Kurmancî Gelêrî -2-

Kurmancî Gelerî 2-

Kinê

Kin im kin im lê lê lê

Dirêj nebim lê lê lê

Dirêj nabim way way


Zêrê zer im lê lê lê

Xirab nabim lê lê lê

Xirab nabim way way


Paşa were lê lê lê

Ber ranabim lê lê lê

Ber ranabim way way


Pirsê xelkê lê lê lê

Xirab nabim lê lê lê

Xirab nabim way way


Ax lê kinê lê lê lê

Maliya minê lê lê lê

Maliya minê way way


Kin macira lê lê lê

Deşta Muşê lê lê lê

Deşta Muşê way way


Kin şerbet bû lê lê lê

Berda şûşê lê lê lê

Berda şûşê wy way


Ez radimusim lê lê lê

Ber dergûşê lê lê lê

Ber dergûşê way way

Dilo îşev li ku me

Dilo îşev li ku me

Lo dilo dilo lo dilo

Dilo îşev li ku me

Rezîlo dilo sorgulo


Ser pireka Pasînê

Lo dilo dilo lo dilo

Ser pireka Pasînê

Rezîlo dilo sorgulo


Deng tê dengê yasînê

Lo dilo dilo lo dilo

Deng tê dengê yasînê

Rezîlo dilo sorgulo


Dilo îşev li ku me

Lo dilo dilo lo dilo

Dilo îşev li ku me

Rezîlo dilo sorgulo


Ser pireka Pilûrê

Lo dilo dilo lo dilo

Ser pireka Pilûrê

Rezîlo dilo sorgulo


Deng tê dengê bilûrê

Lo dilo dilo lo dilo

Deng tê dengê bilûrê

Rezîlo dilo sorgulo


Dilo îşev li ku me

Lo dilo dilo lo dilo

Dilo îşev li ku me

Rezîlo dilo sorgulo


Ser pireka Temranê

Lo dilo dilo lo dilo

Ser pireka Temranê

Rezîlo dilo sorgulo


Deng tê dengê Qur’anê

Lo dilo dilo lo dilo

Deng tê dengê Qur’anê

Rezîlo dilo sorgulo



Xwezila biskik bama

Xwezila biskik bama, yado

Bisk biskê beranan

Xwezila biskik bama, yado

Bisk biskê beranan


Hûr hûr biçêriyama, yado

Dorkê van xoydanan

Hûr-hûr biçêriyama, yado

Dorkê van xoydanan


Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser mircanan

Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser mircanan


Xwezila biskik bama yado

Bisk biskê karikan

Xwezila biskik bama yado

Bisk biskê karikan


Hûr-hûr biçêriyama yado

Dorkê van darikan

Hûr-hûr biçêriyama yado

Dorkê van darikan


Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser çiçikan

Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser çiçikan


Xwezila biskik bama yado

Bisk biskê bizinan

Xwezila biskik bama yado

Bisk biskê bizinan


Hûr-hûr biçêriyama yado

Dorkê van zinaran

Hûr-hûr biçêriyama yado

Dorkê van zinaran


Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser zendalan

Çavkî li xewka şêrîn yado

Dest li ser zendalan


Kilama Korê

Nînnim nînnim nînnayê dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Nînnim nînnim nînnayê dilo

Çi bikim malê dunyayê


Hat eskerê Korayê dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Hat eskerê Korayê dilo

Çi bikim malê dunyayê


Mektûba min vêrayê dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Mektûba min vêrayê dilo

Çi bikim malê dunyayê

Ew mektûba dilan e dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Ew mektûba dilan e dilo

Çi bikim malê dunyayê


Kî newxîne poşman e dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Kî newxîne poşman e dilo

Çi bikim malê dunyayê


Nînnim qîza melle ye dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Nînnim qîza melle ye dilo

Çi bikim malê dunyayê


Paşil tijî xurme ye dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Paşil tijî xurme ye dilo

Çi bikim malê dunyayê


Pişta xwe da derge ye dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Pişta xwe da derge ye dilo

Çi bikim malê dunyayê


Nînnim qîza keşîş e dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Nînnim qîza keşîş e dilo

Çi bikim malê dunyayê


Paşil tijî mewîj e dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Paşil tijî mewîj e dilo

Çi bikim malê dunyayê


Pişta xwe da gitêş e dilo

Nînnayê dilo nînnayê

Pişta xwe da gitêş e dilo

Çi bikim malê dunyayê



Qersa şewitî

Xanê lê canê lê Qersa şewitî li van deran

Xanê lê canê lê Qersa şewitî li van deran


Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi xençeran

Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi xençeran


Xanê lê canê lê Qers firotin bi peran

Xanê lê canê lê Qers firotin bi peran


Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi singûyan

Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi singûyan


Xanê lê canê lê Qers firotin bi mecidîyan

Xanê lê canê lê Qers firotin bi mecidîyan


Xanê lê canê lê Qersa şewitî li ber pişt e

Xanê lê canê lê Qersa şewitî li ber pişt e


Xanê lê canê lê şûrê lawik serî xişt e

Xanê lê canê lê şûrê lawik serî xişt e


Xanê lê canê lê koka dijmin damişt e

Xanê lê canê lê koka dijmin damişt e



Mişkê kûr

Şûrkim hebû misirlî bû

Min ji wî şûrî gîsnek çêkir

Şûrkim hebû misirlî bû

Min ji wî şûrî gîsnek çêkir


Min bi wî gîsnî gûrtik rakir

Mişkê koro xwe tê werkir

Min bi wî gîsnî gûrtik rakir

Mişkê koro xwe tê werkir


Tevran bînin bêran bînin

Bêran bînin mişk derînin

Tevran bînin bêran bînin

Bêran bînin mişk derînin


Bivran bînin kêran bînin

Kêran bînin mişk derînin

Bivran bînin kêran bînin

Kêran bînin mişk derînin


Herdû hêtan herdû hêtan

Herdû hêtan bişînin Botan

Herdû hêtan herdû hêtan

Herdû hêtan bişînin Botan


Herdû piyan herdû piyan

Herdû piyan bidin berbûyan

Herdû piyan herdû piyan

Herdû piyan bidin berbûyan


Ser û pêyan ser û pê

Ser û pêyan bidin gundiyan

Ser û pêyan ser û pê

Ser û pêyan bidin gundiyan


Hestiyê qûnê hestiyê qûnê

Hestiyê qûnê para xatûnê

Hestiyê qûnê hestiyê qûnê

Hestiyê qûnê para xatûnê


Hestiyê navê hestiyê navê

Hestiyê navê para zavê

Hestiyê navê hestiyê navê

Hestiyê navê para zavê


Hestiya nûkê hestiya nûkê

Hestiya nûkê para bûkê

Hestiya nûkê hestiya nûkê

Hestiya nûkê para bûkê


Ruviyê dirêj ruvîyê dirêj

Ruviyê dirêj para dengbêj

Ruviyê dirêj ruvîyê dirêj

Ruviyê dirêj para dengbêj



Gur

Newalo bi dar e

Dom ha domê domlîgê

Newalo bi dar e

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Gur hato bi xwar e

Dom ha domê domlîgê

Gur hato bi xwar e

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Çavê gur li kar e

Dom ha domê domlîgê

Çavê gur li kar e

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Kar kara muxtar e

Dom ha domê domlîgê

Kar kara muxtar e

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Newalo bi bî ye

Dom ha domê domlîgê

Newalo bi bî ye

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Gur têyo hêdî ye

Dom ha domê domlîgê

Gur têyo hêdî ye

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Çavê gur li mî ye

Dom ha domê domlîgê

Çavê gur li mî ye

Çûm Saxnîsa Gonîgê


Mî mîya Cindî ye

Dom ha domê domlîgê

Mî mîya Cindî ye

Çûm Saxnîsa Gonîgê



Genim

Genimê çala Mazî

Genim genim Gêlan

Genimê çala Mazî

Qorik zeriyê milan


Min çinî bi çeplê tazî

Genim genim Gêlan

Min çinî bi çeplê tazî

Qorik zeriyê milan


Avranê xal û xwarzî

Genim genim Gêlan

Avranê xal û xwarzî

Qorik zeriyê milan


Genimê çala çûkê

Genim genim Gêlan

Genimê çala çûkê

Qorik zeriyê milan


Min çinî bi das û nênûkê

Genim genim Gêlan

Min çinî bi das û nênûkê

Qorik zeriyê milan


Avranê zava û bûkê

Genim genim Gêlan

Avranê zava û bûkê

Qorik zeriyê milan


Genimê pişta dêrê

Genim genim Gêlan

Genimê pişta dêrê

Qorik zeriyê milan


Min çinî bi das û kêrê

Genim genim Gêlan

Min çinî bi das û kêrê

Qorik zeriyê milan


Avranê sala xêrê

Genim genim Gêlan

Avranê sala xêrê

Qorik zeriyê milan



Dikolim

Dikolim dikolim dayê dikolim berojan

Dikolim dikolim dayê dikolim berojan


Dertînim dertînim dayê dertînim bişkocan

Dertînim dertînim dayê dertînim bişkocan


Ber qarê ber qarê dayê ber qarê xalojan

Ber qarê ber qarê dayê ber qarê xalojan


Dikolim dikolim dayê dikolim bewraran


Dertînim dertînim dayê dertînim xilxalan

Dikolim dikolim dayê dikolim bewraran


Ber qarê ber qarê dayê ber qarê qîzxalan

Ber qarê ber qarê dayê ber qarê qîzxalan


Dikolim dikolim dayê dikolim van çiyan

Dikolim dikolim dayê dikolim van çiyan


Dertînim dertînim dayê dertînim mecdîyan

Dertînim dertînim dayê dertînim mecdîyan


Ber qarê ber qarê ber qarê gundiyan

Ber qarê ber qarê ber qarê gundiyan



Erebo

Erebo dakev dakev erebê min

Erebo dakev dakev sîng çelengê min


Eşîka kon bi bakev erebê min

Eşîka kon bi bakev sîng çelengê min


Şev sar e were rakev erebê min

Şev sar e were rakev sîng çelengê min


Ereb sabûnê tîne erebê min

Ereb sabûnê tîne sîng çelengê min


Mal bi mal digerîne erebê min

Mal bi mal digerîne sîng çelengê min


Mala yarê nabîne erebê min

Mala yarê nabîne sîng çelengê min

Ereb li beriyê pir in erebê min

Ereb li beriyê pir in sîng çelengê min


Kehêlê sor xur-xur in erebê min

Kehêlê sor xur-xur in sîng çelengê min


Pismaman dotmam birin sîng çelengê min

Pismanman dotmam birin sîng çelengê min


Ereb li beriyê gişt in sîng çelengê min

Ereb li beriyê gişt in sîng çelengê min


Kehêlê sor bi nivişt in erebê min

Kehêlê sor bi nivişt in sîng çelengê min


Pismaman dotmam miştin erebê min

Pismaman dotmam miştin sîng çelengê min



Axçûkê

Ha min têrik dî, tiştik dî Axçûkê

Ha min têrik dî, tiştik dî Qerçûkê


Ha ji têran ez dodo meAxçûkê

Ha ji têran ez dodo me Qerçûkê


Ha ji sûkan ez Palû me Axçûkê

Ha ji sûkan ez Palû me Qerçûkê

Dermanê derdê nû me Axçûkê

Dermanê derdê nû me Qerçûkê


Ha min têrik dî tiştik dî Axçûkê

Ha min têrik dî, tiştik dî Qerçûkê


Ha ji têran ez qirik im Axçûkê

Ha ji têran ez qirik im Qerçûkê


Qirika per belek im Axçûkê

Qirika per belek im Qerçûkê



Bejna kirîvê

Bejnê bejnê lê bejnê, bejnê lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Bejnê bejnê lê bejnê, bejnê lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê


Bejna zirav lê şivka alê lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Bejna zirav lê şivka alê lê

Zer qelem û min bi gorî


Min pêçiyabû lê mal bi malê lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Min pêçiyabû lê mal bi malê lê

Zer qelem û min bi gorî


Dosta lawikê lê delal e lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Dosta lawikê lê delal e lê

Zer qelem û min bi gorî


Ez û bejnê lê dest hev ketin lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Ez û bejnê lê dest hev ketin lê

Zer qelem û min bi gorî


Gelî kûr bûn lê em deketin lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Gelî kûr bûn lê em deketin lê

Zer qelem û min bi gorî


Xewka me hat lê em raketin lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Xewka me hat lê em raketin lê

Zer qelem û min bi gorî


Bejna zirav lê şivka zîvî lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Bejna zirav lê şivka zîvî lê

Zer qelem û min bi gorî


Min pêçiyabû lê heta nîvî

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Min pêçiyabû lê heta nîvî

Zer qelem û min bi gorî


Bi şev dostî lê, rov kirîvî lê

Bejnê bejnê lê, bejna kê

Bi şev dostî lê, rov kirîvî lê

Zer qelem û min bi gorî



Bidin me bûkika me

Bidin me ha bidin me

Bidin me bûkika me

Bidin me ha bidin me

Bidin me bûkika me


Wellehî nadim bûkêyo

Bîllehî nadim bûkêyo

Hetanî xêlî neyê

Bîllehî nadim bûkêyo


Xêlî buxwe serê xwe

Waye mal da hazir e

Bidin me ha bidin me

Bidin me bûkika me


Wellehî nadim bûkêyo

Bîllehî nadim bûkêyo

Hetnî sandiq neyê

Bîllehî nadim bûkêyo


Sandiq buxwe serê xwe

Waye mal da hazir e

Bidin me ha bidin me

Bidin me bûkika me


Wellehî nadim bûkêyo

Bîllehî nadim bûkêyo

Hetnî zava neyê

Bîllehî nadim bûkêyo


Zava buxwe serê xwe

Zava wa ye li dû me

Bidin me ha bidin me

Bidin me bûkika me



Heval

Heval megrî melorîne

Heval megrî melorîne


Istêran ji xwînê nebarîne

Istêran ji xwînê nebarîne


Loman meke dê tunîne

Loman meke dê tunîne


Heval megrî melorîne

Heval megrî melorîne


Heval xaniyê bavan çal e

Heval xaniyê bavan çal e


Van dilopan nal û nal e

Van dilopan nal û nal e


Heval digrî zava kal e

Heval digrî zava kal e


Heval megrî melorîne

Heval megrî melorîne


Heval xaniyê bavan kort e

Heval xaniyê bavan kort e


Van dilopan şort û şort e

Van dilopan şort û şort e


Heval megrî zava xort e

Heval megrî zava xort e


Heval megrî melorîne

Heval megrî melorîne



Cîranê

Cîranê cîranê cîrana min

Hevalê, hogirê bermalya min

Cîranê cîranê cîrana min

Hevalê, hogirê bermalya min


Na cîrana min berbena

Cîranê cîranê cîrana min

Na cîrana min berbena

Hevalê, hogirê bermalya min


Qom şîrino terk nêkena

Cîranê cîranê cîrana min

Qom şîrino terk nêkena

Hevalê, hogirê bermalya min


Terkê dayika xo nêkena

Cîranê cîranê cîrana min

Terkê dayika xo nêkena

Hevalê, hogirê bermalya min


Corde êna îstêran xwar kena

Cîranê cîranê cîrana min

Corde êna îstêran xwar kena

Hevalê, hogirê bermalya min


Îşlig zama yî naqiş kena

Cîranê cîranê cîrana min

Îşlig zama yî naqiş kena

Hevalê, hogirê bermalya min



Berdêlî (Hesenko)

Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî

Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî


Çekan girêde lo xwe berde gelî

Çekan girêde lo xwe berde gelî


Darê darçînan lo vegritin xêlî

Darê darçînan lo vegritin xêlî


Hesen zava ye lo Nûrik berdêlî

Hesen zava ye lo Nûrik berdêlî


Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî

Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî


Deşta Temranê lo xalî ye xalî

Deşta Temranê lo xalî ye xalî


Porê keçikê lo erdê dimalî

Porê keçikê lo erdê dimalî


Dergistiya te bûm lo ketim vî halî

Dergistiya te bûm lo ketim vî halî



Meyro û Seyro

Keç Meyrokê Meyrokê

Lê lê lê lê Meyro

Keç Meyrokê Meyrokê

Dimrim bona Seyro


Keç Meyroka dimilî

Lê lê lê lê Meyro

Keç Meyroka dimilî

Dimrim bona Seyro


Kesk û sorda xemilî

Lê lê lê lê Meyro

Kesk û sorda xemilî

Dimrim bona Seyro


Derdê te ma li vî dilî

Lê lê lê lê Meyro

Derdê te ma li vî dilî

Dimrim bona Seyro


Keç Meyroka Şikakî

Lê lê lê lê Meyro

Keç Meyroka Şikakî

Dimrim bona Seyro


Kofiya te barê gakî

Lê lê lê lê Meyro

Kofiya te barê gakî

Dimrim bona Seyro


Tu ji min ra malê nakî

Lê lê lê lê Meyro

Tu ji min ra malê nakî

Dimrim bona Seyro

1