Beser Şahin

BESER ŞAHiN

erîvanê

Berîvanê, Berîvanê,

Tu keça rind û ciwanê

Tu şehîda gulîstanê

Tu sembola serhildanê

Tu çîçeka Gulîstanê

Şîn bûy Cizîra Botanê

Meskenê Memê Alanê

Cîyê şêr û şehidanê

(Dîsgotin)

Berîvanê mey bê vala

Çek û sîleh, bejnê pêça

Daket ala Cizîra Botan

Keça Kurda bû ye rêzan

(Dîsgotin)


Ala rengî bi ser ra kir

Silav rêça hevalan kir

Dilê me da tu her bijî

Şêra Kurda Bêrîvanê

(Dîsgotin)


Rojbaş

Bi tîrêjên rojê re

Bi aviya sibê re

Ji nav çiyan der tên

Dilê me hemiyan pê re

Rojbaş

Gerîlla rojbaş....

Herdu destan rakin

Kesk, sor û zer li bakin

Keç û xortan silavkin

Wê kurdistan avakin

Rojbaş

Gerîlla rojbaş....


Li dû hev dû bi rêz in

Hemû huner û hêz in

Kevokên aşitî ne

Bi zêrê zer xêzin

Rojbaş

Gerîlla rojbaş....

Gotin: Hekîm sefkan

Muzîk: Hekîm Sefkan

Serrastkirin: (Şehîd Serhad)


Were

Were der ey keldûmana min,

Bese bi ser hev de kom dibe

Diwerimîne cegerên min,

Were,

Paqijbike lûla gewriya min,

Ji taliyê ji gemara tirsê,

Ji ser hev rake diranên min

Yên ku bi ser hev de hatbûn guvastin

Bela bes bimijin xwîna hevûdun

her dû lêvên min

Were, were û bilivîne zimanê ku hatibû hiskirin,

Bila bilive û bêje,

Deee bese Nurheq

Dee bese Engîzek,

Bîne der wê hêrsa xwe ya sedê salan

Biteq bi ruwê xayintiyê ve

Bikuje bi hêrsa xwe xayinên jînê

Û hemêz bike Sebriyê dayika min

Xwazgîniyê azadiya te bû,

Gulek ji yên zindanê,

Pêtek bû ji agirê Mazlûman


Nûrheq

Nozdeh Siwar hatin Nûrheq dilezîn

Dengê lingê wan neyaran dibizdînin

Çiyayê Nûrhaq û Engîzek dihejînin

Zincîrê xayintiyê ew diqetînin

Siwarê pêşî Sebirye Sehlewend e

Parasvanê xeta rast û serbilind e

Bi heybet e dijminê xayinê kunde

Li ber xweda serî hilda Lawê kurd e

Bûne kilîta deriyê azadiyê

Mîna mûmên ku vêkevin li tariyê

Şoreş in ew li dijî vê tariyê

Bilind hildan ala artêş û partiyê

Hîna bi hezaran Sebriyên me hene

Ji Botanê ta Nûrhaqê li pey we ne

Gerîllan e parasvanê doza me ne

Ger yek her e sed li sûnê em her hene

Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan


Licê

Agir berdan nava bajêr

Kuştin zarok û jin û mêr

Dest avêtin guliyên zêr

Sermê serî berdabû jêr

Hevalno


Megrî Licê diya min

Hemêzke şehîdên xwe

Bila neyar nekenin

Bilind rake serê xwe


Bi Tîm û topan girtin ser

Ji tankan çêkirin çember

Hinek kuştin hin kirin der

Hinek girtin bin darê ter

Hevalno


Em Licê bikin gulîstan

Bixemlînin mîna bûkan

Li ber serê wan şehîdan

Em biçînin baxê gulan

Hevalno

Gotin: Hekîm Sefkan

Mûzîk: Beser Şahîn


Textor

Textor birîna min kuwîr e

Ji kevin de ye pir pîr e

Derman bik eger tu jîr e

Textor

Birîn ne birîna dil e

Ne ya hestî, dest û mil e

Canê min tev ji ber kul e

Textor

Çiye, tu dibê rab û rûnê

Derzî û derman nayê sûnê

Canê’ m divê serxwebûnê

Textor

Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan


Leylo

Çi dare ji dara Hewrêyo leylo leyla min

Hosta bînin ji Stewrêyo tew tew mala min

Çêkin textê vê yarêyo leylo leyla min

Çi dare ji dara Hinarê leylo leyla min

Hosta bînin ji Hekarê tew tew mala min

Çêbikin textê vê yarê leylo leyla min

Çi dare ji dara Bihokê leylo leyla min

Hosta bînin ji Dihokê tew tew mala min

Çêbikin textê vê bûkê leylo leyla min

Gotin û Muzîk: Gelêrî (Mêrdîn)

Çavkanî: Husênê Tewfê


Keç û xortên

Em keçên kurdistanê

Em xortên Kurdistanê

Sînga xwe naguhêrin ji arê zindanê

Va Newroz e

Ar û doz e

Roja soz e

Bi pîroz e

Em keçên kurdistanê

Em xortên Kurdistanê

Serê xwe natewînin li heber nemanê

Mê avakin

Mê rizgarkin

Serfirazkin

Kurdistanê

Em keçên kurdistanê

Em xortên Kurdistanê

Dengê xwe bilindikin li nava cîhanê

Pêt û ar in

Dij neyarin

Tev siwar in

Bo jiyanê

Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan


Wesya mina

Perskerî ma ra perskerî awa dero

Zimistananû serdû wusaranê germo

Maymi gulê bilbilê baxo sêrê kowo

Zamay mi hardûdi bereqîn mi je zerno

Dayê dayê mirina mina

Dayê dayê wesiya mina

Je siliyê bi himet voraymi

Je lasêr ebi lerz amaymi

Xo sana senê to pelgê daranêmi

Veyvikêmi hardûdi bereqînmi je zerno

Dayê dayê mirina mina

Dayê dayê wesiya mina

Êstirê çimanê dayikanêmi

Ma henê dastnêmi sewda mûradanêmi

Rindiya welatê xoyêmi

Nexsê serokêmi

Sehîdêmi niy mirinmi kurdistanêmi

Dayê dayê mirina mina

Dayê dayê wesiya mina

Qise û muzik: Beser Şahîn


Xidirê mi

Xaxo verra Xidirê min cigera min sona rayê

Ha pepûga biko Xido ha pepûga kora mayê

Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min

Mamekiya Mamekiya li min dayê Mamekiya

Kerdmi top berdimi biko

Disew û poncas mordem piya

Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min

Meso meso Xidirê min cigera min Kora me so

To xapneno biko Xido nû hukûmato tereso

Wayê wayê,li min li min Xidirê min cigera min

Qise û Mûzik: Gelêrî (Dêrsim)

Berhevkirin: Beser Sahîn


Dayê

Dayê dayê dayê day delala

Adir weke nayki yenê hevalê

Heval cordê yenê xo tadanê

Adir serdê xildanê way yamanê

Namê daya min dayê dîlana

Vera desmîn çera way bîlana

Ha zana dawa dersim,Zîlana

Ha zana dawa herîsponc milyona

Qise: Xalid Sahîn

Mûzik: Beser Sahîn


Bêrîvana min

Bêrîvanam berxikami

Sew û roz tenganiya mi

Tu hesreta can cigera mi

Lorî berxikam

Lorî cerenam

Zarencam

Hewndi viyenin virana mi dira

Wirzin xoser lêwimidi çina

Xerîbiya mira zof dûriya

Lorî berxikam

Lorî cerenam

Zarencam

Çîçego boyiken boya tuya

Cigeram to ra girêdiya

Zerê mi de kul beriya

Lorî berxikam

Lorî cerenam

Zarencam

Qese û mûzik: Beser Sahîn


Wirzê

Wirzê wirzê wirzê birayê min

Wirzê wirzê wirzê hevalê min

Wirzê wirzê pirodimî

Porîxayu saw qeremuxo

Pira giran giran risno wayê

Wirzê wirzê wirzê birayê min

Wirzê wirzê wirzê hevalê min

Hevalî tokî torî sa girêdanê

Heval Mazlum

Nayî cordê yenî vanê

Heval Mazlum sehîd kerdu

Wirzê wirzê wirzê birayê min

Wirzê wirzê wirzê hevalê min

Hevalî tokî torî sa girêdanê

Heval Mazlum

Qise û Muzîk: Beser Sahîn û Sevîm Sahîn


Simê

Simê simmê simmê simmê

Tawura simmê

Ardê neyar wirdê neyar

Ma werdîmmê

Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd

Nu çi halo ma teyrimî

Gam bi gam çing bi çing

Pira wirjîmî

Ma kamîmî qayxokîmmê

Xo nas kîmmê

Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd

Nu çi halo ma teyrimî

Çek rexta gire dîmê ca bijîmî

Hardê xo welatê xo xelas kimmî

Ey milletê Kurd, ey insanê Kurd

Nu çi halo ma teyrimî

Qise û Muzîk: Beser Sahîn


Elî Ihsan

To qomandanî Dersimî

To rosniya hard û asmênî

To royî canî, to xortê ciwanî

To royî canî, to xortê ciwanî

Koyî Dersimî miz dumano

Bira Alî Ihsan her cara vengdano

Vano bêrî wayênê bêrî birayênê

Vano bêrî wayênê bêrî birayênê

Koyê Dêrsîmî lerzeno

Alî Ihsan serê xo de çiqo hêrsino

Xebera sayî mire amîye

Birayê min sehîd bîyo

Awa çemî Perîyê de

Birayê sîn û siwano

Qise û Muzîk: Beser Sahîn


Newroz

Vayê girmî yenî hurdî, hurdî çar hetora

Adirê zêrd kerdiya gost û canê xo ra

Girîna xo xemelnowo, gul û rêhani ra

Adirê sora biskîna, rîyê dismeno ra

Neworoz to Mazluma, newroz to Agîda

Newroz, newroz cejina mawa

Newroz, newroz Kurdistana

Hirî kila vêsinê Newroz adirê to ra

Kesik sor zer bireqînê destanê hevalu ra

Govendê bijerî kowo dewu sukura

Ewro Newroza rayêkimê serhildanu ra

Neworoz to Mazluma, newroz to Agîda

Newroz, newroz cejina mawa

Newroz, newroz Kurdistana

Qise û Muzîk: Beser Sahîn