Rotinda

ROTINDA

Herin ji serê heft çiyan kulîlkên heft rengîn bînin

Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin

Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi hef nexşan bixemlînin.

Wer bikin ku Zîlana min nexeydînin

Ew delale, rêhevale

Lê lê dayê mij dagirtîye her derê

Lê lê dayê çav çavan nabîne

Lê lê dayê ên ku wenda dibe

Mirovahiye hedî hedî

Pêtî pêtî ji me kêm dibe

Çima, bêdengin hîna?

Ma me soz dabu wan şehîdan

Li ser agir û li ber rojê

Carna mirin pîroze bi qasê jiyan

Wekî rêheval Zîlan.

Gotin û Muzîk: Rotînda

Meso dûr

Serva tora buti

Mi ye xo kerdo kêm

Ju yo di bom wazena

Meso dur meso

Serva tora buti

Mi yo xo kerdo kêm

Ju yo di bom wazena

Ezo hîta derro

Ooo paye ki na dana xo

Ooo çi vesayiye

Qesey ke tu vanena

Tê de kemer vorena

Rastiye de senena

Kam mire bivano

Ça honde xo deznena

Tew tew mire çi derdo

Gotin û Muzîk: Quto û Erdal

Avaşîn

Şev tarî lê tu diçirusî

Wek heyva çarde şevî

Pir sînî pir zelalî

Hevalê meyî tu Avaşîn

Te kî dî kî nedî Avaşîn

Te pir merxas û Egît nasî

Ser singa Zagros diherikî

Wekî xwînî ji axamere

Rê bide Avasîn rê bide

Ney xezebê li hember wan

Ew hevalin wekî te zelalin

Himezke wan bi pêlên xwe.

Gotin û Muzîk: Rotînda

Bihişt

Dol û newal dema havîne

Zozan buharin

Serê çiyan tim bi berfe

Tîpî û bagere

Çar demsal jiyan dike

Kurdistan bihişte

Qelinê te xwîna şehîdane

Tu evîna rojê, sebra dilê urdayî

Bihiştekî axa te nadim hemû dinê

Xeml û rewşa te çi xweşe Kurdistanê

Kul û hêsan re hewa welatê min

Wekê dermane

Bê emsale avên rubaran

Çem û kahniyan

Xweza dewlemede

Çîçek bi heft rengin.

Gotin û Muzîk: Rotînda

Tu were

Dinêrim duriyan

Li kûriyan, li deriyan

Deregiyan şevan,dengekê were

Gohdar dikim wekê dînan

Were kezîzera min

De were tu were gel min.

Were were were

Tu were gel min

Tu were gel min zivistan bibe buhar

Tu were gel min xweza bixemle bi heft rengan

Tu were gel min wê roj ji nuva derkeve

Tu were gel min dert keder kul namîne

Tu were gel min temenê min bi be ciwan

Tu were gel min ezê bifirim ji şabûna

Were gel min kezî zera min

Tu were gel min erd û asîman bigê hevdu

Tu were gel min xiyal dakevin jiyanê

Tu were gel min avên behra şîn bibe

Gotin û Muzîk: Rotînda

Benda te me

Çavê min diçin cîhekê dûr

Dilê min digere li wandera hur hur

Nikarim bisekinim

Diçim melûl melûl

Benda te me dewere

Benda te me

Li benda te me dewere

Tu gula çiyan

Tu sebra dilan

Heviya gelê min

Sosina şoreşê

Benda te me

Xem nine bimirim jî

Bo evîna te.

Sebra min bi tenê li çiyan tê

Tu heyî li her dol û newal,

çem û rubar de

bîhna te tîne bayê

dimeşe sibe êvar

li benda te me dewere.

Gotin û Muzîk: Rotînda

Koçberî zor e

Te şikand dilê min

Dîsa nizam çima

Serê min dêhşê serê min

Min nizani bû ku

Koçberî ewqas zore

Dilê min digrî dilê min.

Ji te dûr bê navim

Lê dîsa evîndarim

Na bê te wek dîn û harim

Na nabe zore

Koçberî bi jane

Ez mam li paş heft çiyan

Bi hesreta te me

Dilê min digrî dilê min

Tu tim li ber çavê minî

Dixwazim werim cem te

Dilê min digrî dilê min.

Qêrîn

Qêrînek ji dûr

Hat gohê min

Min go belkî kezeba min

Qetan ji kûrve

Dizanim

Veqetin zore

Bi jane wek birîna şûr.

Hesreta dilan

Kû dide çavan

Zore zore zore…

Heywax mala min

Rabin ji pêşiya min

Ezê bajom dozê

Hildim tola wî

Berxa min

Ji êvara xwedê da

Agir dadan li ser singa min

Berxa min

Mêvanê şeva dawî

rewiyê jiyana bê mirin.

Gotin û Muzîk: Rotînda

Çarçêla

Dimeşî dimeşî naqedin çiya

Pir bilindin Zagros bi qasê xweda

Kurêjehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla

Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev livra

Ne Iskender, ne Timur, ne Erep ne Fars

Dest hildarî nestandin li ser van çiyan

Her kû serê gelê Kurd ketî tengasî

Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî

Konaxa şervananî tu Çarçêla

Nav girê Zagrosta a herî delalî

Çîroka Çarçêla pir bi jane

Çarçêla wek çarperçê Kurdistane

Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile

Bihişta Zagrosa tu yî Çarçêla

Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye

Piroze livir jiyan, pir kevne dîrok

Rengîne xweza livir, bi xemlin zinar

16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan

Gotin û Muzîk: Rotînda

Gimgim

Wekî baxçê gula bi cîh buye

Di navbera çemê Sus û ava Xoşan de

Kanya sar girê Sedo, Goşkarbaba

Sê golê germikê li binya wê ye

Gimgime, Warêtoye

Inaq û Xirbaqup

Ziring û Alingoz

Dadînan û Xoşan

Golabêbinî pir kûre

Gimgime…

Kimsoryan û Dêrik

Badan û Baskan

Tatan û Anêr

Cîbran û Xormekan

Gimgime Warêtoye

Çiyayê hezargolê li pişta wê ye

Welatparêzin tev şêniya wê

Govendê Gimgimê dewlemende

Min bîriya axa te kiriye

Gotin û Muzîk: Rotînda

Here welatê xwe

Ket nava valahî kî

Kur dirêj û reş û tarî

Çewa derkevi ji wir

Nizanim nizanim

Direvin tên ji Kurdistan

Durdikevin ji eslê xwe

Bê xwedîne li wan kuçan

Sutalin sutalin

Here welatê xwe bo ku bibî mirov

Here welatê xwe bo ku bibî azad

Here welatwe an na tu wek parsekan

Bigevizî li van deran.

Naygotin

Kerba dilê min bûye bahoz

Fikrê serê min bûnin aşît

Nikarim li ber bisekinim

Çewa bînim ziman nizanim.

Naygotin

Pir hînê te bume

Bê te wekê mirî me

Dema navê te dibihîsim

Av li çema kêmdibe

Nay gotin

Di vê dema teng da

Min hustu xwar nehêle

Tu dirêjke destê xwe

Ez şerm dikim

Bêjim ji te hesdikim

nayê gotin

Gotin û Muzîk: Rotînda