--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
ŞANEK
Mijarên nuh wek pirsên xwendevanan û analîzên mijarên pirsan pêk
hatine; loma ji bo analîzên nuh ji kerema xwe li beşên
Me ew hîn li vir nûjen nekirine.

-----------------------------------------------




Der bar, derbarê, derheq, derheqê, li ser, di mijara ..., di warê ... û hwd 



------------------------------------------------



Cînav û Rengdêrên Işarkî yên Pîvene yên Qersene; Veqetandek;

Pirtik û Cînavên Pevgirêdan/Têkilîyê

 

 

 

 ------------------------------------------------

 

 

"Wî ez dîtim," an "Wî min dît," kîjan rast e?



------------------------------------------------

 

Cînava Resîprokal (Berbihevîn, Hevanî - HEV, HEVDU)

 

------------------------------------------------ 

 

 

Dema Borîya Têdeyî < > Dema Borîya Dûdar;

Tu bûyî / Tu bûye;

Dem < > Rawe

 

 

 ------------------------------------------------



 

Ergatîv (ergative) û cîhê wê di Kurdî Kurmancî de - Ergativity

 

 

 

 ------------------------------------------------


 


TESÎRA ERGATÎVÊ LI HOKERAN DIBE YAN NA?

 

 

 ------------------------------------------------

 




Objeyên Dîrekt - Objeyên Îndîrekt (Servekên Yekser – Neyekser) û Obje/Servekên Daçekan

 

 

 ------------------------------------------------



 

Î û bikaranînên wê: îsal, gundî, vekirî, salî, mirovekî, diçî, kesî û hwd.

 

  

 ------------------------------------------------




PAŞPIRTIKÊN PEVGIRÊDAN/TÊKILÎYÊ (VEQETANDEK): -e, î,-ê, -a,-ên

PAŞPIRTIKÊN REWŞA NEBINAVKIRÎ: -ek, -in

 

 ------------------------------------------------




 

Hoker, Daçek, Lêker, Rengdêr û Navdêrên Hevedudanî

Cuda yan Pev re Binivîsin? (bi xwe, ji xwe û hwd) 

 

 

 ------------------------------------------------



 

 

Vîn, Vîyan, Vên. Vêtin

 

 

 ------------------------------------------------




 

KU, KI, KO,

 

------------------------------------------------



 

 

 Analîzeke lêkerên Kurmancî:

dîrok û pêvajo; pevkelîyan, lihevhatin û ketina dengan;

lêkerên rêzdar-nerêzdar;

rader û rayên lêkeran

 »»bixwînin

 

 ------------------------------------------------




  

GIRDEK (Capital Letters): DI KÎJAN REWŞAN DE BI KAR BÎNIN

           

 

------------------------------------------------





Misilman, Musluman, Misliman, Musilman, Misulman, Sulman

hiqûq, huqûq, hiqûk, huqûk; hindur, hundur; hinguv, hunguv, hingiv;

hikum, hukum; hicûm, hucûm ; bihurîn, buhurîn  Çawa Binivîsin?    »»bixwînin

 

 ------------------------------------------------





 
 
Kesên ku vê qaydeyê bi hişkî tetbîq dikin, xwe disipêrin gorbihuşt Mîr C. Bedir Xan. Carnan li hinek nivîsan rast têm, li gora gramera Mîr C. Bedir Xan ji serî heta binî çewt in; lê dîsa jî ev pevguherîna i û î nehatiye îhmalkirin. Çima gelo? Ji ber ku ji alîyê hin kesên ku bi zimên mijûl dibin û edîtorên kovar an sîteyan ve wek qaydeyeke yekcar girîng, wek hevokeke ji pirtûka pîroz tê pêşkêşkirin; lê bi rastî qaydeyeke basît, bi mantiqê sivik û li ser çewttêgihanekê ye; xwendevan jî ji ber mantiqê sivik, pê hêsan tê û êdî li ku î û y`yekê li dû hev (îy) dibînin, hema yekser î dikin i, wek ku ferman li î rabûbe, heke wek orîjînala xwe bimîne, hîmê peyvê xerab nebe, wê qebhetek pêk were...

Bi kurtî, ev NE mijara ku î bibe i, an jî ê bibe i ye, mijar ew e ku dengdêr (vowel, sonant) dikevin, da ku ziman xweş biherike. Mijar ne ew e ku yek bi yekê re dibe yan nabe, li cem hev bikaranîn qedexe ye, yan serbest e. Dema ku ev

qayde danîne, a ku di ser re gav kirine, çewt têgihane ev e. Lewra divê berê ev bê zelalkirin; i, î û ê di kîjan rewşan de dikevin? Mijara me ev e, ne ku li gel y tên nivîsîn an na...

Bê guman nebûna vê qaydeya ku î û y’yê, her weha ê û y’yê li hev heram dike, ji hebûna wê bixêrtir e; ji ber ku rewşên aloz û ne li gora denganîya Kurdî pêk tîne.. »bixwînin

 

 

 

------------------------------------------------




 

DENG/TÎP, KÎT (KÎTE), PEYVIK (BÊJE), HEVOK (KOMEK) 

 

 


------------------------------------------------





 ziman, şikeft, bira, sitran û hwd yan zman, şkeft, bra, stran

 

 

 

 ------------------------------------------------





 

Doşgerên (Planet) Sîstema Ro

Rave/tarîf: ravekirina ‘planet’her guherîye û hîn jî astronom li ser ravekirinekê li hev nakin. Ji lew re, meriv kane berê li ravekirina destpêkê ya dema yekem bikaranîna peyva ‘planet’ binêre. Wê demê (sedsala 13an), ji bo yek ji heft girseyên ezmanî (Roj, Heyv (Hêv, Meh), Venus, Jûpîter, Mars, Merkûrî û Saturn peyva ‘planet’ hatiye bikaranîn, wisa bawer dikirin ku di nav sitêrkên sabit (neguhêzbar, pêdandî) de xwedî tevgerên taybet in. Anku 1) Li ezmên in, 2) Xwedî tevgerên xweser in: digerin û doş dibin. »»bixwînin

  

 


 ------------------------------------------------

 

 

 ------------------------------------------------




 

nuh-nû, niha-nuha, cuda-cida, nok-nehk, wisa-wusa,




------------------------------------------------ 


 

 ------------------------------------------------



 

KÎ – KÊ, DI KÎJAN REWŞÊ DE KÎJANÊ BI KAR BÎNIN

 

Berê dixwazim vê yekê bibêjim ku tu têkilîya wan bi nêr û bûnê, anku bi zayendan  tuneye; herdu jî kanin ji bo herdu zayendan jî bên bikaranîn. Ji xwe ew cînavên pirsê yên kesanî ne, anku ji bo kesan tên bikaranîn. Kes nayên naskirin, ji lew re bi cînaveke pirsê lêpirsîn çêdibe.

Em bêjin ez û tu em di rê de diçin, zilamek ji hember tê, ez ji te dipirsim:

Ew kî ye? Tu wî nas dikî?

Jinek jî ji hember were, ez dîsa kanim ji te bipirsim 

Ew kî ye? Tu wê nas dikî? ... »bixwînin

 

 

 

 ------------------------------------------------




Paşpirtik/cînavên pevgirêdanê: -a,-ê, -ên a, ê, ên (ya, yê, yên)

 

 

 ------------------------------------------------






 

Hevok (cumle) bi gelek taybetîyên xwe pircure ne. Em ê di vê nivîsê de ji van cureyan ên sereke yek bi yek analîz bikin.

 Ji hêla sivikbûn an hêsanbûnê ve

 Du beş in: Hevokên Hêsan/Sivik/Basît û Hevokên Kompleks

 HEVOKÊN HÊSAN/BASÎT

Hevokên hêsan an basît ên herî bingehîn in. Bi tena xwe û bêyî ku pêwîstî bi hevokine din hebe, fikir an ramaneke temam îfade dikin. Bi gotineke din, ew bi serê xwe ne. Ew ji subje/kiryar û lêker an birra lêkerî pêk tên.

Wek: Ez çûm, hun hatin, Silo direve û hwd.

Ger lêker objeyekê pêwîst bike, obje jî kanin di nav de bin.

Min sêvek xwar. Ew navê xwe dinivîse. Zaro avê tînin û hwd... »bixwînin

 


 ------------------------------------------------




AWAYÊN DEWLETÊN NÛJEN

Konfederal, Federal, Otonom, Unîter

Li ser awayên dewletan em gelek caran sergêjîyê dibînin, ku têgînên wek konfederason, federasyon, otonomî û unîter ên li ser awayên dewletên nûjen ji dewsa hev tên bikaranîn, tên tevlihevkirin, an jî naverokên çewt, ne eleqedar li wan tên barkirin. Dîsa hinek têgîn jî hene ku bi van têgînan re eleqedar in û ev têgîn bêyî wan nayên fahmkirin; em ê hewl bidin ku wan jî bidin naskirin. Bi vî awayî, hem bi rêya websîteyê û hem jî bi kanalên din, hinek pirsên ku ji me hatine kirin, ên wek cudatîya di navbera federasyon û otonomîyê de; unîterbûn, devolusyon çi ye û hwd, dê bên bersivkirin.»»bixwînin 

 

 

 

 

NEBÛNA ZEMÎNEKE NETEWΠLI BAKURÊ KURDISTANÊ

  
    Li gora hesabê Komara Tirkîyê, Kurd ê li Tirkîyê hebin, lê belê hebo hebo, lib bi lib, yan jî perakende; bi hev re, bi komelî wê dîsa tunebin; wê dîsa nikanibin bibin netew, xwedî xak, xwedî mafên hevpar; pêvajoya asîmîlasyon û pişavtinê dê ji berê bileztir bidome...
     Heke Kurdên Bakur dixwazin îxtiras, xirs, xwedbînî (egoîzm) û xwenavendîya (egosentrîzm) xwe ya takekesî, derdorî, komikî, malbatî, eşîrî, herêmî, rêxistinî û hwd bidin alîyekî û gişt bi hev re li gel pirrengî, pirdengî û cîhêrengîyên xwe biherikin bo çemê mezin ê netewa Kurd, welatê Kurdistanê, yekane dergûşa ku kane wan li gel pirrengî, pirdengî û cîhêrengîyên wan bihewîne; yekane zemîn ev e, bê wê nabe; bila tukes xwe jî me jî nexapîne; rêyên din ên ku çi ji alîyê rastê ve, çi ji alîyê çepê ve, çi jî ji alîyê ruhanî ve vê rasteqînîyê piştguh dikin, hemû ber bi wendabûnê ve, ber bi hemwelatîyên Tirk ên esil-Kurd bûnê... »bixwînin

 

 

Agirbest û Çekberdana Şervanên Îrlandî - IRA

    IRA kurtîya Irish Republican Army (Artêşa Komarî ya Îrlandî) ye. Berî wê Irish Volunteers (Dilxwazên Îrlandî, 1919) hebû. Piştî şerên giran bi Îngilîzan re ku di 1921an de bi Peymana Anglo-Îrlandî bi dawî bû û wek encam Dewleta Azad a Îrlandî hat damezirandin, lê her weha li gora vê peymanê 6 parêzgehên (wîlayet) Bakurê Îrlandê di nav Kralîyeta Yekbûyî de man, ev artêş bû du qetan; ên li dijî peymanê û yên li gel peymanê. Şerekî navxweyî yê dijwar pêk hat û di encamê de beşa li gel peymanê bi ser ket, lê belê beşa li dijî peymanê dîsa jî hebûna xwe wek IRA domand û ne Dewleta Azad a Îrlandî, ne jî Bakurê Îrlandê nas kir; her du jî wek...»bixwînin
 
 

 

Împeretorîya Brîtanî û Kolonîzasyon

Îngilîstan– Brîtanya –Brîtanya Mezin –Kralîyeta Yekbûyî

Pirsgirêkên Netewî yên ji Deryayê Wêde

Çareserîya Pirsgirêka Netewî li Hîndistanê

Pirsgirêkên Netewî yên di Çarçova Kralîyeta Yekbûyî de

Hikûmeta Unîter, Devolusyon û Federalîzm

Parlamentên Skotland, Galler û Bakurê Îrlandê

   Ji devolusyonê û vir de li van welatan hinek sîyaset û xizmet cîhê tên birêvebirin. Her yek xwedî parlamenteke ji nûnerên hilbijartî ne. Ev parlament mijaran gotûbêj dikin û li ser mijarên ji navendê veqetandî qanûnan saz dikin; hikûmetên xwe ava dikin û çavdêrîya xebat û sîyasetên wan dikin. Ev hikûmet ji gelek mijarên wek tendurustî, perwerde, dad, ava-karîya aborî, çand, hawirdor, karûbarên bejahîyê û veguhastinê berpirs in... »bixwînin
 
 
 



    

Li Bakurê Îrlandê, hêzên paramîlîter dilsozîya doza xwe ji malbat û hemû tiştên din girîngtir dibînin. Lewra heke yek dev ji dilsozîya xwe ya ji bo gelê xwe berde û bibe sîxur (ajan) an muxbîrê polîs, ev yek wek sûcê herî giran tê dîtin. IRA sîxur û îxbarkar tucarî bê ceza nedihiştin. Lê dîsa jî sîxur û muxbîr di makîna îstîxbaratê de çerxeke girîng bû û MI5 (sazîya îstîxbarata Brîtanî) bi şarezabûna xwe ya di warê sîxurtîyê de têra xwe navdar e...

    Di 2002an de sîyasetmedarên Protestan gilî û gazin kirin ku şebekeyeke sîxurên komarparêz di nav hikûmetê de hene û ji ber wê yekê êdî nikanin bawerîyê bi Sinn Fein bînin, lewra wê hikûmetê bi wan re parve nekin; li ser vê pêşveçûnê polîsan lêpirsîn dan destpêkirin û sê kes hatin girtin ku yek ji wan jî Denis Donaldsonê birêvebirê sereke yê Sinn Fein li parlamentê bû; piştre di 2005an de dozgeran got ku “ji bo berjewendîyên gel” em hemû dozan betal dikin. Her kesekî bi pirsên Bakurê Îrlandê re eleqedar bi vê nûçeyê matmayî bû. Gava ku piştî demekê Denis Donaldson mikur hat ku sîxurekî dualî bûye û ji bo Brîtanîyan sîxurtî kiriye...
»bixwînin
 

 

 

NETEW, NETEW AVAKIRIN Û NETEWPERWERÎ

 

    Îcar ku em werin ser peyva nation/netew, û bi taybetî jî netewperwerî û hwd, em dibînin ku ew ji yên herî gengeşîbar in ku li ser wan her niqaş tên kirin û tucarî jî li ser tarîfeke giştî ya ji bo her kesî, nehatiye lihevkirin. Lê ne tenê li ser tarîfê, her weha li ser van mijaran jî zanyar nikanin li hev bikin: netew kengî pêk hatine yan derketine holê; nasyon û nasyonalîzm çawa pêşve çûne; û gelo nasyonalîzm li cîhê xwe şîn hatiye yan tenê ji Ewropayê belav bûye bo welatên ne rojavayî jî? ....

    ..Ji bo netewên li ser axa xwe, mijara netewperwerî û dewleta xakî yan netew-dewletê zû zû ji hev nayên veqetandin, dewlet tunebin jî, mecbûr awayên din ên xwe-birêvebirinê di rojevê de hebin, da ku li gel armancên din, bi awayekî têkildarîya xwe ya bi xakê re bide tesdîqkirin...

  ...Netewperwerî carnan çandên heyî werdigerîne bo netewan, carnan wan keşif dike û çandên heyî yên din ji navê radike. ...pirê caran wek fikrekê dest pê dikin û ji alîyê derdorên teng ve belav dibin, heke dem û dewran, şerd û mercên hundir û derve û hwd. musaît bin, dibin girseyî..»bixwînin

 
 
 
 
 

 HEVPEYVÎN LI SER BOYKOTKIRINA XWENDEGEHÊN TIRKÎYÊ - Dengê Amerîka (VOA)

 
 

 

 

 

 

 

Zinarê XamoKanîn-Karîn
Kazim: Derbar
CecoxanXorasan: Ergatîv
Şengo KêverîKu, Ko,
Şengo Kêverî: Roj baş! an Rojbaş?
Hoşeng Nûh: Cûreyên Objeyan
Hoşeng Nûh: Bikaranînên Î
Heval: Bi xwe, ji xwe
Şengo Kêverî: Hokerên Hevedudanî
Şengo Kêverî: Vîn, Vîyan, Vên, Vêtin
Yasînê Temo: Aştî, Aşitî yan Aşîtî.
Mistefa: Cudatîya "Gelek" û "Gelekî"
Mîran: Doşger (Planet/Gezegen)
Aso: Girdek (Capital Letters)
Pîro: şan an xweşan
Cecoxan: hîn, bêtir, -tir; herî, -tirîn
Evîn: xwepêşandan, xwepêşdan, xwenîşandan, an çi?
Hogir Balic: hebûn, tunebûn, nînbûn
Mafroj: Qedexeya li ser websîteya me.
Hogir Balic: hanîn, anîn, hênan, înan
Tevger Çekdar: Pîrozbahî
Kirîv: Dibistan - Xwendegeh
Sîyabend: Pirs bike an Pirs ke
Hogir Balic: çê kirin an çêkirin, bê guman an bêguman, gellek an gelek?
Afrasiab: Bilanî di Dema Borî de
Rodî: Kurd1 an Kurt1
Hogir Balic: Tewandina Navdêran

 

 

 
****************************************** 
 
 
bi Baran Rizgar re
 

     Dema ku zimanek wenda dibe, miletek û kulturek hafiza xwe wenda dike; bîra wan dimiçiqe. Ziman pêweng û alava herî xurt a parastin û pêşdebirina mîrat û pêmahîyên maddî û manewî yên miletekî ye. Ji destpêka miletekî heta dawîya wî zimanê wî pê re ye, jê re xizmetê dike û wî pêk tîne, diafirîne. Ger miletek ji van girîngîyan ne haydar be, an jî wan piçûk bibîne, ne nişitên xêrê ne, ew milet zû dereng dev ji miletbûnê jî berdide...

    ...Ev pêl ji gelek alîyan ve pir xeter û talûke ye. Dema ku xetereke bi vî rengî hebe û hejmara Kurmancî-axêvan kêm bibe, pêleke netewî ku lê xwedî derkeve tunebe, û nifşên nuh ne Kurmancîaxêv bin, xebatên akademîk û zanistî çiqas pir pêşve ketibin jî di rewşê de ne pêşketin lê paşveçûn heye; heta ne tenê paşveçûn lê îhtîmala wendakirinê jî heye; bîhna xerab jê tê... »bixwînin

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 
 
 
 
 
 

 
 
 
 
  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
Subpages (23): View All
Comments