Mihemed Exo
MIHEMED EXO
Ay lê Gulê
Ay lê Gulê Gula minê
Şêrîna l’ber dilê minê
Gulê nadim malê dinê
Ez ser gulê têm kuştinê
Gulê kesk û sor û zer e
Nîşana alê li ser e
Êdî reng sipî û gewher e
Şêrîn û peymana minê
Rengê te yê pir delalî
Bilbil li ser te dinalî
Te nebînim bi vî halî
Armanc û kedera min î
Zordar dibê ez gul nadim
Ezê zend û benda badim
Ezê lê gilh û seradim
Azad bibî b’şorşa minê
Bi xudê ez pismamê te me
Bi sûnd pesindarê te me
Ser ceng û hewarê te me
Qelenê te ji xwîna minê
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo
Eman dilo
Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bû gul û ez bûm bilbilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Ji nav bexça meşî û bi rê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Canê min ma û dilêm pêket
Dil wek tîr ji kevan lê ket
J’serêm çû hiş û aqilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Ji nav gulan derket meş tê
Wek horîya ji nav bihuştê
Ji gulan hilm û bêhna xweş tê
Ji hêsra hûnarkem bûn şilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Di ber min re bihurî û dimeşe
Yek li ber min kir wek şeş e
Li pêş min kir şeva reş e
Bûm birîndar û nexweş e
Dil û kezeb tev bûn kulo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê tim bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Helbest: Mihemed Elî Şakir
Muzîk: Mihemed Şêxo
Nesrîn
Demê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêt di reş digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dîn tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga didan zêrîn
Ji ber şoxa bejin şêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu j'gula buy gula Nesrîn
Buhar behî, Nesrîn werya,
Kevnenêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn girya
Rondik weryan ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya
Nesrîn xwezî te bibînim,
Tu şîn bibî careka dî
Ne li vê dinê li dinek din
Ne li vî warî li warekî din
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo
Xemcivîn
Ez bûme pîrê xemcivîn
Bê hiş û mest û jêr nivîn
Li dil vebûne sed birîn
Ji ber evîna şoxa şêrîn
Bilbil civanê gulê ye
Evîna te ez pîr kirim
Bê can û hem bê bîr kirim
Bêçar kirim, xembar kirim
Şaş û nezan û jar kirim
Bilbil civanê gulê ye
Dilê xemgîn kir êş û jan
Agir berda hinav û can
Hey zalimê bê bawerê
Ma kanê peymana berê
Bilbil civanê gulê ye
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Yar Gewrê
Carekê min dit ji xwe re gewrek
Çavê wi reş û belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hez kirî gelek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Hat bîra min birh û çaw
Lêv û diranê li hev
Bejn û bala teyê zirav
Porê tarî weke şev
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rihek bûn canek
Tu car gewrê ji bîr nakim
Ji niha û sed û salek
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Nesîbê me tev rabû
Ne b’destê min û te bû
Xêrnexwaza em dûr xistin
Lê dilê min li cem te bu
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Binêr li min û vî halî
Ji eşq û xema ez dihelim
Wextê çawêmin li te ket
Keser xwe ser da alî
Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Helbest: Kemal Şanbaz
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şêrînê nû gîhayê
Şêrînê gewr û rind e
Lihevhatî û bilid e
Pêçî ji mûm û find e
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Were şêrîn li ba min
Xeman nexwe seba min
Were rûnê li ba min
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Dîlber çiqas delal e
Bê hogir û heval e
Her dem me dil li bal e
Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayî
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
Ax û yeman Şikrayê
Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gîhayê
Te ez xistim te ez helandim
Te ez berdame dinyayê
Te ez berdame dinyayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Hên jî tu nayî rayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Bûm nexweşek bê derman
J’derdê kitek ramûsan
M’nedî wek te bê îman
Tere ketim belayê
Ax û yeman Şikrayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Di xew de
Di xew de ez çûme şûn wara
Nale nalê van dîdara
Ax û ofê evan yara
Nedihat dengê van dildaran
Leyla rabû xwe di min wer kir
Go dildaro te çi li min kir
Te dil fêrî dildariyê kir
Te ez hêlam te xwe ker kir
Leylayê çi di min nehêla
Giyanê min kir têk şêla
Min go diçim wê nehêla
Gêrandim ser kavl û kêla
Go baş e tu çawa hatî
Baş bû kesî tu nedîtî
Xwezî bi saxiya xwe min dîtî
Gerdena min te têr mêtî
Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo
Ez der bûm
Ez der bûm dinyayê bi şîn û bi ser
Ez bûme xerîb geram der bi der
Felek roja min çû nehat û nema
Te ez berdayîme deştan û çema
Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo
Were were
Were were li nik min rûne
Dilêm kul e bikewîne
Eger rojê ez te nebînim
Hemî dema li min girîn e
Were were reng esmerê
Wek kulîlka li pencerê
Şev û rojê di xeyalê de
Dil û hinav hatin derê
Were were çavêd belek
Wê xwedana pirça xelek
Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe
Kulê dilêm bûne gellek
Muzîk: Mihemed Şêxo
Min canek dît
Min canek dît li nav çiya
Ronahî da çar aliya
Rawestam bin sîka biya
Nexweş bûm ketme nav ciya
Hişyar kirim qêjnawê
Min xwe avêt ber piyêt wê
Ber perekî mezin ya wê
Min jî guh da gazinêt wê
Nesaxeke giran im ez
Ya bê pirs û bê derman im ez
Bê Xudan û sexbîr im ez
Ya bê bab û semyan im ez
Ferhad ez im şêrîna min
Wey te xwelî bi serserê min
Wey nazik û serbara min
Kul û gazinda neke ji min
Kaxeza ji kê re biweşînim
Perda çî şêxî bi hêjîn im
Ser kêleya çê çakî rûnim
Dermanê te ji kîre bînim
Muzîk: Mihemed Şêxo
Dilvîna min
Min canê dît bi çavêd zil
Min yarê dît bi dilê kul
War û hêlîn bûne kavil
Min tu hêlayî
Belê ne j’dil
Dilvîna min, dilvîna min
Ji nav baxî ez hatim çinîn
Dûr ketim ji warê şêrîn
Kilêz bit jî nabe hêlîn
Bê awaz û cejn û narîn
Dilvîna min, dilvîna min
Bigrîm bo xo ya ji bo te
Li ser xo ra sotim bo te
Sûnd bi kavl û wêranya te
Dîlber nadît evîna te
Dilvîna min, dilvîna min
Qalka zika her bihilavê
Berba çûye ber barovê
Şerme li testûrî ravê
Du car bikevî yek davê
Dilvîna min, dilvîna min
Kaniya te av jê fîrkirî
Te nedizanî ya dafkirî
Te girêdan çav û burî
Xewn bû go tu ser da birî
Dilvîna min, dilvîna min
Were guh bide vê pestê
Ezê dijîm çerxa bîstê
Ger liv livîm dibên rast e
Ger nexweş bûm ketme xestê
Dilvîna min, dilvîna min
Helbest: Mistefa Artûşî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Cana şêrîn
Ma te çend keç hilbijartin
Te bi destê xwe veşartin
Çend serhatî bi ser te hatin
Ma te bo çi qîz negirtin
Ey can canê cana şêrîn
Te du pirsyar ji min kirin
Car revend in car koçer in
Nizanim kê em jê kirîn
Şibê de ta roj diçû ava
Ta ku heft nîvekê şeva
Her ez bûm şevgerêt şeva
Ez bûm per canê van çava
Revend im ez revandim ez
Revendekî bi lez û bez
Yê bê reşmal û koz û pez
Ji dîtina te têr nabim ez
Helbest: Mistefa Artûşî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Rabe ji xewê
Rabe ji xewê çavê raketî
Dilêm şewitî agir pêketî
Şêrîna min çû tu dil vêketî
Lê çibkim îro ji dest min derketî
Şêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bandikim qêrîn hewara
Kî serhêlîn e kî ji xew şiyar e
Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wê li min qut kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min
Çi dem bê ser min ji biharê dila
Ku bê guhê min dengê bilbila
Ez wê hilgirim ser herdu dila
Ez pê dermankim derd û kula
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Mihemed Şêxo
Hebs û zindan
Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê
Ji eşq û evîna gulê ketme belayê
Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê
Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm
Gula min kesk û sor heyran gula min geş e
Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweş e
Dunya li ser me ron heyran bextê me reş e
Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe
Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e
Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e
Gula min bindest e heyran bi kul û keser e
Dest ji gulê bernadim can bidim ser e
Gula min tu xeyidî min guneh çêkir
Te ji min re çi got û min can û dil kir
Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir
Rêka min gelek dûr bû va işqê kin kir
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Bêbihar
Gulîzar
Gulîzar Gulîzar...
Ezê rûniştî me li bin darên serê kaniyê
Min dî Gulîzara min av dianî...
Pişta xwe da min, kirî meşek bi giranî
Min ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar
Tu bihara emrê min î Gulîzarê
Were were Gulîzarê
Sifet wek heyva biharê
Tu wek kulîlka hinarê
Wer ji min re tu xweş yarê
Gulîzara’m tu delal î
Tu delal t xweş heval î
Binêr li min û vî halî
Hêstir ji çavêm tên xwarê
Gulîzaram tu xweş xatûn
Aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn
Hela were dîlber tu rûn
Ji sibê heta êvarê
Min li te nêrî min axîn kişand
Min axîn kişand dlêm êşiya
Ez bûm wek dîn û serxweşa
Ez bang dikim şêrîn yarê
Gulîzaram li dibistanê
Çente bi desta li eywanê
Xelk û alem tev dizanê
Weke berfa li ser zinarê
Perwîn
Perwîn keça nûgihiştî
Ew delala xwedê hiştî
Çaxa serê xwe li min hilda
Cerg û dilê min biriştî
Çiqas bêjim pir şêrîn e
Keça têra min nalîne
Ji ber bext û peymanê xwe
Du reşmara li min werîne
Du reşmar û herdu kezî
Min go rabe wê go bixwazî
Çaxa berê me ket welat
Hêvî û gazî li pey me bezî
Welatê min sor û şîn e
Tevde buhara rengîn e
Hinga min dî av û kevî
Nûka xweda min mizgîn e
Em vegeriyan ji welat e
Me ne sebr û ne tebat e
Mehra dila em hatin mal
Qehra mezin ma welat e
Helbest: Bêbihar
Muzîk: Mihemed Şêxo
Eyd û erefat
Gava li me hat eyd û erefat
Roka sibê li me hilat
Ew dil û can ji ter kir xelat
Hew xeyrî van bi destê miv’ hat
Dilê min bû behra bêbinî
Tu bû gemî lê sekinî
Te ez helandime ji binî
Evîna me bû serpêhatî
Kanî ew sozê te û min
Ka ehdê te li ber destê min
Tu bi kud’ bir ew dilê min
Ew ehd û soz kêr min nehat
Gava tu li ber çavê min bû
Cîhan li ber min heyv û ro bû
Gava tu ji ber min dûr dibû
Bê te qet sebra min nehat
Ka hêlîna me ava kir
Xewnê şeva me esas lêkir
Bayê ber tavê xerakir
Ji serê min bir hiş û mat
Kê dinya hejand
Kê dinya hejand
Kê dûlab gerand
Ew Barzanî kak
Rabû şûr kişand
Kurd hatin bi dor
Bê kotek û zor
Rijandin xwîna sor
Barzan lê şikand
Yek ji wa Barzan
Ew bazê pehlewan
Ew Mehdiyê zaman
Bi mêranî heyf hiland
Ne dêwê guhder´z
Ne ristem û gurz
Bê himet û hêz
Barzanî nav stand
De hêvî ma xweda
Himetê bid’ Kurda
Wan mêr û merda
Xwîna xwe rijand
Pir şêrîn e
Kurdistan pir şêrîn e
Tevde mêrg û kanî ne
Ew buhuşta cîhanê
Buhuşt xeyrî wê nîne
Pênc hezar sal em hebûn
Em tevde azade bûn
Millet tev bindestê me
Yek ji me Selahidîn e
Welato tu pir hêja yî
Tu welatê me Kurda yî
Di cîhan de tu deng dayî
Tu weke find û çira yî
Ka we ke Kurdistanê
Ji xeyrî dîn û îmanê
Ji te re bibim bi qurban
Roja cejna qurbanê
Wan darê xox û rêva
Bimeşe û bixwe bi lêva
Kî heye milletê wa
Ji xeyrî me Kurda pê va
Helbest: Rêncber
Muzîk: Mihemed Şêxo
Aso ey hawar
Aso ey hawar agir berbîne
Aso cerg û dil tijî birîn e
Herdu çav herdu çav tijî girîn e
Dest û pê dest û pê bo te girtî ne
Ey hawar e ey hawar e
Bû bû Aso bû zalim bû
Aso kulîlk e di nav berfê de
Aso stran e dilê min lê da
Ev roka wer kê dîtiye cana min
Cana min ma bo çiye
Aso stêra geş tu car nagihêmê
Aso kuştî me ji ber vê şermê
Evînî bo çi ya şerm e
Li nik me ya bi tirs û sehm e
Şivan
Dînê lê lê
Şivan pez daxist ji çiyê
Ay dînê lê lê
Birî dora kaniyê
Ay dînê lê lê
Bêrîvan çûn pêşiyê
Ay dînê lê lê
Dotin bizin tev miyê
Ay dînê lê lê
Şivan pez anî zinêr...
Ber kendala rê du gur...
Berxê biçûk me kir nagir
Çêran a li nav gul û giyê
Şivan pez anî welêt
Nav bexçe tev dar û sêv
Van gîska kir kire-kir
Çêra li nav gul û giyê
Pez anî dora bîrê
Sazî kir bi wê bilûrê
Kotan xwe da hemberê
Kerî girt dora miyê
Mixabin
Mixab bi navê jînê
Sotim derdê evînê
Ma ne bes e şêrînê
Were şêrînê canê
Ji dil derxe vê janê
Bila herkes bizanê
Ma bo çi ye ev evîn
Jana wê ku nebe jîn
Ey dîlbera xemrevîn
Tenê tu yî zîna min
Armanc û evîna min
Wêran neke jîna min
Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Dil kuştiyê
Dil kuştiyê awirên çavên te
Dil girtiyê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn
Li hember min rabe ser xwe weke roj
Ji ber singê cana min bişkoj
Navzirav rû gulav ser dilav
Yarê ez kuştim li min nabê êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû
Min dil daye buhayê du sêva
Min can daye buhayê du lêva
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Mihemed Şêxo
Keça delal
Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal
Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal
Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim
Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî
Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî
Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer
Ez kor bûme ji dîtna te nakim der
Xortê hêja menale ruh li te nema
Te çi li min divê serseran va li ber te me
Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim
Ez ne dextor im ku birîndara rakim
Ji min dûr ket
Tu ji min dûr ket şêrîn
Êşê avêt hinavê min
Wez birîndar tim li ber çavê min
Hat bîra min ew rojên geş
Min buhurand bi dilkî xweş
Tim tu bihara dilê min bû
Pir kêfxweş bûm bi wa çavêd reş
Min gazî kir dilo rabe
Di nav dila de tim xuya be
Çima tu tim kêfxweş nabe
Çima gula te geş nabe
Li min vegerand ez dinalim
Wez brîndarek bêhal im
Ji ax û hesreta dikalim
Ji şêxê re ez evîndar im
Helbest: Beşîr Çeçan
Muzîk: Mihemed Şêxo
Ey felek
Ey felek bo te dinalim
Bo çi nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me ho ye
Em bê dost û bêkes in
Qe dihêt ma qe dihêt
Ew roja min û hewe divê
Kanîka arî bizêt û
Jê vexwin çend me bivêt
Agirê sra û vemirî
Çav me lê tê geş bibî
Ew buhara tehnî kuştî
Hêvîdar in xweş bibî
Helbest: Bedir Xan Sindî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Her erom
Her erom erom
Dilim elerzê amoza can
Lembecê ma wa
Mi gerden berzê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î
Li te digerim
Menzîl bi menzîl amoza can
Min lişwênê dil
Dil li şwînî gul amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î
Aşe bextê min
Reşî benwênê amoza can
Kê dî we buhar
Gul hel werênê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î
Fermisî dilre
Berdî lê dibarê amoza can
Çûn dilê hinê
Ya bê te xwarê amoza can
Amoza tû bala berz î
Amoza tu bo min ferz î
Di zindanê dinalim
Di zindanê dinalim ez
Sibê de heta êvarê
Çava vedikim te nabînim
Tu ji min dûrket şêrîn yarê
Evîndarê te bûm dinê
Va îro tu mi dihilîne
Çavrondika dibarîne
Dil bi çav re dinalîne
Tu gul bû min tu bîn dikir
Çiqa gava ez hatim hundir
Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir
Tenha te ez hiştim şêrînê
Dikim derim ji dinyayê
Ka soza ku te bi mir dayê
Te hewara min his nayê
Gelo tu ji ku diaxînê
Axîna min û te bi tenê
Çare tune jê re li dinê
Ma dost nîne li vê dinê
Cergê me suht vê evînê
Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo
Rewşa civata
Rewşa civat û cihêla
Gerdena van bejin kêla
Xudena sê pel û pêla
Van sê pela civat kêla
Rûnişte xwar rûs û çîplaq
Şîrê spiye gûzik û paq
Ron û geşbûn dîwar û taq
Fermiskê berfîne pê û loq
Rêk û pêk û mişt û tijî
Berdan ava birc û bijî
Xwe lê zivirand û girnijî
Got ez im dîlbera mijî
Bibîne silava gulya
Hawar bû req-reqa tilya
Civat bi carkê hel hilya
Kes nema go ne azerya
Çihêla destêt xwe hildan
Kura li keça çav wer badan
Bû seyran û çeple lêdan
Hemî rexa bû maç lêdan
Kewê
Kewê xortê ser çiya bûm
Her bilbilê awaza bûm
Dengê cihêlê genca bûm
Min deng dabû çiya û newal
Xort û lawên min heval bûn
Aşiqê dengê zelal bûn
Li ber çêla geşe gul bûn
Rewneq dabû bask û kendal
Ref ref hatin dildarêt me
Li dûv deng û awazêt me
Ji ber hawar û gazinêt me
Dîlan kirin cihêl û kal
Çiya me li ser awaz xwendî
Mêrga me lê dilan re çandî
Cergê lawa pê hejandî
Îro mame bêdeng û lal
Bextê we me ey hevalê
Ey tolazên pîr û kalê
Di wê rojê de em binalin
Da ji bîr nekin neçit ji bal
Helbest: Xelef Zebarî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şermîn e dil
Şermîn e dil dê çawa şevçiraxim tariya
Bo wê bêjim har û gêjim... dil berêjim min viya
Lew şêrînê nazenînê em ketin derdê evînê
Rewşen û şoxa dila xanzada textê evînê
Ew buhara li dêmê rijtî lê belavin lal û gul
Kew bi sohtin lê dixwînin, hêr û janê ev ro dil
Ger me zanî tu çi reng î... da bîna me hêt
Ne torîn û ne perî ne meye me ji dil divêt
Ji meya dilêvan dibarit bi rengekî sor û zelal...
Helbest: Bedirxan Sindî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Xortên me
Xortên me lê ne bê jimar
Gêwên nehing in nav û dar
Serbestî û azadîkar
Jînê dixwazin bê hedar
Kurd im min azadî divêt
Xwînê dirêjin bo welêt
Şûnê didim xew li me nebê
Heya ji cî rakim neyar
Hew hêvî û gazî bikin
Ger em nebin dost dê çi kin
Derdê bi dest derman nekin
Lê em dimînin bendewar
Hingî me go em westiyan
Heya bi Çînê em gihan
Dengê me çû koma cîhan
Kesik li me nabê şiyar
Ala bi aştî ya bi zor
Ferz e li me hildanê jor
Yan bêne kuştin tev li dor
Şerm e ji vê em bêne xwar
Helbest: Ehmedê Şêxo salih
Muzîk: Mihemed Şêxo
Çavên xwe veke
Çavên xwe veke birîndarê min
Mêvanê te me kovandarê min
Bo min biaxêve evîndarê min
Li hêviya te me nêçirvanê min
Şermîn mêvanî belêt di xewnê da
Dê min hêlêve gel rojê helda
Rêka dildara ji nîvşevê pê da
Ne şareza bûm ketme divê şikê da
Çi ra derdê xwe ji min ra nabêjî
Salek duwazde meh tu herî gêj î
Ji dûriyê hatim mêvan im e jî
Hilo biaxêve bû dilê tijî
Şermîn çavêt xwe ez neşêm vekim
Ji vê pirsyarê şermîn dê ji te kim
Ev ser şoyabêt ez dilkî rêkim
Ji kanya çavê te sed pîka fire kim
Xem û xeyal
Xem û xeyalên te ez revandim
Li çol û kilala te ez gihandim
Ji ber sotim, te ez şewandim
Bayê evîna te ez hejandim
Dildarê rûyê di singê te me
Çelengê çakê mêvanê te me
Ji ber fermana te eleste me
Sondê serê te, te ez helandim
Dêrsim û Agirî di taca te bi
Sîpan û Cûdî di burhên te bi
Rewan, Derya Wan çavên te bin
Rondikên çavên te ez pêlandim
Şingal û bêxêr di biskên te bin
Sindî û Gulî guharên te bin
Geliyê Elî jî lêvên te bin
Tûj awirên çavên te ez şewandim
Dîjle û ferat di keziyên te bi
Kerkûk û Hewlêr du singê te bi
Sersing û Şeqlawa di devên te bi
Şêrîn zimanê te ez vejandim
Hemrîn û Metîn di rûkên te bin
Zozik û Şêrîn di guhên te bin
Barzanî bi xwe zimanê te bî
Li dora cîhanê te ez gerandim
Gera cîhan tev hemû ji ber te bî
Pêşmergên dilêr nîşana te bî
Ala kesk û sor li ser singê te bî
Şahî û cejna xwe te ez gerandim
Çipka xunavê
Çipka xunavê li ser nêrgizê
Carek dî hatî nav hoz û kuzê
Çavêt reş hibrin li ser kaxezê
Te navşêrînê yar belengazê
Ta kengî bijîn bê jîn û viyan belengazê
Ta kengî bijîn bê çare û derman
Dema awazê vînê me lêda
Dê bûme kene bê şermî û tawan
Evîna xelkê şadî û huner e
Bo çi evîna me pir şerm û gir e
Dîroka vînê neşîm ji bîr kim
Ji serhatiya ya mişt û pir e
Xin û xişkokê da bo te bêjim
Ez dê gazinda bo te verêjim
Ez evîndar im xelkê ez nevêm
Ez rastî bêjim yara ez nevêm
Xemê dilê min pir vîn û sax key
Xemê rondika hişk û zuha key
Dergehê jînê ji bo me vekey
Şahî û govenda ji bo me karkey
Sînem
Lê lê Sînem çiya bilind e ez te nabînim
Erê bêbavê dinê min go mektûbekê bişîne
Cizîra Botan jî bo ez bi xwîn im Sînem
Erê eger tu nexweş î ez textor im û ez hekîm im
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Pêşkevin
Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî
Wa milletê Kurdî
Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im
Wa milletê Kurdî
Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in
Wa milletê Kurdî
Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser
Wa milletê Kurdî
Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim
Wa milletê Kurdî
Helbest: M. Ehmedê Namî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Keçka gundê me
Ez keç im keça gundan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rêz û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im
Delalê tu xwînşêrîn î
Dil req î lêv hingivîn î
Mij xorta gava min dibînî
Bêriyê ez evîndar im
Lawiko evînî şerm e
Geleka bi tirs û sehm e
Evînî guneh e li dev me
Lawiko ez bêrîvan im
Delalê bêjin rihanê
Kulilka heyva gulanê
Rêzana xweşiya jîyanê
Delalê ez evîndar im
Lawiko were mala me
Min bixwaze û sehke kilame
Gustilkê bike tilîya min
Lawiko ez bêrîvan im
Delalê bêje bavê xwe
Min bide û dewlet serê xwe
Qayil ke delalê dilê xwe
Bêrîyê ez evîndar im
Helbest: Ebdulezîz Sefer
Muzîk: Mihemed Şêxo
Min bihîstî
Min bihîstî tu nexweş e dilo
Çibkim bextê min tim reş e dilo
Dilê min herdem dikule dilo
Carekî nebûye geş e
Delala min tu pir têşî dilo
Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo
Bendî te mam ez heliyam dilo
Tu kulê xwe ji min re bêjî
Nayêm ba we li min negrî dilo
Çima wilo tu bêsebr î dilo
Evîna te ez helandim dilo
Ma sozê te heya kengî
Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo
Weke xunava biharê dilo
Alem tevde dikevin xewê dilo
Çavê min ji bo te şiyar in
Helbest: Kemal Şanbaz
Muzîk: Mihemed Şêxo
Axîna min tim ji dil tê
Axîna min tim ji dil tê tim ji dil
Lê min xist merez û kul, xem û kul
Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil
Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul
Şev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin
Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin
Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin
Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin
Çav û dilêm bûne gunehkar
Her civandin ta kirine bar
Ev derdê pir nayêne jimar
Xwe berdan ser dil wek kurmê dar
Helbest: Hilal Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
êmê
Ay lê êmê, nazikê, nazdarê, sermezinê
Aqilkêmê beybûna welatê Diyarbekir
Hênikahiya welatêm Mûşê sozdara min î
Vî zemanî rabe êmê
Ay lê êmê bêbavê min go ez bi Yarimtepa şewitî diketim
Minê dî li kutê biya lê mi dî sê zeryê
Mala kalo hat û dimeşiyan
Lê meşa van keçika
Nebû meşa hakima, qeymeqama, yuzbaşiya êmê
Erê dengê van bêbavan
Nebû dengê naqosa, mifrediya
Lê bêna van keçika
Nebû bêhna misk û emberê şûşa kolonya
Bi ser kambaxê gundê me de furiya
Hevalno hogirno le min go bejna êma Hemo
Takrihana devê çemê wezê xeşîm im zaro me nema
Zanim ji kîjan alî de bêmê êma ma
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Axîna min
Xwedê çawa gul we re çêkir
Nexşek nema li wê bejnê kir
Wextê çav dî gul bi xemê kir
Herdiwa di dil de hêlîn çêkir
Axîna min tim ji dil tê tim ji dil
Lê min xist merez û kul, xem û kul
Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil
Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul
Helbest: Hilal Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo
Berdilê min
Berdilê min pir şêrîn e
Wek kulîlka bi hilm û bîn e
Dilê min bo wê bi evîn e
Bê te min gazî û qîrîn e
Derdê te weke Xabûr e
Bêbinî û kûr û dûr e
Pêlin gir in ê din hûr in
Limin xistin birîn dûr in
Çi Xabûrek bê devî
Wek geliyê dudevî
Tu ji mir bûye derd û keder
Tu car ji bala min nayê der
Wej’ evîna te nakim der
Tu ji mir’ bûye kul û keser
Hela were şêrînê
Derman bike vê birînê
Piştî herdu çavê belek
Min heznekir hîna kesek
Belkî vegerî li me felek
Herdu dila dîsa bi yek
Miradê me bi cî werê
Eşa dila pê derê
Kengî li mew bê dem û dewran
Vegerê li me rojê ciwan
Bê me cejna herdu filan
Bê me bîna gul û baxan
Miradê me bi cî werê
Eşa dila pê derê
Muzîk : Mihemed Şêxo
Mihemedo ronî
Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî
Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî
Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî
Lê heke yê neqeba herdu dilê şêrîn xera bike
Lê eger qîz bê tu car nezewicî
Erê eger jin bê tu car newelidî
Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe şa nebî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
aWN� T̡��