Baviksalarî bêçek bikin – Aştiya femînîstî û Jin li seranserê dinyayê ava bikin!
Derkevin ji bo roja têkoşîna femînîst û Jin!
Şer jiyanê wêran dike – li vir û li her derê. Li gelek deverên dinyayê şer tê wateya wêranbûna malbat, bajar û jiyanên mirovan. Tê wateya koçberî, tundûtûjî û rojane jiyînê bin bombeyan û dagirkirinê.
Di heman demê de, li vir milyaran ji bo çek û artêşê têne xerckirin, ji ber ku avabûna civakî tê piştguhkirin û tundûtûjiya baviksalar zêde dibe. Ev siyaset ne “tesaduf” e. Ew ji bo berjewendî, militarîzasyon û qezencê dewletê li ser jiyanên me tê meşandin.
Em dibêjin: Bes e!
Em ji bo civakekê têkoşîn dikin ku ne şer, çek û siyaseta hêzên navdewletî me rêve bibê, ka em çawa bijîn, navenda tekosina me ji bo hevgirtin, xwebirêvebirin û aşîtî ye.
Aştiya femînîstî ji bo me tê watê ya: ne tenê dawîkirina şeran e, di heman demê de dawîkirina pergala baviksalar û kapîtalîstê ye ku şer pêk tînen. Wateya wê ew e ku em jiyanên xwe bi destê xwe bigirin û siyaseteke biafirînin ku jiyanê biparêze, ne ku wê wêran bike.
Em hevgirtina xwe ji bo hemû kesên ku di bin bandora şeran de ne tinên ser ziman – bi mirovên li herêmên şer, bi penaber û bi tevgerên femînîstî li seranserê dinyayê ku tevî bombebaranan, koçberî û tundûtûjiyê ji bo rûmet û xwebirêvebirina têkoşîn dikin.
Ev têkoşîn ji tekosinên me qut ninên. Têkoşînên li hemberî tundûtûjiya baviksalar, ji bo mafên civakî, yan ji şertên karê baş û li dijî rasisimê bi têkoşînên li dijî şer û militarîzasyonê ve girêdayî ne.
Ji ber vê yekê em di 8ê Adarê de bi hev re derdikevin qadan –
ji bo aştiya femînîstî, ji bo dadmendiya civakî û ji bo cihanêk bê baviksalarî.
Daxwazên me:
1. Rawestandina çekdarîkirinê – veberhênan li nav avabûna civakî û femînîstî!
Milyaran ji bo çek û artêşê zêde dike, lê belê neewlehî û tundûtûjiyê zêde dike. Em daxwaz dikin ku veberhênan bi giranî li lênêrîn, perwerde, tenduristî, parastina li dijî tundûtûjiya baviksalar û ewlehiya civakî ji bo hemû kesan were kirin.
2. Aştiya femînîstî li şûna siyaseta şerê ya baviksalar!
Bê derbaskirina baviksalarî û kapîtalîzmê aşîtî nabe. Em hewceyê siyaseteke ne ku li ser hevgirtina navneteweyî, çareserkirina şerê ya sivîl û xwebirêvebirinê raweste – ne li ser militarîzasyon, siyaseta hêzê û qezencê.
3. Hevgirtin bi penaberan û tevgerên femînîstî li seranserê dinyayê re!
Parastin, maf û rêyên ewle ji bo hemû kesên ku ji şer, tundûtûjî û şopandina siyasî direvin. Tevgerên femînîstî li seranserê dinyayê divê werin xurtkirin – ne ku werin sûcdarkirin!
Tenê dema ku em bi hev re têkoşîn bikin, em dikarin bi hev re bi ser bikevin.
Derkevin ji bo roja têkoşîna femînîst û Jin!