Ozan Serhad

OZAN SERHAD

Mizgîna Çeleng

Em D E/B D C Am

Keça dilşewat, daket nav civat

Em D E/B D C Am

Destpêkir xebat, xebata zêrîn

E C Am E C Am

Şêra me Kurdan silav da Tetwan

E C E F E

Tevî hevalan dikir tekoşin

E Am E Am

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

E C E F E

Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin


Di vê biharê daket kenarê

Yanzde Gulanê rojek pir bêtî

Şera me Kurdan silav da Tetwan

Tevî hevalan dikir tekoşin

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin


Gulle diavêtin pêsîra dujmin

Komên faşistan berjor difirîn

Şêra me Kurdan silav da Tetwan

Tevî hevalan dikir tekoşin

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

Xwediyê nav û deng: Gurbet Aydin


Hewlêr

Hewlêr lorîka dayîkan

Hewlêr qîrîna zarokan

Hewlêr kilê çawên bûkan

Hewlêr bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr Hewlêr

Agirê serhildan e qelayê berxwedan e

Hêlîna şehîdan e Hewlêr

Hêlîna Egîdan e Hewlêr


Hewlêr ji nû ve dayik bû

Hewlêr bi pêt û agir bû

Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan

Hewlêr

Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan

Hewlêr


Hewlêr namîne wek caran

Wê bibe gora xayinan

Bi xwîna Helîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan

Hewlêr Hewlêr

Agirê serhildan e qelayê berxwedan e

Helîna şehîdan e Hewlêr

Helîna Egîdan e Hewlêr


Payîz e

Payîz e ew dema çû

Ber zivistan derd giran bû

Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû

Çendîn havîn wê derbas bûn

Agirê dilêm derman nebû


Kela şînê, derya jînê

Ez kuştim ax wê evînê


Payîz e mij û dûman

Berx ketiye sofra guran

Çendîn deman, çendîn salan

Her mane li cîh û waran

Em mane bin cîh û waran


Kela şînê, derya jînê

Ez kuştim ax wê evînê


Şêr e

Şêr e, Şêr e, Şêr e...

Çi jin e yan çi mêr e

Çûye nav bajêr e

Evîna min jê re

Mêr e...

Ew bûye Şoreşger e


Mêr e, Mêr e, Mêr e...

Di dest de tewr û bêr e

Çûye gundê jêr e

Kama dilê min bi wê re

Mêr e...

Ew hemî Şoreşger e


Ew doza Kurdistan

Qet nîne rawestan

Welatê serbestan

Ji jor we heta jêr e


Şêr e, Şêr e, Şêr e...

Çi jin e yan çi mêr e


Ser banîka

Keçik dîbûm li banîka

Xezal dîbûm li banîka

Enya gewher, enya zirav

Tunçkê enyê bin şewqê ra

De bila bîra te were

Çawa ez û tu l’ser banîka

Em dilîstin ser xanîka


Derd û kulê me giran e

Welatê me bin destan e

Heta azadiyê em nebînin

Li xwe nakin kincê bûk zavan e

De bila bîra te were

Çawa ez û tu l’ser banîka

Em dilîstin ser xanîka