Şînwar Kemal kiye ?
Şînwar Kemal aşiqe , dibêjin mirovê aşiq pitir bi hestên xiwe kara diket, lewra jî hesta Şînwar li ser hemo karên wî zale, zo digirit, zo di qehrît, zo harîkariyê diket, qurbaniyê bi gelek tişta didet, çonkî aşiqê jiyanê , mirovayetî û Kurdistanê ye, her mirovekê li cihanê parçeke ji leşê wî, her kurdek ew bi xiweye, dema mirovek li cîhane di hête koştin parçek ji leşê wî ve dibît, dema Kurdek di hête koştin ew bi xiwe dimirît, lewra hivi xiwaze ko ev eşqe hemo mirovên cihanê bivegirî, belko êdî xiwin newe rêtin…
|
|
|