Gani Nar

GANi NAR

Bi te re

Ez li ser piya me bi evîna te

Canê min bi te re, xwîna min bi te re

Min rastiya xwe dît bi agahiya te

Biryaram bi te re sozêm bi te re


Aşitî azadî tim para te ye

Stêrkên asîman tim para te ye

Roniya hîv û roj tim para te ye

Şeva min bi te re roja min bi te re


Mûsayên zehmetkêş ta Zerdeştê Kal

Ji Eyûbî bigere ji Rustemê Zal

Hemzeyê pehlewan, dengxweşê Bîlal

Muhemed bi te re, Elî bi te re (Zerdeşt bi te re)


Nava olê mezin, her çar pirtûkan

Tu sentez î yek ji nava dîrokan

Keç û xort û kal û pîr û heya zarokan

Gelê te bi te re welat bi te re

Gotin û Muzîk: Ganî Nar


Bi min nekene

Bi min nekene

Dibe ku rengê min te bide kenandin

Serekî keçel û diranên şikestî

Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin

Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez

Wisa bûm ez, ez wisa bûm

Şervanekî serê çiyan bûm ez

Di nava geliyan, li ser giran bûm ez

Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra

Min yariyên xwe bi zemanan re dikir

Ez bi bazan re difiriyam

Û bi zeviyên geniman re dihejiyam

Bi avên çeman re diherikîm

Bi kaniyan re diteqiyam


Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez

Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez

Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin

Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam

Lê ji bîrneke

Min xwe xelat dabû rojê

Xelateke bê dawî

Nekene û henekê xwe neke

Ji ber ku rûyekî rasiyê me

Rastiyeke ji agir

Wisa bûm ez

Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez

Gotin : Mûsa Elo

Muzîk : Ganî Nar


Birîndar im

Ez birîndar im birîna min kûr e

Hekîm û derman li min pir dûr e


Ez birîndar im birîna min yek e

Hekîmo tu bîne dermanê lêke

Ez birîndar im birînê min du ne

Hekîmo zû bike birîn disotîne


Ez birîndar im birîna min sê ne

Nalîn û qêrîn im derman li min nîne

Ez birîndar im birîna min çar e

Dermanê birîna min li destê yar e


Ez birîndar im birîna min pênc e

Tu bi desmala yarê birînêm bipêçe

Ez birîndar im birînê min şeş e

Yarê tu bi xêr hatî birîna min baş e

Gotin: Ganî Nar

Muzîk: Gelêrî (Behdînan)


Dîlan

Li gundê me dîlan e, defû zirne lê dane

Hemî rengan lêxistin roja evîndaran e

Were canê em herin rista keç û xortan e

Ax lê canê canê

Tu yî rewşa dîlanê


Ev dîlan çendî xweş e, cana min pê rûgeş e

Beji û mil hevre d’heje, kesê newê rûreş e

Ax lê canê canê

Tu yî rewşa dîlanê

Gotin: Nîzar

Muzîk: Ganî Nar


Qulingo

Wî de Qulingo çima qîrîn tê ji ezmanan

De tu çima nagerî li ser van deşt û zozanan

Ma per û baskên te şikestine

Tu jî weke min mayî di bin destên van neyaran


Wî de Qulingo ma tu êş û jana min nizanî

Li ser hesreta dilê min axîn û waxîn kûr dinalî

Ma tu nizanî serê çend û çend salan e

Wez ketime xerîbî û dûrahiyê Qulingo

Ma te jî welatê xwe terikandî

Tu jî wek min bin desta yî Qulingo loy loy

Gotin û Muzîk: Ganî Nar


Ey salên bûrî

Ez çi pêşkêş bikim bo te diyarî

Ne hest û hezkirin ne evîndarî

Dîsa dilê min de kuştin bi çavnebarî

Ez li we digerim ey rojên çûyî

Eywax dibêm bo we ey salên bûrî


Hêz di çogê min de nema, bavêjim gava

Dibêjine vê jîyan lê nizam çawa

Siba min derbasbû rojam’m çû ava

Ez li we digerim ey rojên çûyî

Eywax dibêm bo we ey salên bûrî

Gotin û Muzîk: Ganî Nar