Seyid Usif

SEYID USIV

Oy felek

Oy felek ji bo çi te ez hiştim ji hevalan

Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan

Carek bi tenê oy felekê mirada min te bi cî ne anî

Wa bi derd û kulan ev dilê min her dinale

Oy felek oy felek oy felek…


Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî

Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî

Wa hevalan ez bîr kirim teva pişta xwe didan min

Wa xudîya ez firotim bi erzanî

Oy felek oy felek oy felek..

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif


Bes e

Min dilek girt û min dilek berda

Dilê min bûye kanya kul û derda

Te soz dida min te ez xapandim

Te ez xapandim nizam bû cara çenda

Bû cara çenda

Bes e…

Bes e…

Bese keçê dev ji min berde

Bes e…

Bes e…

Bese heyran dev ji min berde


Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî

Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê

Ez ne poşman im lê bi soz û peyman im

Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê

Bes e…

Bes e…

Bese keçê dev ji min berde

Bes e…

Bes e…

Bese heyran dev ji min berde


Te soz her didan bi sond û peyman

Axir ji destê te lê sed carî eman

Te digo îro, sibe, yan serê salê

Alem zewicîn tenê ez û tu man

Tenê ez û tu man

Bes e…

Bes e…

Bese keçe dev ji min berde

Bes e…

Bes e…

Bese heyran dev ji min berde


Xwe neveşêre kubar

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e

Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e

Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê

Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e


Ro li min bûne sal bo te şêrîn yarê

Dil dike nale-nal derman bik kubarê

Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî

Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne

Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne


Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me

Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me

Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me

Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne


Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e

Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e

Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê

Tu xeber şekir î lêvê te hungivîn e

Gotin û Muzîk : Seîd Yûsif

Jinê jinê

Jinê jinê jinê wey jinê

Tu taca serê minê

Jinê jinê jinê jinê wey jinê

Tu taca serê minê

Çendî tu bêjim tu hêja yî

Tu gul î û sebra dila yî

Li pişt min wek çiya yî

Hêjaye malê dinê


Kurdino min hêvî heye

Rêka cengê fire ye

Ciyê jinê tê heye

Jin jî ne kêmî we ye

Bextê we guh bidinê

Hêjaye malê dinê


Xelk tev çûne ezmana

Jin jî her tewlî wana

Jin jî wekî mêran e

Ê me bê xwendin mane

Li mal dimînin bi tenê

E’li bextê we guh bidinê


Li cîhanê seranser

Jin dixwîne û diçe şer

Jina Kurdî tev gewher

Welatparêz xebatker

Dûr nekin ji xwendinê

Hêjaye malê dinê


Jinê jinê jinê wey jinê

Tu taca serê minê

Jinê jinê jinê jinê wey jinê

Tu taca serê minê

Çendî tu bêjim tu hêja yî

Tu gul î û sebra dila yî

Li pişt min wek çiya yî

Hêjaye malê dinê


Ez tî me

Tî me ez tî me ez tî me, li ser kaniyê min te dî

Ji xwe tu nizanî ez kî me, te av neda min û nekir fedî


Weke xerîba dihatim, bi wî çavî limin dinêrî

Te digo ji xwe min nasnakî, ji derda min dabû girî

Soz da bû cara sedî


Do bû bi serê min sond dixwar, me dabû hev soz û peyman

Go hatî go her tine hawar, wey bêbexta

Te ez hiştim bê xwedî


Dil bir wê dil bir wê dil bir, felek serê min gerand

Kulê dilê min ê pir kir, mejî ji serî firand

Dil bir û nema didî

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif

Rûken

Xwînşêrînê rûkenê delala dilê min bi tenê

Ka ew roja ez te bînim dest bavêjim wê gerdenê


Ezê çiya bihejînim, bi zor-bi xweşî wê bînim

Ji bo te ez ne sax im ez miriyê xwîna şêrîn im


Te ji vî dilî navêjim, ez evîndarê teyî ji mêj im

Sebra dilê min tu yî li her deverî dibêjim

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif



Çûme Cizîrê

Ooof... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan

Ax şahlûl û bilbil li hev bûne cote

Me gotinê evînî ji hevre digota

Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan


Oof... çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî

Keçkên Helebiya werne wî alî

Lê keçkên Estêliya werne vî alî

Lê keçkên Cizîriya werne vî alî

Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî


Oof... çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e

Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e

Wele jê derketin ew birê jina

Çûme ya pêşî lê gelekî kin e

Çûme ya nêvî ne li gorî min e

Ez çûme ya dawî ew yara min e

Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif



Nazik û nazdar

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar

Bi dest da min baqê gula dil birî yek car

Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î

Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar


Xewa şevê nizam çî ye dimînim şiyar

Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar

Ew roja te gul anî dil ji navê deranî

Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar

Bi dest da min baqê gula dil birî yek car

Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î

Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar


Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar

Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar

Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î

Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar

Bi dest da min baqê gula dil birî yek car

Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î

Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif



Nofa

Endî ware peytaxtê lê lê...

Endî warê peytaxtê, keç xatûna li ser text e

Şûşa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e

Çima îznê nadî min, nîvsaatekî bême rex te

Lê lê… Nofa


Amûdê ber bi bayê lê lê… Nofa

Amûdê ber bi bayê, Dirbêsiyê ava ye

Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye

Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî

Nofa keça axa ye lê Nofa…


Lê Nofa te zeriyê lê lê… Nofa

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Xlulamâ te sipehiyê, ferze keça xelkê bû

Muhbeta dilêm ketiyê Nofa…

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Ez xulama sîng sipîyê, bejin ji dara biyê

Xweska ez buyama gustilk, ketbama wê tilîyê

Ferzê keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa…

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif



Min dil da te

Min dil da te carek carek di nadim dil

Kul û derdêm bûn barek di serî de nema aqil


Xewa şeva li min diçû bi derda re dimam şiyar

Li min nema reng û rû ji evîna tey dijwar


Min dil da te poşman im te dil da ber derba şûr

Ez bi avê nizanim, te ez kirime behrek kûr


Dixwînim li ser yarê ez bi vî zimanî

Tu carî ji bîra min narê sebrê dil bîr nayê


Çi bi serê min kir evînê ez mame komek hestî

Hinav tev bûn wek xwînê roja te dil xwestî

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif



Meş ordekê

Wez ji teyran teyrê reş im

Ha meş meş ordekê

Hemayloka bi neşîn im

Ha meş meş ordekê


Aşiqê keçka keleş im

Ha meş meş ordekê

Aşiqê keçka keleş im

Ha meş meş ordekê


Ez ji teyra teyrê sipî me

Ha meş meş ordekê

Ez ji teyra teyrê sipî me

Ha meş meş ordekê


Hemayloka bi rîşî me

Ha meş meş ordekê

Hemayloka bi rîşî me

Ha meş meş ordekê


Aşiqê keçka gundî me

Ha meş meş ordekê

Ez maşûqê keçka gundî me

Ha meş meş ordekê


Wez ji teyra teyrê şîn im

Ha meş meş ordekê

Wez ji teyra teyrê şîn im

Ha meş meş ordekê


Hemayloka bi neşîn im

Ha meş meş ordekê

Hemayloka bi neşîn im

Ha meş meş ordekê


Bo yarê ez har û dîn im

Ha meş meş ordekê

Bo yarê ez har û dîn im

Ha meş meş ordekê


Wez ji teyra teyrê zer im

Ha meş meş ordekê

Wez ji teyra teyrê zer im

Ha meş meş ordekê


Hemayloka dor bi ber im

Ha meş meş ordekê

Hemayloka dor bi ber im

Ha meş meş ordekê


Aşiqê keçka esmer im

Ha meş meş ordekê

Aşiqê keçka esmer im

Ha meş meş ordekê

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif

,"lpu2 A �_�