî şerm û fedî

Nebî bira dilovanî

Te xwe kir gorî mehvanî

Ji bo tu wî bi parêzî

Te canê xwe li ser danî

Bira pir hêja û delalî

Tu zavayê sê çar salî

Di bahara jiyana xwe

Te sotin bira û malî

Nebî ji bo te xemgînim

Ez digerim te nabînim

Li ber çavê minî her dem

Ji bo te ez dilbirînim

Jana bira pir xedare

Te ez hiştim ji derdan re

Zarê şêrîn wan çavên reş

Ji bîr nakim hey heware

Te ez hiştim bê yar û heval

Bilbilê min mayiye lal

Ez te ji bîr nakim tu car

Jiyan li min bûye xiyal

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozn Mistefa

PÎROZ BIKIN NEWROZÊ

Newroza bav û kalan pîroz bikin Newrozê

Ev bu çent hezar sal e pîroz bikin Newrozê

Ji bo kurdan bû sersal e pîroz bikin Newrozê

Gelî dost û hevalan pîroz bikin Newrozê

(Dîsgotin)

Îro kurt ne rêzgarin pîroz bikin Newrozê

Ji mafê xwe bê par in pîroz bikin Newrozê

Li bin destê neyar in pîroz bikin Newrozê

Bo serxwebun li kar in pîroz bikin Newrozê

(Dîsgotin)

Berê xwe bidne welat pîroz bikin Newrozê

Ji bo şoreş û xebat pîroz bikin Newrozê

Xort û keçê dil şewat pîroz bikin Newrozê

Bibînin roja felat pîroz bikin Newrozê

Neweroz piştî tengiyan

Cejneke azadî ye

Pîroz bikin li her çiyan

Gund û bajar û çiyan

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozan Mistefa

ŞÊX CELALEDÎN

Ey şêxê min seyidê min (2)

Te agir berda dilê min

Şêx Celaledîn xewzê min

Hawar li xewzên hîzanê

Heyfa şêxên li Kurdîtanê

Şêx Celaledîn kuştin li Tatwanê…(.dîsgotin)

Dem biçin li ser şêxên hîzanê

Hawar li xewzen hizane

Çûm li hîzanê gelî gelî

Çûm xeydayê gelî gelî

Jê derketin cotek welî

Şêx Şabedîn seyîd Elî

Xwîna şêxa li dunyê dikelî

Xwedê xirab bikê mala walî

Wê xeniqandin cotek welî

Ay şêxê min seyîdê min

Hawar li xewzên hîzanê

(disgutin)

Çûm hîzanê li devê xane

Heyfa tekiya xalî mane

Rakir fermana şêxane

Ay şêxê min seyîdê min

Hwar li xewzên hîzanê

(disgutin)

Çûm hîzanê li devê golê

Çûm xeydayê li devê golê

Hespê şêxa dikin pêkolê

Ferman rabû ji Stanbolê

Ay şêxê min seyîdê min

Te agir berda dilê min

Şêx Celaledîne xewzê min

ŞÎN U GIRÎ

Kele kirî nebe canê

Mixabinê wan çavane

Ji bo te bo girîm bo girîm nedane

Neke girî ax neke kirî

Çavên te derya hevyanê..

Çavên te konên warane

Kirîvo ew êş u jane

Ax.....neke girî neke girî

Girî dermanê şînîne

Girî li hevdanên birîne

Rengê giryê reş u şîne

Ax....neke girî neke girî

Kele girî nebe canê

Mixabinê wan çavanê

Ji bo te bo girîm bo girîm nedane

Neke girî ax neke girî

SIPANO

Sipano gaz bi gazo

Kane leyloka min leylo

Werane gaz bi gazo

Kane mehbuba min dila

Dile deqa cewazo

Kane leyloka min leylo

Dile deqa cewazo

Kane mehbuba min dila

Xure men xorte tolazo

Kanne leyloka min leylo

Xure min xorte tolazo

Kane mehbuba min dila

WELAT Û ŞOREŞVAN

Çava ji kêre kil bikim

Ji min durî yarê delal

Birha jî kêre hil bikim

Jîyan li min buye xîyal

Dêma jî kêre bi gul bikim

Bilbilêmin mayîye lal

Biska jî kêre şil bikim

Ez mame bê dost û heval

Çava jî minra kilbike

Jî wa çavê te bawerim

Birha jî mire hil bike

Li jîyanek nu digerim

Dêma jî mireb gul bike

Te bitû gula naguherim

Biska bi xwînê şil bike

Ez ji bo te şoreşgerim

Çend salin li benda teme

Dost û yar tev gehane hev

Tu zanê ez bote heme

Li benda teme roj û şev

Ez bê çarim ez guneme

Ma qê qedera meye ev

Tû çi bixwazê amade me

Bo evîndara şerme rev

Zanim tû li benda minî

Ez jî li te evîndarim

Yarê tû xweş şêre jinî

Ji bona te dîn û harim

Zanim namusa mezinî

Ez ji bo te çenge warim

Îro bin destê dijminî

Ji berwê bê cîh û warim

Gotin: Dilbrîn

Muzîk: Hozan Mistefa

XWESTÎ ME

Ez xwestî me xwestî me

Lê yadê lê yadê lê yabo min navê

Li ber derî rûniştime

Lê yadê lê yadê lo bavo min navê

Xazgîniyê min kîne

Lê yadê lê yadê lo bavo min navê

Mela û qazî û miftîne

Lê yadê lê yadê lo yabo min navê

Wey lê dayê lê dayê

Lê dayê lê dayê lo bavo min navê

Çizîrî qaçax cîne

Lê yadê lê yadê lo bavo min navê

Kelehî kelek cîne

Lê yadê lê yadê lo bavo min navê

Qelenê min birîne

Lê yadê lê yadê lo bavo min navê

YARA MIN DELALE

Yara min delale cana min delale

Evîndara dila evîndara dila

Canê tu ezîzî yarê tu ezîzî

Delala dilanî delala dilanî

Cana min xerîbe xeîbê bê ware

Yara min xerîbê bê ware

Delala min xerîbê ji mala xwe dûre

Yara min xerîbe ji mala xwe dûre

Ez çûme zozana ew roj çûm zozana

Welatekî xerîbe kesek lê tuneye

Cana min delale yara min delale

Şêrînê hevalê şêrînê hevalê

Bêrî çûn bêrîyê pez dan ser bêriyê

Lawik çûn pêşiyê pisporê li wî alî

Cana min canike cana min xweşike

Şîrînê delalê şîrîne delalê

Gotin: Hozan Mistefa

Muzîk: Hozan Mistefa

ZERÎ HEYRAN

Zerî heyran çavên reş û belek çavên te ne lê....

Mala minê min qurbana çavên reş û belek biroyên qelemkirî..

Zozan neman lê negeryam şuna kef û henekê meine lê...

Zerî heyran eger tuyê înkariya heqê li min bikî wê dûnyayê

De kevir û darên zozanan tev şahîdê mene lê....

Were yar yar yar...

Zerî heyran yar............yar..

Ezê bimrim li dinyayê xelqê bêjin tu sebeb î lê lê...

Zerî qurban bejna te rêhan e ji baxçê gulan û rêhanan

Ji bêhna misk û emberan xweştir e yar....

Lêw lê torîn qurban bextê te ji tayê rêhanê bi reştir e lê

Ezê herim cem şindolî xirabî mêran

Ezê bibêjim tuyê zilm û tedayiyê li turîna min neke yar...

Eger ba dilê te xirab be ba dilê min der û cînaran

Ji heval û hogiran ji roniya çavên min pêştir e lê....

Were yar yar yar ...

Zerî heyran yar.........yar..

Ezê bimrim li dinyayê xelqê bêjin tu sebeb î lê lê ..

Zerî qurban ev çi nîşan e di biroyê te de hatî lê....

Mala minê min bi qurbana bejna zirav çavên reş û belwk-

kilê bi çî û çi bijartî lê..

Zerî heyran xwedê zane çiqas ber dilêm şêrîn xwilqandiye

Ez niza tu ne gulî ne rêhan î yan nebat î lê...

Min evdalê çent sal e digerim zozanan bi firariyê

Bila fermana me derxin me her duyan surgun bikin –

emê herin ji vî welatî yar.

Were yar yar yar...

Zerî heyran yar..........yar....

Ezê bimrim li dinyayê xelqê bêjin tu sebeb î lê lê.....

ZÎNDANA TARÎ

Binê zîndana tarî

Herdem di qêrîn nalîn

Roj çardehê tirmehê

Tê pêjna Kemal Xeyrî

Lingê wan di qeydê da

Destê wan zincir kirin (Dîsgutin)

Heyfa canê wan xortan

Zîndanê da şehît bûn

Akîf bandikir heware

Kurd hemû man bê çare

Emê canê xwe bidin

Agir li ser me bibare

Em pir ji hes mirnê dikin

Ji bûna jiyanek nû

Pelê dîrokê vedan

Ji bûna Kurdîstanek nû

Gotin: Nuri Toprak

Muzîk: Hozan Mistefa

true],[4,[� U� ��