Koma Denge Azadi


Koma Dengê Azadî


Şekir Axa

C F G C

Hay şeng e şeng e

F G Am

Şekir Axa şeng e

C F G C

Hay şeng e şeng e

F G Am

Şekir Axa şeng e


C F G C

Şekir Axa kuştin

F G Am

Ertoşiyan da denge


Gelîngê Şaxê

Gelîngê kûr e

Li me bû hewar

Gazî li me dûr e

Şekir Axa rêvîng e

Rêka wî dûr e


Gelîngê Şaxê

Gelîngê sar e

Şekir Axa kûştin

Li me bû heware

Dîtina Şêrê Sor

Bu li me hew car e

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Şirove: Koma Dengê Azadî


Ez te baş nasdikim

Ez te baş nasdikim

Tu’j min re ne dûr î

Ez te baş nasdikim

Tu’j bo min ne nû yî

Tu gul î ez gulistan im

Tu dar î ez daristan im

Tu Dîcle yî ez Kurdistan im

Tu kevok î ez ezman im

(Dîsgotin)


Tu bilûr î ez şivan im

Tu bihar î ez baran im

Tu derd î ez derman im

Tu delal î et heyran im

(Dîsgotin)


Min dilê te şikand

Te jî dilê min şikand

Min baweriya te hilweşand

Te baweriya min hilweşand

(Dîsgotin)

Çima silav nadî?..

Gotin û Muzîk: Mehmet Atli

Sazkirin: Koma Dengê Azadî


Negrî

Çenga por bibin bibin

Bibin ser gorên dil kuştibin

Bibin bin konên şîn girtibin

Negrî çav deryayê negrî


Mijankê te ji kil dibin

Negrî por roavayê negrî

Negrî û neke limin limin

Hijê bike rê û bimeşe

Xwe li çiya bigre û bimeşe

Emrê te hê çend û şeş e

Negrî neke limin limin

Negrî bikene li dû min


Beşişînê bike rû min

Şehîdê dilê te ez bim

Nekenîne bime dujmin

Helbest: Arjen Arî

Muzîk: Mehmet Atli

Sazkirin: Koma Dengê Azadî


Zerî

Am Dm

Gundê hember gundê me ye

C G C Am

Qe ku tune sed mal heye

Am Dm

Gundek qîz bûk tê de tune

C G Am

Ew gunda jî xirabe ye


Am Dm

Wey liminê wey liminê

C G C Am

Zerya min çû pezxwedanê

Am Dm

Hatim Zerê birevînim

C G Am

Pêşî kete zivistanê


Ez j’Dêrsimê wê de tême

Qorê zêran yek jê kêm e

Karê xwedê kes nizane

Ez nesîbê canê kê me

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Şirove: Koma Dengê Azadî

Ez Xelef im

Ez Xelef im Xelef im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Ez Xelef im Xelef im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Xwediyê şûrê’b sedef im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Xwediyê şûrê’b sedef im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Li nav eşîran bi gef im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Li nav eşîran bi gef im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Ez Xelefê kinik im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Ez Xelefê kinik im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Xwediyê şûrê’b şirik im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Xwediyê şûrê’b şirik im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Li nav eşîran bi rik im

Hewar e Mîr hewar e Mîr

Li nav eşîran bi rik im

Êzdînşêr Mîrê Botan e

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Şirove: Koma Dengê Azadî

Dilê xemgîn

Ji vî dilê xemgîn çend evîn derbasbûn

Dê dilgerm bû bavêm comerd û mêrxas bû

Birayên min hêja bûn, xwişkên min delal bûn

Ji vî dilê xemgîn hezar evîn derbasbûn

Keçkên ku min hezkir

Hemî niha derew bûn

Ya pêşîn dehsalî bû

Ez hên zarok bûm

Lê ewa dawîn çiqas xayin bû

Hêvyên min jimin dizî

jimin dizî û wenda bû


Zaroktî xewnek bû, wek xewn zû derbas bû

Ciwanî azadî bû

Wek teyrek firya çû

Li vî dilê xemgîn çend şewat peyda bûn

Ji nav xweliyên wan hezar gul hêşîn bûn

Gotin û Muzîk: M.Atli

Sazkirin: Koma Dengê Azadî

Dera sorê

C Dm C G F Am

Dera sorê biçûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê

Am Dm

Dera sorê biçûke

Am Dm

Dest bi hinne û neynûk e

Am Dm Dm C G F Am

Par qîz bû îsal bûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê

F C G F Am

Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê

Dera sorê mezin e lêlê lêlê lêlê lêlê

Dera sorê mezin e

Dest bi hinne û bazin e

Par qîz bû îsal jin e lêlê lêlê lêlê lêlê

Par qîz bû îsal jin e berxê sebra mala minê

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Şirove: Koma Dengê Azadî



Welatê min

Em Am D7

Dîsa li welatê min bombe barandin

G Am G Em

Zarok û dayikan bi hevre qelandin

D7 G D7 B

Birano rabin brîna me kûr e

B D7 B Em

Hevalno rabin, êdî li me şerm e


Hildan zarokan, ketine rêyan

Dîsa destpêkir mihacirî va

Birano rabin brîna me kûr e

Hevalno rabin, êdî li me şerm e


Hetta em nebin yek, destan nedin hev

Emê tim bikşînin ev kul û ev dert

Birano rabin brîna me kûr e

Hevalno rabin, êdî li me şerm e

Gotin û Muzîk: Serhat Baran



Nizanim

C

Xeyda ji min xeyidîye

Bm Am

Rû sar û pir cemidî ye

Em

Li ser wî ez dikalim

C G

Wekî bilbil dinalim

Am

Tenê dibê nizanim

G

Nizanim ez nizanim

F Em

Nizanim ez nizanim hevalo


C

Min go bêje çiye ev

Bm Am

Li ser dibêm roj û şev

Em

Go min çi jê ye heyran

C G

Hun pîroz bin ji bo hev

Am

Tenê dibê nizanim

G

Nizanim ez nizanim

F Em

Nizanim ez nizanim hevalo


Ew gelek pozbilind e

Gelek delal û rind e

Bi xwedî û xudan e

Navê wî Kurdistan e


Erê dibê dizanim

Dizanim ez dizanim

Dizanim ez dizanim birano

Helbest: Cegerxwîn

Muzîk: Hozan Şêxo

Sazkirin: Koma Dengê Azadî



Sebra min î

E

Sebra min î mala min î

E

Newroz û sersala min î

F

Herdem di nav bala min î

E

Carek were sebra min î


E

Dilxwazê dîdara te me

E

Herdem dil gulzara te me

F

Wek roj û êvara te me

E

Carek were sebra min î


Wan tîpên biskê reş xelek

Wan awirên çavên belek

Êriş kirin dil yek biyek

Carek were sebra min î

Helbest : Cegerxwîn

Muzîk : W. Amedî

Sazkirin : Koma Dengê Azadî



Roj roja me ye

Em G Em G Em G Em G

Roja me derket li serê çîyan

Em G Em G Em G Em G

Tîrêja xwe da erd û zevîyan

Em G Em G Em G Em G

Hêstirê çavan çû em tev kenîyan

Em G Em G Em G Em G

Rabin dîlanê roj roja me ye

G Em Am G Am G

Roj roja me ye gundî û rêncber

G EmAm G Am G

Roj roja me ye hemmî proleter


Armanca me yek e em birayê hev in

Aştî dixwazin tev hevalbend in

Hevalên rojê dujminê şev in

Rabin dîlanê roj roja me ye

Roj roja me ye gundî û rêncber

Roj roja me ye hemmî proleter


Gul û sosin vekir her alî sor kir

Mizgînîya xweşiyê ji mer dîyarî kir

Riya şoreşê me zû hişyar kir

Rabin dîlanê roj roja me ye

Roj roja me ye gundî û rêncber

Roj roja me ye hemmî proleter


Tirs û lerz neman emê liwan xin

Li erd û ezman gurmîni daxin

Kesk û sor û zeryê li herder bilindkin

Rabin dîlanê roj roja me ye

Roj roja me ye gundî û rêncber

Roj roja me ye hemmî proleter

Helbest : Cegerxwîn

Muzîk : W. Amedî

Sazkirin : Koma Dengê Azadî


Erebo

C Am C

Erebo bengî bengî Erebê min

C Am C

Erebo bengî bengî sîngçelengê min

C Am C

Şev sar e were rakev Erebê min

C Am C

Şev sar e were rakev sîngçelengê min


Ereb sabûnê tîne Erebê min

Ereb sabûnê tîne sîngçelengê min

Mal bi mal digerîne Erebê min

Mal bi mal digerîne sîngçelengê min


Ereb li Bêruyê pir in Erebê min

Ereb li Bêruyê pir in sîngçelengê min

Kêhêlê sor xurxur in Erebê min

Kêhêlê sor xurxur in sîngçelengê min

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Sazkirin: Koma Dengê Azadî




Gul û Xwîn

D Em

Heps û zîndan kûr û tarî

G C D Am

Tê de dinalim

Em D C

Ez j’eşq û evîna Gulê

C D Em

Gellek bêhal im

D A

Gula min bindest e heyran

D G Em

Pir gellek salin

Em D C

Kê Gul bistîne dibê xwîn

C D Em

Pêre hevale


Gula min kesk û sor heyran

Gula min geş e

Gula min b’elkê tal e

Bimin pir xweş e


Dinya li ser me ronî heyran

Bextê me reş e

Destê Gulê bernafim

Ta xwîn bimeşe

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

Aranje: Koma Dengê Azadî




Selîmo

Am Em

Hew yarî ya yarî ya

Am Em

Selîmo lawo yarî ya

Am Em

Hew yarî ya yarî ya

G Em Am

Selo Selo yarî ya


Hewa der a barî ya

Selîmo lawo yarî ya

Hewa der a barî ya

Selo Selo yarî ya


Him der a him barî ya

Selîmo lawo yarî ya

Him der a him barî ya

Selo Selo yarî ya


Bejna keynek barî ya

Selîmo lawo yarî ya

Bejna keynek barî ya

Selo Selo yarî ya

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Sazkirin: Koma Dengê Azadî û Hakan Ener




No çi halo?

Em D

Durra vengê şînayî yeno

B7 Em

Kamo bermeno?

Em D

Hêsrê çimê ma gol biyo

B7 Em

Tamê nêmendo

Em D B7 Em

Koy veşeno, dar veşeno, welat veşeno

Em G

Şevo serdo, roj jî çîno

Am Em

Bombe vareno

Em G

Gulê vaji no çi halo?

Am G D

Eman eman no çi halo?

G D Em

Eman eman no çi halo?

D B7 Em

No çi halo?


Mergê xortê ma tewş niyo

Newroz nezdiyo

Neda serê koyên ma di

Adir veşeno

Destanê xwe derg ki siba

Marê roşano

Hêsrê çiman nêmaneno

Wesar jî yeno

Gulê weyzi bi bermayiş

Derman nêbeno

Vaji mirê no çi halo?

Eman eman no çi halo?

Eman eman no çi halo?

No çi halo?

Gotin û Muzîk: M.Atli




Keçka Mehabadî

Em Am Em

Min te hezkir porzera min

Em Am

Tu keçka Mehabad î

Am G

Agir bi rengê sor xemilî

D B7 Em

Bi eşq û evîn û şâdî


Razan limin qedexe ye

Li şevên reş û tarî

Geş kir xwîna min heland

Dil bê çare bernadî


Aşitî vecefenga me

Wek kevokên ezmana

Ratî ye ew sengera me

Me xwe sipart azadî

Gotin û Muzîk: W.Amedî




Hêvî

Em D

Li vir li gundan, li çîyan di bin berfê de

D G

Bi hirs be bê hêvî nebe, serbilind be

C Em

Bi dil û can bêje stranên azadîyê

Am G Em

Kîngê roj bê û erd bi gulan bixemile


Li vir li çol û bajaran, li Kurdistanê

Ger birçî û bê derman be jî serbilind be

Ev e hêza xebatkaran, rîya şoreşê

Yek be û bimeş, rizgarî bi yekîtî dibe

Gotin: Baran

Muzîk: îbrahîm Erdem (Koma Dengê Azadî)




Qîrînek tê

Em C G Am

Qîrînek tê ji dûr welat

Am G D7 B

Nalîn diket deşt û newal

B Am G

Gazî dikim dibêm Welat

G D7 B Em

Kanî welat, bimrim heval


Pir gotin tê li ser Kurdan

Pir dibêjin li ser niştiman

Guh dirêjo gotin giro

Ka welatê min Kurdistan

Gotin û Muzik: Gelêrî




Melle Îsa

Am Dm

Lawiko Melle Îsa

Dm

Weylo lolo lolo lolo

F G

Weylo lolo

Am Dm

Lawiko Melle Îsa

C F G Am

Şa dilê min emrê te


Qeytanê devê kîsa

Weylo lolo lolo lolo

Weylo lolo

Qeytanê devê kîsa

Şa dilê min emrê te


Dest girt û rû ramîsa

Weylo lolo lolo lolo

Weylo lolo

Dest girt û rû ramîsa

Şa dilê min emrê te


Kuriko novedaro

Weylo lolo lolo lolo

Weylo lolo

Lawiko novedaro

Şa dilê min emrê te


Tu ji novê were xwaro

Weylo lolo lolo lolo

Weylo lolo

Tu ji novê were xwaro

Şa dilê min emrê te


Şev reş e diz hezare

Weylo lolo lolo lolo

Weylo lolo

Şev reş e diz hezare

Şa dilê min emrê te

Gotin û Muzik: Gelêrî




Newroz tê

Am G

Li dinê çendî çend kulîlk bişkivîn

G F

Çendî çend zivistan çûn gîhiştine biharê

F Em

Çendî çend berbang çirand şevên tarî û îro jî:

Am G

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad

G F

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad

F Em

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad


Belavok li bin deriyan, tifing li nav milan

Li ser lêvan ken û rik, dil nava destan

Dil nava destan, pêşmerge serenser xemilandin

Ronahî kirin tev li ser Kurdistan

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad

Newroz tê Newroz tê li Sûka Mehabad

Gotin: Vazgal Bazîdî

Muzîk: Koma Dengê Azadî



Lêlê Bejnê

A Bm

Rastî dostê xirab hatim

E7 A

Lêlê Bejnê lêlê Bejnê

A Bm

Rastî dostê xirab hatim

E7 A

Dev û diran şekirê Şamê

Bilind firîyam nizim ketim

Lêlê Bejnê lêlê Bejnê

Bilind firîyam nizim ketim

Dev û diran şekirê Şamê

Emrêm pir bû te nîvî kir

Lêlê Bejnê lêlê Bejnê

Emrêm pir bû te nîvî kir

Dev û diran şekirê Şamê


Porêm reş bû te spî kir

Lêlê Bejnê lêlê Bejnê

Porêm reş bû te spî kir

Dev û diran şekirê Şamê

Gotin: Gelêrî

Musik: M.Atli (Koma Dengê Azadi)



Hat karwanê Helebê

E Am

Hat karwanê Helebê lê

F Am E

Hawar dilê dilê lê, dilê lê lê

Am F

Danî l’binya Medrebê lê

E

Dimrim dilê dilê lê dilê dilê lê

E Am

Te’z kuştim te’z helandim lê

F Am E

Hawar dilê dilê lê, dilê lê lê

Am F

Keçka mehla Serebê lê

E

Dimrim dilê dilê lê dilê dilê lê


Pêşya malê xendek e lê

Hawar dilê dilê lê, dilê lê lê

Neke limin henek e lê

Dimrim dilê dilê lê dilê dilê lê

Dikim herim sirgûniyê lê

Hawar dilê dilê lê, dilê lê lê

Dikim herim eskeriyê lê

Hawar dilê dilê lê, dilê lê lê

Destê min b’kelebçe ye lê

Dimrim dilê dilê lê dilê dilê lê

Gotin û Musik : Gelêrî (Amed-Riha)

Aranje: Koma Dengê Azadî


Ax lê Kinê

A Bm E A

Ax lê Kinê lêlê, mala minê way way

A Bm E A

Ax lê Kinê lêlê, emrê minê way way

A Bm E A

Ez ne kin im lêlê, ne dirêj im way way

A Bm E A

Takrihan im lêlê pel dirêjim way way

E F#m

Ez ne kin im lêlê ne hûrik im way way

A Bm E A

Takrihan im lêlê pel hûrik im way way


Ez ne kin im lêlê, ne mezin im way way

Takrihan im lêlê pel mezin im way way

Ez ne kin im lêlê, ne biçûk im way way

Takrihan im lêlê pel biçûk im way way

Gotin û Musik : Gelêrî

Aranje: Koma Dengê Azadî




Bêrîvan

Em

Tu çu roj limin dahat

C D Em

Zeryê ez bûm dilşewat

Am

Min gazi kir tu nehat

G Em

Tu nehat oy tu nehat

Em G Em G Em G Em G

Bêrivan Bêrivan kûr dinalim yar yemman

Em G Em G Em G Em G Em

Bêrivan Bêrivan bi hesreta Kurdistan oy emman

G Em

Oy oy oy emman


Te ez kirim perîşan

Kûr dinalim oy yemman

Derdê giran kul û jan

Kul û jan oy kul û jan

Bêrivan Bêrivan kûr dinalim yar yemman

Bêrivan Bêrivan bi hesreta Kurdistan oy emman

Oy yemman, oy oy oy emman


Welat eve çend sal e

Dil bi hesret dinale

Ma min go ev çi hal e

Çi hal e çi hal e

Bêrivan Bêrivan kûr dinalim yar yemman

Bêrivan Bêrivan bi hesreta Kurdistan oy emman

Oy yemman, oy oy oy emman

Gotin û Musik: Mistefa Gazi (Seyda)

Aranje: Koma Dengê Azadî



Fedî

Em

Ji dengê zikê birçî

Am G

Ax fedî dike

D

Ji jana brînê

B7 Em

Hesin fedî dike

Am

Li kûçe û kolanan

G Am

Bê mal û bê war in

G B7

Şev fedi dike

D Em

Şev fedi dike

Em Am

Şev fedi dike

Am G

Şev fedi dike

G D

Şev fedi dike

B7 Em

Şev fedi dike


Em G D

Birçî û xasî li rê û dirban

D B

Li ser çiyanin

B7 Em

Berf fedi dike

Am C

Ji dûmana zer

C

Weşîn wek pelan

G D

Çivîk û zarok bûn

B7 Em

Mirin fedî dike

Berf fedi dike

Berf fedi dike

Berf fedi dike

Berf fedi dike



Em natirsin

Hepsê bin jî, girtî bin jî

Em natirsin ji neyaran

Li zîndanan birçî bin jî

Em natirsin ji neyaran

Postê serê me rikirin jî

Agir li canê me kirin jî

Mala me ew talan kirin jî

Em natirsin ji neyaran (ji dijmin)

Gotin û Muzîk: W.Amedî

Agirê Azadî

Agirê Azadî îro geş bûye

Tev mêr û jin, keç û xort rabin

Emê bimeşin di rîya azadî da

Rojên xweş li benda me ne rabin

De rabin ala xwe em ji erdê rakin

Deynin serê Birca Amedê

Em tev bibin yek

Ê bi pênûs û ê bi çek

Rizgariya me yekbûna me ye

Çekê me yê bihêz zanîn û xebat

Tekoşîna me ji bo xelasiya welat

Şervanên azadî û ronahî ne em

Do ê dijmin bû sibê ya me ye

Gotin: Serhat Baran

Muzîk: Î.Xelîl Yildiz

Roj wê bê

Xwîna me rijî li deştan û çiyan

Wêran kirin li me gund û bajaran

Di warê bavê xwe de em bûne mihacir

Wek bazên perşikestî mane li bin dest neyaran

Ew roj wê bê ew roja Newrozê

Cejnekî xweş bo Kurda pîroz e

Ew roja serxwebûna Kurdistan

Ew roj e, roja şahî ye Newroza Kurdistan

Bi hêvî bin van rojan derbaskin

Pêşkevin emê welat xelas kin

Êdî bese em qirkirin

Bi xwendin û zanîn karbikin bo Kurdistan

Kordno rabin hun ser piyan

Xebat bikin ji bo welat

Wê xilas kin ji bin destan

Şer bikin ji bo welat…

Gotin: Serhat Baran

Muzîk: Gelêrî

Yar degrim

Weyle bejnî barîk

Bînayî herdu çawim

Min ber destî yarî

Dîl û yexsîr kirawim

Xuda bi xwey dizanî

Be eşqî ew sutawim

Yar degrim yar degrim

Yar degrim yar degrim

Ew xemey le dilid digrim

Ew xemey le dilid digrim

Tîr û tanem lê mede

Bergey xeffed nagirim

Xot formut bo to nabim

Çonî dilêt ta wabim

Kewtume bendîxanê

Be yadî to wa mawim

Rebbî kostî dil kewê

Ger satê lêd cuda bim

Sed birya nem dîbay

Taze xambar kar naya

Berî beheştim denê

Le gel malê dinya ya

Herdu dinyam pê deda

Ger çavî yarim baya

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)

Lo Şivano

Lo Şivano lo Şivano

Te biçûko ez heyrano

Pez kişyane serê çiyano

Tirsa me ne van gurano

Lo Şivano bilûrvano

Bilûr lêxe bi dil û cano

Pez berdaye dor mêrgano

Bilûr lêxe qeyda miyano

Lo Şivano baran barî

Pezê xwe ra bibe godarî

Bilûr lêxe heya tu karî

Her tim bijî dilovano

Şivanê min bilûrvan e

Bilûr pêçyê wî civane

Derdê dilê min ew zane

Her tim bijî dilovano

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Esmerê

Heralê lê lê Heralê lê lê

Heralê lê lê lê esmerê

Heralê lê lê Heralê lê lê

Xortan çava belek xwarê

Ti esmera tîva barî

Delalê lê lê delalê lê lê

Ti esmera tîva barî

Xortan çava belek xwarê

Wusar yeno waxt waruno

Delalê lê lê delalê lê lê

Wusar yeno waxt waruno

Xortan çava belek xwarê

Şarbar keno şin waruno

Delalê lê lê delalê lê lê

Şarbar keno şin waruno

Xortan çava belek xwarê

Warê şênya min qerajo

Delalê lê lê delalê lê lê

Warê şênya min qerajo

Xortan çava belek xwarê

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Berhevkar: Seyidxan Kurij

Ax lê lê dayê

Ax lê lê dayê dayê hoy dayê

Ax lê lê dayê day can dayê

Kurdistun ceyko duzo dayê

Ax lê lê dayê dayê hoy dayê

Kurdistun ceyko duzo dayê

Ax lê lê dayê day can dayê

Piyer çimen û nergizo

Ax lê lê dayê dayê hoy dayê

Piyer çimen û nergizo

Ax lê lê dayê day can dayê

Vengê ma vengê karkero

Ax lê lê dayê dayê hoy dayê

Vengê ma vengê karkero

Ax lê lê dayê day can dayê

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Berhevkar: Seyidxan Kurij

Çoxik

Çoxik ji hirya berana

Hey malê min çoxcano

Min da destên jin ciwana

Hey malê min çoxcano

Wana riste taya bi herdu rana

Hey malê min çoxcano

Hoy cano hoy cano çoxcanê min

Hey malê min canê min

Çoxik ji hirya mîya

Hey malê min çoxcano

Min da destê rûsipî ya

Hey malê min çoxcano

Wana şûşte taya bi ava kevîya

Hey malê min çoxcano

Hoy cano hoy cano çoxcanê min

Hey malê min canê min

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Berhevkar: Serhat Baran (Koma Dengê Azadî)

Keçikek bi çavên wek cîhan

Min ji daran hezdikir rojên hanê

Keçikek bi çavên wek cîhan

Bostan digihan li bin tîna rojê

Min ji çaqilan hezdikir rojên hanê

Çawa bengiyê darê guzan bûm

Bengiyê rojan li coyên avê

Ew mezin bû ez zaro bûm

Keçikek bi çavên wek cîhan

Ev e li dawiya hemu şerê min

Jiyanê yek bi yek bi te dizanim

Lê fem dikim ku min wenda kir

Keçikek bi çavên wek cîhan

Helbest: Kemal Burkay

Muzîk: Mehmet Atli

Çaw Bella

Wa ye sibehek

Dema şiyar bûm

Çaw Bella çaw Bella çaw çaw

Girêdayî destê wî

Welatê xwe dî min

Her alî li bin destan e

Ger ez bêm kuştin

Bi partîzanî

Çaw Bella çaw Bella çaw çaw

Tu min veşêre

Bi herdu destên xwe

Destên xwe di xaka min da

Zarok bileyzin

Kulîlk bişkivin

Çaw Bella çaw Bella çaw çaw

Ê hatin û diçin

Wê bêjin demxweş be

Demxweş be ey gula geşê (gula azad)

Gotin û Muzîk: International (Italyanî)

Leşker in têkoşer in

Leşker in têkoşer in

Rêncber in cengawer in

Bo kela zordariyê

Êriş û venagerin


De êrişkin neyaran

Hemî pîs û kedxwaran

Em xweş kin şûn û waran

Em bi bîr û bawer in

Dîsgotin


Dest bavêjin vî barî

Qîz û xort alîkarî

Em ava kin vî warî

Em niştimanperwer in

Dîsgotin

Gotin û Muzîk: Saîd Gabarî

Şirove: Koma Dengê Azadî