TEWANDINA NAVDÊR Û CÎNAVAN, TEWANG

 
 
Tewandin bi wateya peyvê nêzîkî ‘xwar kirin’, ‘badan’ û hwd e; loma peyva "çemandin" jî kane bi vê wateyê were bikaranîn. Bi Îngilîzî wek ‘to bow’ an ‘to bend’.

Lê belê di rêzimanê (gramer) de ew ji bo di hin rewşan de bi paşpirtikan lêzêdebûn an guherîna navdêr (noun) û cînavan (pronoun) tê bikaranîn. Bi Îngilîzî ji vê rewşa rêzimanî re ‘inflection/inflexion’ tê gotin. Heke peyva tewandî lêkerek be, wê gavê jî jê re ‘kişandin’ (bi Îngilîzî ‘conjugation’) tê gotin. Hinek kes ji wê re jî dîsa tewandin dibêjin. Lê rewşa guherîna lêkeran û ya navdêr an cînavan ne yek e, lewra dibe ku çêtir be heke em jî wek Îngilîzî ji bo di hin rewşên rêzimanî de guherîna lêkeran ‘kişandin/conjugation’ bibêjin. Dîsa jî dema ku radera (mester) lêkerê wek navdêr tê bikaranîn, ew êdî nayê kişandin, lê tê tewandin:

Mesrefê hatinê ji yê çûyinê kêmtir bû.

 

Bê guman tenê bi vî awayî rave kirin têra têgîhaştineke zelal nake û divê meriv mînakan bide û her weha rave (îzeh) bike ku cînav û navdêr di kîjan rewşan de tên tewandin, di kîjan rewşan de paşpirtikan distînin, di kîjanan de forma xwe diguherînin û di kîjanan de jî peyveke cuda tê bikaranîn.

 


1) TEWANDINA NAVDÊRAN
 
Bi Îngilîzî jê re ‘noun in oblique case’ tê gotin. (Dersên Kurdî / Learn Kurdish, rûpel 32)

Navdêr di rewşên tewandî de paşpirtikan (suffix) distînin. Paşpirtik li gora zayend (nêr an mê, maskulîn an femînîn) an yekjimar-pirjimar bûna navdêran diguherin.
 

Paşpirtikên tewandina navdêran (noun in oblique case) ev in:

 

-ê         ji bo navdêrên mê (Eyşan, dar, bizin, mal, pênûs û hwd)

-î          ji bo navdêrên nêr (Azad, bajar, gund, dest, nan û hwd)

-an       ji bo navdêrên pirjimar (ji yekê bêtir)

 

pelên daran

dengê bizinan

Pênûsan tûj bikin.

Li malan bigerin.

Gundan bombebaran dikin.

 

 

lawê Eyşanê

pelên darê

Bizinê bidoşin.

Em ê herin malê.

Pênûsekê bide min.

Em çûn dikanekê.

 

Li bajarekî hat dîtin.

Em çûn gundekî.

Di destekî de gopalek hebû.

Ez kanim nanekî bixwim.

 

Di mînakên jor de navdêrên nebinavkirî (indefinite) ku –ek yan –yek distînin hatine bikaranîn. Heke navdêr binavkirî (definite) be, gelek herêm (î) naxin dawîya navdêrê, anku wê natewînin; li hinek herêman ji dewsa lêzêdekirina ‘î’, ‘a’yeke navdêrê dikin ‘ê’ û tewandinê bi wî awayî dikin (li hinekan hem ‘a’ hem jî ‘e’). Bêtir ji bo navdêrên yek-du kît vê yekê dikin, lê heke di navdêrê de ‘a’ yan ‘e’ tunebe, wê gavê hema wek xwe dihêlin. Ji ber ku navdêrên mê wek xwe namînin, bi ‘ê’yê tên tewandin, cudatîya zayendan dîsa jî dîyar dibe.

 

kanîya gund(î)            yekser dibêjin              kanîya gund

kurê Elî(yî)                  yekser dibêjin              kurê Elî

Bide Kawa(yî)             dibêjin                          Bide Kawê an jî Bide Kawa

Ez çûm aş(î).                                                   Ez çûm êş.

Werin bajar(î).                                                 Werin bajêr.

Ba(yî) lêxist.                                                    Bê lêxist.
Me li mar(î) da.                                               Me li mêr/mar da.
Ji Osman(î) re bibêje.                                     Ji Osmên re bibêje, an jî ji Osman re bibêje.
Diz ket Xanî(yî)                                               Diz ket xênî; yan Diz ket xanî.
Ez beran(î) nafiroşim.                                     Ez berên nafiroşim.

 

 

2) TEWANDINA CÎNAVAN

 

Cînav bi giştî du kom in: ên xwerû (netewandî, nominative) û ên tewandî (oblique)

Cînavên Xwerû           Cînavên Tewandî       

ez                                    min

tu                                     te

ew                                   

                                        

 

em                                   me

hun                                  we

ew                                   wan

 

 

Bi rastî , û wan ji ewî, ewê û ewan tên, anku hatine tewandin, lê dûre kurt bûne, lewra wek peyvên cuda xuya dikin. Ên din peyvên cuda ne.

 

Mînak:

 

Ez te dibînim.

Min tu dîtî.

Bide min.

partîya wan

dengê

keçika

welatê me

Ew ê li me vegerin.

 
 

Cînavên pirsê yên wek û kîjan jî ditewin.


ji bo rewşa xwerû (netewandî) û jî ji bo rewşa tewandî tê bikaranîn.

 

Xwerû            Tewandî

 

                    

 

kîjan                 kîjanî (nêr)

                         kîjanê (mê)

                         kîjanan (pirjimar)

 

diçe?            ew anî?

hatiye?         li wî xistiye?

dirêj e?         Destê ?

                         Lawê ?

 

Yek ji wan dixwîne.                Kîjanî xwendiye?

Kîjan ji wan dixwîne?             Kîjanê xwendiye?

                                               Kîjanan xwendiye?

                                              

Pênûsa yekî                             Pênûsa kîjanî?

Pênûsa yekê                            Pênûsa kîjanê?

Pênûsên hinan (hinekan)         Pênûsên kîjanan?

 

 


3) NAVDÊR Û CÎNAV DI KÎJAN REWŞAN DE DITEWIN?

 

A) XWEDÎTÎ (MILKÎYET, POSSESSIVE)

Dema ku navdêr an cînavek wek xwedîyê tiştekî were bikaranîn, ditewe, yan jî cînava xwerû cîh dide cînava tewandî:

      navê keçikê

      bavê lêwik (li şûna lawik, lawikî)

      bazinê Dilberê

      Kûçikên bajêr (li şûna bajar, bajarî)

      kerê gundîyekî

      bavê Serbestî (bavê Serbest)

      porê jinekê

      şaxên daran

      gotinên gotinbêjan

     

      kera

      destmala

      gotinên

      xanîyê me

      gotinên we

      destê min

      zimanê wan

      pirsa te

 

 

B)  DI DEMÊN BORÎ DE WEK KIRDEYA (SUBJEKT) LÊKERÊN TRANSÎTÎV
 

      Min ew dît.

      Te çi kir?

      ji kê re got?

      çi veşart?

      Me jê re hilanîye.

      We xanî firot?

      Wan çi pirsî?

      Zelalê ew da min.

      Karmendekî telefon kir.

      Xwendekaran alîkarîya me kir.

 

 

C)  DI DEMA NUHA Û DEMA BIHÊ (PÊŞÎ) DE WEK SERVEKA (OBJEKT, BIRESER) LÊKERÊN TRANSÎTÎV

 

      Ez te dibînim.

      Tu min dixapînî.

      Ew ê birevîne.

      Em ê bidin we.

      Hun ê wan ji me re bişînin.

      Ew ê we serwext bikin.

      Kî yê me perwerde bike?

      Ew Zelalê dibin kuderê?

      Em pênûsekê bikirin.

      Hun ê yekê tenê bînin.

      Kevçîyekî bişon.

      Ew ê bajaran bixemilînin.

      Ez ê peyvan ducar bikim.

     

 

D)  WEK SERVEKA DAÇEKAN (OBJECT OF A PREPOSITION)

      Li binêre.

      Ji re bibêjin.

      di malan de

      di gundekî de

      li malekê

      di ser me re

      bi wan re

     

 

E) DI REWŞA BANGÊ/BANGKIRINÊ DE

            -o                     ji bo navdêrên nêr (maskulîn)

            -ê                     ji bo navdêrên mê (feminine)

            -no,-ino            ji bo navdêrên pirjimar (plural)

 

      Lo Derwêşo! Derwêşo!

      Lê Zelalê! Zelalê!

      Gundîno!

      Keçikino!

 

      Di peyivîna rojane de pirê caran ‘i’ dikeve û hem piştî dengdêrekê hem jî piştî dengdarekê ‘-no’ tenê tê bikaranîn:
      
      Kurdno! Keçikno! Mamosteno! û hwd.

 

 

4) TEWANDINA HEJMARAN

 

Hejmar heke wek cînav an navdêr bên bikaranîn, ew jî kanin di heman rewşan de werin tewandin:

Çaran bide min, pêncan bide wî.

Bide pêncan.

Şeşan bişînin malê.

Min ji yekê re got.

Yekî bera wan da, yê din têkil nebû.

 

Hejmar her weha ji bo rêzkirinê jî kanin bên tewandin:
 

xwendekara çaran (çarem, çaremîn)

lîstikvanê şeşan û hwd.
 


Hêvî dikim ku mijar çenekî hatibe ronîkirin, heke hîn jî tiştekî ne zelal hebe, ji kerema xwe bê dudilî bipirsin.
 
 
 
 
Baran RIZGAR
 
 
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 
Bi silavên herî ji dil ve mamosteyê zana û qedirbilind!
Pirsa min dê di derbarê tewanga nêr de be. Herhal tewanga mê cîhê xwe bi awayekî xwezahî girtiye di nêv zimên de. Lê gava em tewangê ji bo peyva nêr bikartînin li gor min ji bo hin peyvan pirsgirêkek watehî çêdibe.. Mamoste bi destûra te dixwazim mînakek bi zimanê tirkî bidim da ku mebesta xwe bikaribim derbînim: "aklin faaliyetlerinin temeli zihinsel süreçlerce oluşturulur"
aklî faaliyetlerin temeli zihinsel süreçlerce oluşturulur"
Bi texmîna min, tewang di hemberiya kurdî de ji bo hevoka yekemîn pirsgirék çênake: bingeha çalakiyên ~<>ji aliyê pêvajoyên zêhnî ve têt çêkirin.
Lê peyva heş ji bo bergind/ hemberiya "aqil"a di hevoka duyemîn de, dê bi kîjan formê were nivîsandin? Silav û rêz. ORHAN YILDIRIM

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 

Gelek silavên germ ji min jî û dîsa sipas dikim ji bo tevlêbûn û şêwirê.
 
Belê rast e, tewanga nêrzayendan di rewşa binavkirî de li piranîya herêman ketiye, lê di rewşa nebinavkirî de parastî ye. Wek piranîya herêman wê bibêjin, “rengê hesin”, “nexweşîya heş” û hwd, li şûna ku “î” li dawîya wê zêde bikin, navdêrê wek xwe dihêlin, tiştekî lê zêde nakin. Sedemeke mihtemel jî ew e ku “î” li dawîya navdêran peyvên nuh çêdike, loma kane wateyê biguherîne.
 
Bala xwe bide wê ku di rewşa nebinavkirî de bê îstîsna hemû herêm navdêra nêr bi “î” ditewînin. Wek: dengê karkerekî, naxira gundekî, hêza destekî, bi guhekî, bi heşekî û hwd.
 
Ev mînak gişt li hemû herêman bi “î” ditewin, lê dema ku dikevin rewşa binavkirî, anku –ek radibe, piranîya herêman “î” bi kar nahînin û ev yek êdî di gramerê de hatiye naskirin, ew jî wek alternatîvekê tê dîtin: dengê karker(î), naxira gund(î), hêza dest(î), bi guh(î), bi heş(î).

Di hevoka ku tu dibêjî de tewandina “heş” ne pêwîstîyeke misoger e, “çalakîyên heş” bi her du awayan jî mesajê dide. Ne misogerîyek e ku em wê bikin “heşî” yan “heşîn”.
 
Silavên germ.
 
BARAN RIZGAR
 
 
 

 

 

Şîrove Bike                         Rûpela Serî                    Pirs û Mijarên Zimanê Kurdî

Comments