KOMA AZAD


Koma Azad


Dara Jînê me

G Em Am D7

Ez Dara Jînê me li nav rojhilata navîn

G D7 Am G Em

Min gelek ba û bager dît lê ez neşikestim

D G Am G Em

Min gelek ba û bager dît lê ez neşikestim


Ez bûm tov ketim erdê şîn bûm li kulîlkên Adarê

Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deşta Heranê

Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deşta Heranê


Di ciyê avê de min xwîn vexwar

Pêlgê min weşîyan lê ez hişk nebûm

Pêlgê min weşîyan lê ez hişk nebûm

Gotin û Muzîk: Şefiq


Hinda bû

Am G Am

Hinda bû ax hinda bû

Dm Am

Çavên reş biryên xelek

G Am

Ber çavê min hinda bû

Am G Am

Ez hatim mala yarê

Am G Am

Bejin zirav wek vê darê

Dm Am

Min nedî wek vê yarê

G Am

Hinda bû ax hinda bû


Mala yarê li jor e

Kulîlka girtî dor e

Evîndarî ewqas zor e

Hinda bû ax hinda bû

Gotin: Yilmaz Dunen

Muzîk: Abdullah Karakaş


Kes nema

Em D7

Kes nema li dinyayê

B Em

Tevahî bûne serbest

Em D7

Bindestî ne para me

B Em

Êdi de rabin şerm e

Am C

Azadbûn rûmetî ye

G

Wekhevî aşitî ye

D Am G

Derbas bûn dem û dewran

B

Li me bu derengî ye

Azadbun rûmetî ye

Wekhevî aşitî ye

Derbas bûn gelek peyman

Li me bu derengî ye

Welat li benda me ye

Niştiman li hêviya me

Emê kar bikin bilezînin

Azadî nêzî me ye

Evîndar im ji bo te

Bi peyman û bi sond e

Ev warê bav û kalan

Em nadin darê zorê

Gotin û Muzîk: Mamoste Emer


Lawiko

Am C

Emman emman lawiko

Am C

Tu mêrxas î egîdo

G

Xwîna te pir şêrîn e

G Am

Jîyan ji te girtine


Çûm berîka baranê

Fuat egidê min kanî

Li Stenbolê şehîd ket

Dilê me agir pê ket


Evin ji te ra jîn e

Şoreş ji gel re tîne

Di rêya azadîyê de

Barê mezin hiltîne

Gotin û Muzîk:Silêman-MervanCandaş



Xerîbim

Em G D7

Ji te dûr im li van Çolan

B Em

Dinya limin bûye zîndan

Am

Xerîbim ez xerîbim

G

Xerîbim ez xerîbim

D7 B Em D7 G Am

Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar

Am G

Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim

D7 B Em

Ji kezebê dinalim way


Dayê bê te ez sêvî me

Wek teyrê baskşikestî me

Xerîbim ez xerîbim

Xerîbim ez xerîbim

Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar

Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim

Ji kezebê dinalim way


Gava tu têyi bîra min

Xerîbî diçe zora min

Xerîbim ez xerîbim

Xerîbim ez xerîbim

Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar

Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim

Ji kezebê dinalim way

Gotin û Musik : Mistefa Gazî



Kemberzêr

Kemberzêrê kember zêr

Kemberzêrê Qaş mermer

Fîstan sorê kezî zer

Kembera xwe dida ser

Lawkê xemla xwe girêda

Reş rihana xwe dida ser

Kemberzêra heldayî

Bav delala heldayî

Xizim zêra bedayî

Feq tuj lewra axayî

Kemberzêra Boşatî

Bav delala Boşatî

Tu bi xizêma şimşatî

Zû çûyî dereng hatî

Kemberzêra zin zinî

Bavdelala zin zinî

Xizimzêra mezin î

Bimrî û bijî a min î

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)

Delal

Heywax delalo heywax

Derbasdibe dem û çax

Binêr ketim tengayê

Gazî dikim tu nayê

Ezê çawa xew bikim

Bê welat xewkam nayê

Dîsgotin

Ez bindest im ez hêsîr

Dest û lingên bi zêncîr

Hêvya te me delalo

Çavê min li çar hawîr

Dîsgotin

Ka destê xwe dirêj ke

Min ji vê çerxê xelas ke

Tu jî her wekî Kawa

Navê Kurd serfiraz ke

Dîsgotin

Gotin û Muzîk: Nenas

Lo rezo

Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza

Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza

Tiryê rezêm cirdik e narim kolana reza

Kolana rez hindik e narim kolana reza

Dîsgotin

Tiryê rezêm spî ye narim kolana reza

Kolana rez hêdî ye narim kolana reza

Dîsgotin

Tiryê rezê min reş e narim kolana reza

Kolana rez çi xweş e narim kolana reza

Dîsgotin

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)

Newroz

Tu cejna gelê Arî Newrozê Newrozê

Em karkerê vî karî Newrozê cejna me

Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê

Werin geşkin vî arî Newrozê cejna me

Nerozê Newrozê Newrozê cejna me

Nerozê Newrozê Newrozê cejna me

Bêhna te gelek xweş e Newrozê Newrozê

Por sorê çavê reş e Newrozê cejna me

Bi çiya ve hildikişe Newrozê Newrozê

Govenda te şoreş e Newrozê cejna me

Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê

Te jiyanek nû dixwest Newrozê cejna me

Ezê pêçim çek û rext Newrozê Newrozê

Ta te bibînim ser text Newrozê cejna me

Dîsgotin

Helbest: Mele Ehmet

Muzîk: Hemdem

Şox û şeng

Li dil halan û talan e

Cîhan bû berdî berdan e

Çi karim xweş bikim dilko

Di nav talan û cenga bî

Dilê min xweş nebû carek

Limala şox û şenga bî

Çawa dilxweş dibe yê ku

Di nav pençê pilinga bî

Tu zanî ez evîndar im

Dijîm lê bê cî û war im

Li ku warê xwe digrim ez

Ku dil rengê kerenga bî

Keleşnîkof bi dest yarê

Bi doza kûştina dil tê

Gelo rûgeş dibe ê ku

Birîndarê tifinga bî

Helbest: Cegerxwîn

Muzîk: N.Dara